Omer Dilsoz

Refleksa neteweyî nik me kurdan

19 Eylül 2011 Pazartesi 19:01

Van rojên ku “Tirkiyeya Recep Tayyip Erdogan” li welatên Erebî “cendirmetîya Amerîkayê” dike, ji aliyekî ve mertalên fuzeyan ji bo parastina Israîlê li bajarê Meletîyê vedide û ji aliyekî ve jî, dersa “laîktiyê” dide şêxên ereban, çend serkêş û nûnerên fraksiyonên Kurdistanî li Amedê, ji bo guftûgokirina “pirsa neteweyî ya kurdî” konferansek li dar xist.

Ji aliyekî ve, îro (19 Îlon 2011) deriyên xwendegehên Tirkiyeyê li zarokên kurd jî vebû û hê jî li vî welatî “perwerdeya bi zimanê dê û bavan qedexe ye”, ji aliyekî dîtir ve, Dadgeha Bilind bi biryarekê aşkere kir ku ew ê Kongera Asayî ya BDPê ya 2yê bidin ber vekolînê û dê lê binêrin ka çi hêmanên “sûc” tê de hene an na.

Her weha di bin siya kasêta hevdîtina MÎT û PKKê de, ji bo operasyoneke berfireh a li ser baregehên PKKê ya hem ji erdê ve hem ji esmanî ve, mijara behs û gotûbêjan e û çavdêr, liv û lebatên van rojan, wekî “ba û bagera berî barînê” dinirxînin û xuya ye, gelek kes li bendî encama operasyonê ye da ku “fikra xwe ya rast” paşê derbibirre.  

Van rojên ku tansiyona siyaseta Tirkiyeyê ya der û navxweyî gelekî bilind e; parlamento dê bo sala nû ku li ber e li ser çêkirina Destûreke Nû nîqaşên berfireh bêne kirin, deriyên xwe veke. BDP ji bo sûndxwarinê hê jî dudil e û digel vana hemûyan, ev bû çend hefte ku parêzerên Ocalan bi wî re rûnanin û ew jî aliyekî dîtir ê girj û aloziyê tûjtir dike û dihêle ku tansiyona kolanê bi dengê MHP û BDP-PKKê zêdetir li hev bixurrin.

Bi aşkerekirina kasêta navhatî dengê MHPê û bi girtina ji doza KCKê ya hin xelkê sivîl, operasyonên hewayî û astengkirina hevdîtina Ocalan jî BDP-PKKê radike ser piyan.

Bi lêkdanan van aliyan, gelo tê xwestin “her tişt jêk safî bibe?” an jî tê xwestin “her tişt pirtir aloz bibe?” an jî mebest ew e ku bi lêkdana van hêzan “hefsar bi timamî bikeve destê hêzên KESK ên di bin serkêşiya AKP û RTE de?!”

Helbet, her plan û operasyona “navxwe û ji derve” ve xwedan hin armancan e ku hinek ji vana bo hundir in, hinek jî bo derve ne; hinek ji îmajê ne, hinek jî stratejî ne.

Vêca ligel vana hemûyan, wek kurd û xelkê Kurdistanê, wek partî û fraksiyonên siyasî yên li ser nave kurd û Kurdistanê têdikoşin, di nav vê hengamê de xwedan planeke çawa ne?   

Gelo van rojên ku behsa têkdana konferansên neteweyî ya bi beşdariya hemû layenên kurd û Kurdistanî tête kirin, refleska neteweyî ya kolan û sikaka Kurdistana Jêr û Jor çawa ye?

Vê pêla ku Ereb bi “bihara xwe” şekl û şemalê xwe diguherin, reform û ronesansên milî di welatên xwe de durist dikin, wek xelkê sivîl û medenî yê kurd, refleksa me ya hemberî guhatinan çi ye?

 Gelo me kurdan çend hay ji hev heye; edebiyata “çar parçeyên Kurdistanê” û hesasiyetên li dora vê têgehê me li nik xwe hewandine, gelo di jiyana pratîk a me de çend karîger e?

Tirkiye, van rojan hem ji bo serxwebûna Filistînê dîplomasiyê dimeşîne hem jî ji bo operasyoneke pekan a li ser Qendîlê li rê û rêbazan digere; Siyaseta ji bo “Ereban Edet e, ji bo kurdan Qebahet e” a Tayyip Erdogan, ji aliyê rêber û serkêşên hemû fraksiyonên kUrd û Kurdistanî ve çend tête zanîn?

Muhtemelen, heke mamê Obama izin da Erdogan, ew ê xwe li Qendîlê biceribîne. Lê di meseleya Îranê de mimkûn e pirûz çêbin, ji ber hindê “plana operasyoneke hevbeş a Îran û Tirkiyeyê” dibe ku li dîwarê Qesra Spî ya Washingtonê bialiqe.

Lê ligel van hemûyan jî, tiştê ku dê çarenivîs û qedera me kurdan zelaltir bike, REFLEKSA NETEWEYÎ YE.

Bi kurt û kurmancî; Heta kurdê jêr û jor, li ser êşên hevdu nekin gazî û qîrîn, di hawara we neçin, qencî û xêra hevdu naxwazin, hurmet û rêzê li hevdu negirin, gîskê hevdu yê gurrî bi beranê hogiç ê xelkê nedin, serwerî û dilweriya hevdu ji bindestiya xelkê birûmettir nezanin û destê xwe nedin hevdu; em ê neşên behsa peydabûna REFLEKSEKE Neteweyî bikin.

Refleksa neteweyî, bi konferansên li qatên bilind a di nava çend hizb û partiyan geş nabe, erê, mimkûn e, ev konferansên weha rê li hin geşedanan vekin lê heke xîmên vê pêkhatinê ji nav gel de nesendirin û belav nebin, dê wekî binaxê ser befirê bît/be.

Heta kurdê Hewlêrê bi girîna zindaniyeke kurdê Amedê nehese, heta kurdê Qamişlokê bi rondikên dîlekî Mahabadê yê li ber dare sêdara rejîma Îranê nehese; Heta em kurd êş û şadiyên xwe, bi dilxweşî û hişmendî neşêbin li ser destexana neteweya xwe parve bikin, em ê li ber bihara ereban a derewîn, xewnên xwe ji hev du re şîrove bikin.

-Li vê derê ez dixwazim dostekî xwe yê hêja Hemîd Dilbahar ku ji ber xebatên kurdewarî 16 salan ceza lê hatiye birrîn û niha di Girtîgeha Erziromê de ye, bi bîr bînim û van rêzikên xwarê bo wî dikim diyarî:

 

-Gava gotin zîz bûn-

-Ca rûne em biaxivin bîskekê

Wekî berê

 

Sertarê çiyayên dilî terazineke ber keviyan

Sosin lê disîsin

Nêrgiz li panava hindav bi bawerzê re dilîzin

Sîtavkek li ber çavan dinûse

Ne xewn e ne xeyal e, ne jî rastî li ber dirêsin

Ev e tenê bawerzîneke dilî ye

Çol e,

Beyar e

Bê war e

 

Li nav gundê dilî bayek radibe

Ji demên kelekela ciwaniyê

Saet têra axaftinên me nedikirin

Li ber dîwarên malan

Bi hevalkî, bi destebirakî

Na na, ne saet, me şev kal dikirin

Spêde li ser banikên şaneşînê li me dibişirî

Xew dihat,

Xewn diherimîn

Şev zîz dibûn

Roj dibeyirîn

Lê axaftin…

Axaftin çu carê ji me sar nedibû

 

Nizanim em hind bi çi diaxivîn jî

Gotinê gotin dibir

Sohbetê sohbet kevin dikir

Car em şahsiwarên xewnên belek ên siberojeke ronak bûn

Car jî dilxwazê dinyayeke li bin pêlavên me

Me ji xeyalan yar çêdikirin ji xwe re

Ji xweziyan welat ava dikirin

Dûmahîkê çi bûba jî

Em her serdarê vê birbiranê bûn

Û di deftera me de tunebû “şikestin”

Sernixwînî bo me navê dî yê “mirinê” bû

Bi qasî asoya çiyayê çavên me dikudand,

Em xwedan xeyalên hin fireh û hin mezin bûn

Ma şoreşa welatekî çi ye,

Me dinya rizgar dikir heval!

  

                  Paşê

Zeman hat û dewran geriya

Rojekê ji rojên ber bayê felekê

Bo cejnekê zingînî bi zengila telefona min ket:

-Ho hevaloo

-ho delalo

Nizam ji bo çi

Ji bilî silav û xweşbêjiyeke ji çar an jî pênc peyvan pêk tê

Me neşiya çu gotinan lêk biresin

Ka çi bû bi wan “axaftinên” me?

Kê dizîn

Çi hat bi wan xewn û xeyalên me

Ew ên wekî wê zaroktiya me pak û paqij

Ter û tereh

Bêguneh

…?

Bu yazı toplam 4516 defa okunmuştur