Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Qîrîna Bêkesa

Qîrîna Bêkesa

Tenê ez nabêjim. Tev cîhan “ziman mirov e, mirov jî ziman; mirov bi zimanê xwe re mirov e” hwd. dibêjin. An jî ziman xîmeyê binyatê mirovi ye. Dema xîme herifî, binyatê mirovi bi mirovi re winda dibe.

Heke yek bi evan gotinan re bêje xelet e, ew nemirov e. Ji van nemorava, ên înkara xwe dikin dinava kurdan de pir hene.  Hêvîya me ew e, kurd jî wekî gelên cîhanê xwedî xwe û zimanê xwe derkevin. Lewre ev ji bo jîna kurdan wekî xwarin, vexwarin û ba hewcetiye.

Ez di van hiziran de serê we zêde neêşînim, lewre mirov dikare vê şîroveyê bi sedan rûperan re nivîs e.

Ez bixwe jî gor fikr û ramanên xwe re bi nivîsîna zimanê xwe re mijûl im. Xwestina dilê min ew e, herêma ez lê dijîm de wêjeya devkî, a ji destê min tê wek belgeyekî nemir danêm nav rûperên dîroka kurdan.

Rasti peywira an ku wezîfeya tev kurdan divê eve be. Ev berpirsî ye, min ji xwe re şîyar girt û min jî gor hişên xwe dest bi nivîsîna çand û çîrokên kurdî kirin. Lewre ez bi xwe şahidim ku tenê herêma ez tê de dijîm de bi windabûna jîna hindik mirovan re herî çîrok, stran, metelok, folklor, çand bikurtasi wêjey a devkî hwd. winda bûye.

Wekî min goti divê tev kurd di vê berpirsîyê de xebitin ku çu nebe a naha di navbeyna kurdan de tê gotin berze nebe.

Destûr a we be, ez bêm mijara xwe a pirtûkên çîrokên min nivîsî .  

A rasti ez xwe dinava kubariyê de nabînim û kubariyê jî nakim. Belê di çapemenîya kurdî de, facebookê de û di weşanên dî de tev rojnamevan, rewşenbîr, lêkolînerê zimanê kurdî, zimanzanî û sîyasetvanê kurd ji bo xwedî derkevtina zimanê kurdî herî şîrove û daxuyanî dane, an jî weşandin e. Bi banga wan a “kurdî binivîsin, bixwîn in, bidin xwendin” diguhê tev kurdan de zingênê tîne.

Di vê rêka xwedî derkeftina zimanê kurdî de, xîreta TZPKurdî û KURDÎ-DER’ê jî nahê jibîrkirin. Êkere Partiya Civaka Demokratîk sala 2010 meha îlonê bi dijwarî xwedî zimanê kurdan bûn û bi hezaran kurd daketin kolana. Herî weşanxane, rojnameya Azadîya Welat û herî kovar jî ji bo xwedî derkevtina zimanê kurdî xîret kêşan e. Herî nivîskar, rojnamevan, romanûs û ê bêje ez kurdekî binamûs im di vî şerê xwedî derkevtina zimanê kurdî de cihê xwe girtiye. Ji bo xwedî derkevtina zimanê kurdî ev pêngavên wekî vane mirovi şad dike. Ez wan hemûya pîroz dikim û li benda wanim.

Mixabin gor serjimara kurdan, ev xîreta tê kêşan wekî dilopek e dikeve nava behrê. Ji bo xwedî derkevtina zimanê kurdî mirov di vê çarcovê de şîrove bike bawerim tu xeletiya wê çu nîn e. Carek dî ji bo xwedî derkevtina zimanê kurdî em xemsar nîn in.

Di van gomanan de, ez jî wekî wan dibêjim. Kurd bi xwedî derkevtina zimanê xwe re xwedî xwe derkevin, dê bibin nemir. Lewre ê pêş çav ku neyarê kurdan ji bo windabûna zimanê kurdî çend xîreta îmha û înkarê heye dikêşin.

Jor jî min gotibû. Kurd heta vê rojê xwedî çand û wêjeya xwe a  devkî derneketin û di vê sedemê de bi sed hezaran tiji pirtûkxaneya çand û wêjeya kurdî  a devkî winda bû. Di vê dîtinê de kurd di vê dawiyê de xwedî dernekevin ev windabûna çand û wêjeya kurdî a devkî dê bi duset hezar pîrtûkxana re zêde winda bibe.

Wekî gotinên rewşenbîrên kurd, ez jî dibêjim divê tev kurdên xwedî namus û şeref di têkiliyên kurda de çi bibîne û bibihe divê nivîs e. Belê divê ji bu çap kirin jî, weşanxane nazdariya nekin. Di vê sedemê de weşanxaneyên xwedî berpirsî, divê tamahiya malê dinyayê nekin. 

Lewre niha di destê min de  gor min ên herî girîng hindik çand û wêjeya kurdî a devkî heye. Ez bi şev û roj ser arşîva destê xwe de mijûl im û dinivîsim. Ez hindî ku bijînim jî dê nivîsim. Nivîsîna her hevokek ji çand û wêjeya kurdî a devkî ji min re jîna gelê min û a min e. Rawestan çu nîn e. Nivîsîn berdewam e. Hêvîya min ew e tevahî kurd, gelên cîhanê ji xwe re mînak bibîn in û vê bîrûbaweriyê de xwedî zimanê xwe derkevin.

Ji bo çap kirina pirtûkên xwe…  

Pêşîya niha jî min bi çend weşanxane, rojnamevan, romanûs û nivîskara re aliyekê bi mixabere aliyê dî jî bi tilêfonê têkilî kirin. Bi vê hewcebûna min re hemû jî rasti min bêeleqe man. Xwedî ji wan razî be, lewre hindik be jî min pirtikên xwe rastkirin û kêmasiyên wan gor xwe çareserkirin.

Niha hêvîya min ji xwedîyê weşanxaneyan re ev e. Xwedîyek weşanxaneyekê guhdariya bangê min bikin û pirtûkên min bidin çap kirin.

Di dawiyê de, ji bo çap kirina pirtûka xwe min xwe hewceyî kîjan weşanxane, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran kirîye nehewceye aşkera bikim. Di vê dewiyê de min pirtûkek xwe ji weşanxaneyekê rê rêkir, wê weşanxanê jî tu bersif ji min re neşandin. Belê carek dî bang ji nîvîskar, weşanxane, zimanzan, wêjekar û rewşenbîrên kurd dikim. Çu nebe yek ji wan alîkarîya min bike ku pirtûka min bide çap kirin.

Di niha de ji bo pêwendîya we ji we re spasiyê dikim.

Silav û rêz.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10