Omer Dilsoz

Rahêle befrîkê û bimale ruhê xwe

27 Ocak 2012 Cuma 22:47

Sal temendî tanekî rojê bûn di birk û tîrka hişê min de. Bîranîn wekî hêlîna berkutkê li sînga zinarê, penîçav bûn ji gotin û galegalên devrêjan. Niha mefhûmên ‘dem û salûwext’ê hestek bûn ji gulteyên berifa êvarê nijintî û bîskeke dî min ê rahişta berfîka dilê xwe û bimalişta û her tişt dê weke berperrek spî ya nû ji nû ve dest pê bikira di gergêranka dilê min de.

Heçî dil e, ew, verêjeke ber xunavê mayî, bîskeke dî dê tavşirînk lê bihata xezebê û şûna wê jî dê ript û zuha bûbûya. Lêv zuha, çav zuha, dil zuha û mejî di gerexwînka şûnê de diperpitî…

Hişî car dî ji xewê çavên xwe dipeland û wekî tîtika ser darê dest bi awaza lixwegerîneke nû dikir. Nû û xwenûkirin, wekî kirasguherîna mar û marmarojên ber berojan tûvil û topil ji kovil û kuvarkoka xwe dirûçikand û bêhneke dî hemû bîrhatinên ji kela salan vêk ketibûn dê bi ber berfîka ruhekî tezingdayî biketa û dilê min dê careke dî xwe ji nû ve bimaliyaya.

Gava destên bi tayê dageriyane velerzeke har rondik vedimalîn, hê jî lêva jor xwe ji ya jêr venekiribû da ku peyvên wekî napalmekê tê de ariyane xwe di valahiya erd û asîmanan bixin.

Dengek ji wê de bi newayeke soj gazî dike bi sê dengan; “Ruhê xwe bike berfîkê û bimale ji gend û gilêşa temendî umrê tûsilekê dirêj!”

Ya li min qewimî, tiştekî welê ye ku dengine ji nepeniyan gazî min dikin; Sal temenê perperikekê tanek ji danên rojê ye, lê hêmin welê tê ku ev roj ji sed salan jî dirêjtir dibe û ruhê min di ber berfîka hişê min gulteyeke befira ber xezeba nixteyên avrêlê û wekî ku avetîrka bîrhatinan bi ser dilê min de dike gujeguj û dê bîskeke dî ber bi warekî nepen ve bi çar gazan bi firê bikevim. 

Bu yazı toplam 3173 defa okunmuştur