Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

QATÎ KURD PÊXWARINA MÊTÎNGEHKARAN E

QATÎ KURD PÊXWARINA MÊTÎNGEHKARAN E

Dawiyê de hikomet, bi taybet polîtîqaya dewletên dagirker ji bo bişaftina zimanê kurdan û ji bo îmha û înkara kurdan bi zêdehî şêx, seyîd, axa, mele û kurdên malbata wan zêde bi xapandin be, bi rişwet an jî di sedemek dî de be, ew xapandin û têrdikirin. Dema ew dikirin girêdayîyê xwe, êxsîrê xwe gor hindê jî zilm û zordariya xwe ser kurdan xortdikirin. Ji wan mirovên kurd ên me li jor goti kîjan ji wan kevtibe kapê (telka) wê dewleta dagirker ewan jî ji bo otoasîmilasyonê, ji bo înkar û îmhaya xwe û kurdan bi can û rih li benda dakirkeran sekinîn. (Nik me Coşlemêrgîyan dema çêlek, golik, hesp, mahîn, hêstir û hwd. hêwanek ji bo ku di bin kontrola wan de bimêne cihê xwe biçere girêdidin çiqê darekê, kevirekê an jî darekê serê wi tûj dikin û têdikin axê de bi wi re girêdidin. Ji wi ew cih û girêdayî çi be, ji wê re dibêjin kap.) Dewletên dagirker jî bi rik û bi polîtîqayek neyar re, ev ji sed salan jorve ye kurdan bi mînaka dahbeyan, bi mînaka neyar û xwîndarên xwe dibînin. Di aliyê tev dewletên vê xwezayê de ên dagirkr îroj jî vê neyari, rikdari û polîtîqayên îmha û înkara kurdan de hêvî û gomanên xwe berdewam dikin.

Di bîra min de heta îroj dagirkeran her çar perçeyên Kurdistanê de ev polîtîqaya xwe berdewam kirîye. Ev polîtîqaya dagirkeran de dewleta tirk cihek girîn girtiye û lîstikên ewan ser kurda leyîsti têra wan nekiriye polîtîqaya dewletên herêmê û a dewletên cîhanê ji hildaye bin bandore xwe.
Di serhildana nemir Mele Mistefa Barzanî de û tev serhildanên dî ên kurdan de tirkan polîtîqayek qirêj û rasti kurdan neyari û rikdari kirîye. Bi vê polîtîqaya xwe re tev dewletên cîhanê rasti kurdan kirîye neyar. Tirkiyeyê di serhildana nemir Barzanî de, bi dewletên xwinxwar û ên di xîmê emperyalîzmê de têr nebûyî, hêvîdikirin bazirganiya Rojhilata Navîn hildin destê xwe. Mixabin bi zêdehiya malê dinê re têr nebûn û rasti gele kurd bûn tifaq. Di vê sedemê de zilm û zordariya tirki, hezkirina tirki a îmha û înkara kurdan de ev dewletên qapîtalîst jî kirîne şirîkê xwe û ji bo berjewendîya xwe welatê kurdan kirîne çar parçe. Bi vê daxwaziya xwe re jî têkoşîna malbata nemir Barzanî û ên kurdê Tirkiyeyê de bi harikîna xwînê û xapandinê re ser serê kurdan zilma xwe berdewam kirîye.

Ev sed sale qedera kurdên her çar parçeyên Kurdistanê didestê tirki de bû û îroj jî qedera kurdan ê destê tirki de. Îroj jî bi polîtîqayên hikometa tirki re dîyare ku dê qedera kurdan didestê tirki de (gor wan) bibê nivîsîn. Bersifka wê jî bawerim ev e. Roja Emrîkayê ji bo desteser hikometa Sedam êrij biri li ser Iraqê, hikometên tirki ên wê rojê bi çepikên xwe re xwe hilavêtin hewa. Bi vê kêfxweşiya xwe re hêvîyên wan ew bû ku di wê fersendê de ew kurdên başur hildin bin zordariya xwe. Belê wan rojan esimanê hindavî Kurdistana Iraqê ji bo balefiran qedexe bû. Ev qedexekirina hewayê wê herêmê devê hikometa tirki a wan rojan bigilîzê herikand û ewan êdî herêma Kurdistana îraqê ji xwe re bi mînaka balolê dîtin. Gor wan Emrîka dê Sedam biêxe û ew jî dê bikevin axa Kurdistana Iraqê. Dê bitevahî axa Kurdistana Iraqê û bi taybet Kerkuk jî bekeve destê wan. Belê kurd “heta te karkir min barkir” dibêjin. Heta hikometa tirki a wan rojan ev hizirene di nava mêjiyê xwe xemlandin, kurdên Iraqê hikometa xwe avakirin û di aliye tev welatên cîhanê re hatin parastin.

Hikometa AKP’ê a îroj jî ji bo Surîyeyê di vê gomana hikometên xwe a dawiyê hizirdikin de sekinîye. Roja gelên Surîyeyê rasti hikometa Beşar Esad kevti serhildanê, hikometa AKP’ê çavri bû ew jî kurdên Kurdistana Surîyeyê hildin bin bandora xwe. Wekî kurdên Tirkiyeyê ser serê ewan jî zordariyê bike. Di van hişan de ewan bi hebûn û nebûna xwe re harîkariya rêxistinên rasti Esad harîkarî kirin. Di nava rêxistinên rasti Esad serhildan kiri yek jî El Nûsra û DAIŞ bû. Bi TIR’an re ji wan re çek û cebilxane rêkirin. Ji wan çek û cebilxaneyê re qisimek mezin kevte deste DAIŞ’ê. DAIŞ jî ew çend meh e ku di rêxistina xwe de berheviyê dike aliyekî çek û cebilxaneyên ji tirki hati, aliye dî de jî tev çek û cebilxaneya hikometên Iraq û Surîyeyê destdanî ser ji xwe re komkirin. Bi wê berheviya xwe û bi sedhezaran têkoşerê xwe re qebê cîhanê dixwaze.

Li vir jî planên hikometa AKP’ê wekî hikometên tirki ên berê negirt. Çimkî gelê Kurdistana Surîyeyê kantonên xwe avakirin, bi can, bi rih û bi xwîn xwedî welatê xwe derketin. Çendî hikometa AKP’ê harîkariya DAIŞ’ê kiri û çendî DAİŞ’ê çek û cebilxaneya Hikometa Iraq’ê û A Surîyeyê desteser kiri jî carek dî şervanên kurdên başurê Suyriyeyê xwe neberdan deste tirki an jî rêxistinek dî. Di mehan de û heta îroj DAIŞ bi çek û cebilxana xwe ku ev çek û cebilxaneyên wan ên pir giran di aliye Emrîkayê û Urisi re hatîne çêkirin ji bo imhaya kurdan şer dikin, carek dî kurdan bi îrade û baweriya xwe re berevaniya xwe kirin. Di vê berxwedana kurdan re hikometa AKP’ê vêzar bû û ji taqet kevt. Piştî hikometa AKP’ê bi mînaka hikometên tirki ên dawiyê rasti kurdên başura Iraqê pêngav paşde avêtin. Niha jî hêvîya hikometa AKP’ê ev e ku DAIŞ vê serhildana kurdên Kobanê bişkêne. Dema serhildana kurdên Kobanîyê kevt ew jî dê bigehin goman û kêfxweşiya xwe û dê ji pirsgirêka kurdên Surîyeyê jî xilasbibin. Hêvî û daxwaziyên wan ew kêfxweş nekir. Têkoşîna kurdên Surîyeyê qedemên wan şikêna.

Tev van gotin û dîtinan de xiyalên tirki roj bi rojê tevlihev bû. Têkoşîna kurdên Surîyeyê nakeve û DAIŞ mizefer nabe. Kurd “kero ne mire bihare heta şînbibe kîvare” dibêjin. Bila ew jî bi van xewn û xeyalan re bimînin ku heta kurd dest ji têkoşîna xwe bikêşe.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10