Silêman Feqiyanî

Referandûma bin siha çekan

15 Eylül 2010 Çarşamba 17:32

Îro sêzdeh îlon e. Me meha minbarek a remezanê û eyd/cejna remezanê paşda hêla. Di dawiya cejna remezanê de jî referandûma çend xalên makeqanûnê jî paşda hêla.

Nik me misilmana meha remezanê ji hemû mehan pêtir pîrozwer e. Di vê mehê de mirovê têr û tiji, ji rewşa mirovê xîzan û bêrsî re dipê hesin. Navbeyna mirova de di vê mehê de nêzîkbûn û germahi dikevîtê. Navbeyna mirova de di vê mehê de xîmeyê birati û hevaltiyê dikevîtê.

Dawiya vê mehê de cejna bi navê vê mehê de an ku cejna remezanê de ên sil bihevra diaxivin. Navbeyma mirova de xîmeyê mafê mirova tê danîn, şer rawstin, aşti çêdibe.

Di dawiyê de me bihîsti bû û xwendî bû ku Tirkiyeyê de têkiliyên ol û têkiliyên dewletê têkil bi hevre nabin. Welat de ol cida û şolên dewletê jî cida dikevin xebatê.

Belê mixabin di vê meha remezanê a minbarek de têkiliyên dewletê û ên oli tevlihev bibûn. Dewlet kevtibû bin bandora ol i.

Ey welatiyên di Tirkiyeyê de xwe welatperwer tînin ziman, çavên xwe vekin dem ma ku şerîat bikeve nava makeqanûn ê. Belê ma ez ji we re çi bêjim. Di vê referandûmê de hate dîtin ku hûn kor in û hûn pêtir ji AKPê re alîgir in. Lewre AKPê xîmê xwe di welat de qahîm danî û rexgirê xwe ên bijarti danîn hemû xalên welat de.

Dê bê gotin ku çawa?

Me hemûya bi çavên xwe temaşeyî televizyonan kir ku pir bajêra (bi zêdehî bajêrên mezin) bi xwarina fitarê re bi hezara re bihevre kom bûn. Çend kombûnên bi hezara mirova de AKPê propogandaya referandûmê kir û ji mirova re “ji referandûmê re bêjin erê” gotin.

Hate dîtin ku meha minbarek a remezanê di binecih de têkilî armanca xwe kir in. Wekî meha remezanê a minbarek her we cejna remezanê jî di armanca xwe de bi kar anîn. Bi aşkera meha minbarek û cejna minbarek wekî mifteya sîyasetê ji xwe re bi kar anîn. Di bin xîveta oli de bi hest û ramanên misilmanên xîzan re leyîst in.

Herê gelo heke ev rêber û endamên Partiya Spî dibingeha oli de misilmanên pîrozwer bin, ew çawa çêdibe ku mirovê bêsuç dide kuştin. Ew çawa çedibe meha remezanê a minbarek ji bo berjewendiya xwe bi kar anîn û ji xwe re kirin malzeme. Di aliyê kuştinê de jî nizanin ku mirovê misilman, ê oldar, mirovê bêsuç bikuje dê bibe qatil.   

Rasti cejna remezanê ewan di aliyê xwe de bi kar anîn. Di aliyê kurdan de jî cejna remezanê cejna reş, cejna dilsar, dilkul, dilxem hwd. û çavrondik bû. Lewre zalima bi gotinek dî ên çavên wam ji xwînê têr nebû di vê cejnê de agir êxist nava malbata neh kurdan. Wek malên neh kurdan, agir êxistin cegera tevî kurdên bi ar û namûs.

***

Bi derbazbûna meha remezanê û cejna remezanê de jî me got refendûmek li ser xwîna kurdan hat û çû.

Di sîyaseta Tirkan de wekî sîyasetên dawî ev jî bikirêti û qirêjû borî. Serokên partiyên tirki cihê çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurdan tû axaftinên çareserî neaxaftin, yalniz bihevre kirêti kirin.

Ser kirêtiyên xwe destê xwe ê qirêjû ji pistahê kurdan nekêşan. Aliyekê operasyonên şeri nerawestandin, ciwanên kurdan kuştin û xwîn rêtin ser axa welat. Aliyê dî de jî ji bo referandûmê di aliyê kurdan de fitne û fesidiyên xwe berdewam kirin.

Gor wan kurd di vê referandûmê di aliyê boykotê de pêkutî li kurdan dikin. Nahêlin kurd biçin ser sindoqê.

Herê gelo ev zikreş û rikgirtiyên çavtarî nabêjin xwe, em jî ji bo erê an jî na ê pêkutî ligeli dikin. A wan hingîv û nîvişk e, a me kurdan jî jaji û kurure (kirure) ye. Ew demokrasîyê çawa şîrove dikin ez tû jê fêm nakim. Ew dê ji referandûmê de bêjin “erê û na” ev demokratîk e, belê kurd jî dê bêjin “boykot” ev nedemokratîk e.

Di aliyê herî girîng de jî tev sindoqên bajêrên kurdan de bi deh, bîstan melkemotên bi çek û rext re sekinî hebûn. Dema ev melkemotên wekî dahbeya mirov dibînî, zirava dilê mirovi dibizdî û mirov wekî nesaxê ta girti we dileriz e.  Di bin siha çekan û potînên ramboya de hilbijêr dê çawa dengê xwe bidin û ew çendî demokratîk e, bila wê pirsê jî ew li xwe bikin.

Ji Xwedê bitirsin ji Xwedê. 

Di vê guhertina çend xalên makeqanûna Tirkiyeyê de kurdan bin sîvanê boykotê de tifaqbûn a xwe kifşkirin. Bila kurdên di vê tifaqbûna kurdên welatperwer de cih negirti, ji xwe re mînaka derêxin û ji xwe şerm bikin.

Bu yazı toplam 5409 defa okunmuştur
sıpas
 // rojhat elih
deste te sağbe xode alikariye bide hawale wake te u kürde bi şeref...
16 Eylül 2010 Perşembe 10:57