Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

RENGÊ RAYÊ AZADÎYE

RENGÊ RAYÊ AZADÎYE

A rasti, ev hilbijartina 30 adarê a şarederiyan ji kurdan re xalek ji xala şikesti ye. Lewre roja Tirkiye ava bû heta îro çend hilbijartin di Tirkiyeyê de çêbûn e, me kurdan ji bo partîyên sîstemê ray avêtin. Di vê berdewamiya avêtina rayên me re jî partîyên sîstemê dialiyê serkevtina Tirkiyeyê û şelandin, îmha û înkara kurdan re rûyê xwe nişan me daye. 

Belê êdî kurd hişyar in. Kurd dê vê hilbijartina 30 adarê a sala 2014’ê dîtinên tarî tevlihev bike û tifaqiya xwe nexşîn e. Dê vê hilbijartinê raya xwe bi mînaka namusa xwe, xwedî derkeve û dê xwedî derketina xwe re xwe pêtir nêzî aştiyê bike. Di vê sedemê de divê tev kurd vê hilbijartina 30 adarê a şaredaran girîng bibîne û ji bo bijartin û serkevtina namzetên şaredariyên xwe pir îza û xîretê bikêşin.

Em dizanin ku didawîyê de partîyên sîstemê bi tev polîtiqayên kirêt re rasti me hikomdarî dikirin. Em her dem kiş hev kirin û bi polîtîqaya wan re em bûne neyarê hev. Wekî dibêjin “kew dijminê serê xwe ye,” bi vê wateyê em bûn xwîndarê hev.

Bi mînaka gotina wan a rayên xwe parçe parçe nekin re, em xapandin. Ev gotina xwe pir xalan de ji me re gotin û me jî bi mînaka sefyaneyan baweri bi wan îna.

Ji me re ray a xwe nedin partiyên kurdan, lewre ew qazanç nakin û dê raya we pûç bibe. Mixabin e xwedî ray a xwe bibin, digotin û hilbijartinên dawîyê de pir ji me baweri bi wan îna û me rayên xwe dane wan..

Ray a xwe bidin partiya îqtîdarê ku ca raya we ji welat re karekê bine û ji aborîya welat re bibe çaresri. Me jî raya xwe didan wan û roj bi rojê herêma Tirkiyeyê bi mînaka baxçeyê buheştê xweş dibû, herêma me jî ê pêş çavên me.

Ray a xwe bidin mirovê xwe, aşîreta xwe, bira, pismam, ê ji xwîna xwe û hwd. ku ca ji we re karek girîng bikin. Ên ewan digot raya xwe bidinê jî kurdê alîgirê wan bû û ji minfaetê xwe zêde çavên wi çu nedidît.

Ew partî an jî endamê qazanç neke re dê seba çi raya xwe bidinê, raya xwe bidin wi ê qazanç bike. Bi vê gotinê re cudahi diêxistin nava namzetan û pêşîya hilbijartinê namzetê xwe yêkemîn ê me jî bêwate diînan ziman.

Ev mantiq û dîtina wan ev bisalan e ê pêş çavên me û me tu caran jibîr nekiriye û ji bîr jî nakîn. Divê tev van bûyeran û bûyerên wekî vane em kurd aqilê xwe bînin sere xwe û li xwe zivirîn.

Caran mirov dimîne gomanê de.

Herê gelo ewên bi vê polîtîqayê re rêberîyê ser sere me dikin û hemberî me sekini, ew gotinên jor û ên wekî wan di nava vê awazê de ji me re dibêjin. Ecêba evê dîtinê di xîmê dîtina teva geli re, an jî bi dîtina xwe re bi mînaka şîroveyan ji me re dibêjin?
An jî ev avazên wan tenê polîtîqaya hindik ji wan mirovan e, an jî bingehê tiştik dî de dixebitin. Heke mirov bi kûrahiya hizirên xwe de hilkulînekê bike ev mirovene ewin ewên di xizmeta dewleta tarî de dixebitin. Wekî em berdayî nava pir tarîtiyê de, bi van gotinan re em carek dî têkirin nava vê tarîtiyê a gor dile wan. Aha ewin bi sed salan e me xapînin, bi mînaka rûvi çepan diêxin ber me, aqilê me tevlihev dikin û bixîreta me re xwîna me dimêjin.

Lîstika di 17 kanûna sala 2013’ê de kevti sîyaseta Tirkiyeyê, tev polîtîqaya partiyên sîstemê tevlihev kir.

Cemaeta hikometa AKP’ê bi destê xwe nava dewletê de cihkiri û tev qadroyên dewletê dayî destê wan, niha serê wan bû bela.

AKP bi vê bûyera xwe re kevte qoletaniyê û şerê paqijkirina sîyaseta xwe dike. Ew niha ne gomana pirsgirêkên nava Tirkiyeyê de ye. Ew gomanê de ye ku dê çawa qadroyên cemaet kevtiyê paqij bike. Dê xwe çawa ji vê kirêtiya dizi û talana ew kevtiyê de xilas bike. Lewre demara diçe mêjiyê wan hate birin ji taqet kevtin. Divê vê demarê tedavi bikin.

AKP di vê têkoşîna paqijkirina xwe de, xetek zirav de jî disekine. Çimkî divê dilê hindik alîgirê cemaetê jî qazanç bike. Di van gomanan de pir namzetên şaredariyên bajar û navçeyan de wan didanê. Mînak gor gotina ew namzedê Şaredariya Bajêrê Mezin a Wan’ê jî yek ji wan namzedan e. Binyatê vî namzetê wan ê Bajarê Mezin ê Wan’ê digehe cemaetê.

Lewre piştî neyariya cemaet û AKP’ê niha cemaet bi mînaka kadeya ser destexanka AKP’ê û CHP’ê sekine. Di vê dîtinê de AKP “dîtin ezim, ne dîtin dizim” dibêje û destdirêjiya wê kadeyê dike.

Ev kadeya (cemaeta) ser destexanka partiyên sîstemê çavê CHP’ê jî ronî dike û madê wan jî xweş dike.

Di vê navê de ew CHP’ya di aliyê çareserkirina pirsgirêka kurdan re polîtîqaya dewleta kûr de sekine, rûyê xwe ê bi mînaka eleh (kartal) a êrij dike endamên cemaet û ên MHP’ê. Tev bajar û nevçeyan de rexgirên cemaet û rexgirê MHP’ê dike namzedê şarederiyan. CHP bi mînaka zîvê du ser e, aliyekê wi seri aliye dî jî sere di re polîtiqaya xwe rêvedibe. (Colemêrgî bi tirkî ‘kırkayak’ re dibêjin zîv.)

Divê em kurd van polîtîqayên wan ên kirêt baş fêhm bikîn, çi kirêti û qirêj di dile wan de ye bizanin, gor hindê jî namzetên xwe bijêrîn.

Çimkî me kurdan ji tu kesê an jî tu gelan re, inyeta şeri çu nîn e. Em dibêjîn şer kirêtiye, rûreşiye, xîzaniye û şer dibe sedema windabûna aborî û ji dest danîya jîyanê ye. Bi her ray avêtina me a namzedên serbixwe re em dê pêngavekî pêtir nêzî aştiyê bibin û dê welat bikeve bin tîrojên aştiyê.

Aha di vê xalê de em dibêjîn ey kurdê aşitîxwaz, ev fersendeyek girîng e, ray a xwe bide namzedê xwe. Ray a xwe bide namzedê xwe ku ca tu jî bibî şirîkê rêveberîya şaredariya xwe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10