Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rê li perwerdeya Kurdî ya taybet vedibe

Rê li perwerdeya Kurdî ya taybet vedibe

Li gorî hin agahiyan, pakêteke nû tê amadekirin ku ji gelek madeyan pêk tê.

Ligel madeyên sererastkirinên qanûnî, tevdîr û pakêtên aborî, yek jî derbarê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê de ye.

Li gorî wê, biryar e ku di xwendegehên xweser û xwemalî de rê bê vekirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bête dayîn.

Ev pêngav ji bo geşedana Kurdî gelekî girîng e lê pirs ew e, gelo em Kurd çend ji bo vê amade ne û ev perwerdeyî dê li kîjan xwendegehan bête dayîn?

Weke em ji medyayê fêr bûn, li Amedê amadekariya zanîngeheke kurdî tê kirin. Her weha li Wanê Medreset-ul Zehra ku projeya Seîdê Kurdî bû, li pêş e.

Lê weke dî?

Çend kolej û xwendegehên xwemalî yên kurdan hene û kurd dê vê pêngavê çawa pêşwazî bikin?

Ez hizra tevgera legal a siyasî ya Kurd nizanim.

Gelo dê li hemberî gaveke weha helwesteke çawa nîşan bidin?

Meraq dikim, lewre jî dipirsim; Çi hazirî bo vê yekê hene?

Ez fikra xwe bêjim; Divê karsazên kurd, demildest xwe bidin ber vî barî û li her bajar, navçe û heta gundekî Kurdistanê dest pê bikin kolejên taybet vekin û demildest dest bi perwerdeya bi Kurdî bikin.

Heke qanûnên dewletê gavekê dide we, kulekekê li ber we vedike hûn deh gavan lê zêde bikin û wê kulekê bikin pencere. Qanûn weke lastîkê ne, tu dikarî bikêşî û bi rexê xwe ve fireh bikî. Tenê bila planeke te hebe û tu jidil xwe bidî ber vê pirsê. Jê pê de her der li ber te deşt û leylan e.

Siyaseta kurd dikare ji niha ve ji bo bingehê vî karî durist bibe, hin amadekariyan bike û serkêşiya vî karî bike.

Jixwe heke te kolej wergirtin xwendegehên dewletê hebin çi ye nebin çi ye…

Helbet, dê roja wê jî bê lê îro divê gava li ber dest herî baş bi kar bînin.

Bi hêviya rojên xweş û azad!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi