Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Propagandaya kirêt

Propagandaya kirêt

Vê domahîkê hikometa tirkan an ku hikometa AKP’ê dialiyê şeri de hiş û hizirên nava mêjiyê xwe ên ev heşt neh sale gomanê de êxiste rojevê. Di dîroka tirki de hikometan çend êrij birin ser hêzên kurdan, hin jî şerê psîkolojîyê de xwe mizefer înan pêş çav. Lewre tev saziyên tirki  û binyatê çapemeniya rexgirê şerê qirêj, bi pilingên pênûsvanan re kirêtiyên xwe înadin pêş çav.

Şemizariya şeri wekî boyaxê reş seruçavên xwe re henûn, aliyekî dinava welat de aliyê dî jî jiderveyî welat dê bibin sedema windabûna ciwanan. Bi sed dused an jî sêset hezar leşker û polîsan re tev teknolojîya sedsala bistuyêkê de ser çîyayê welat, ser newal, zevî, girê welat bombeyan dibarîn in.  

Belê di vê teknolojîya cîhanê de didestê wan de çi hebe û nebe dê hemûya têkin cerg û mêlakên ciwana. Bawerim piştî pir kuştina ciwanan re jî dê koçk û dîwanxaaneyên xwe rûnîn viran berdin û ser da jî şerabên xwe vexwin.

Rojname û nivîskarên kunciki de dinivîsin jî tembikirin e, ew jî dê qehremaniya wan a xeyalî binivîsin. Wekî vê dawiyê dinûçeyên televizyonan de û ser rûpelên rojnameyan nivîsînên welatperwerî dikevin rojevê. Çend balefirên ji bin çengê xwe bombeyan berdin, ew jî hind gilîzê ji devê xwe rêjin û hubrê ji kelemên xwe de dibarînin û kuştina ciwanan bikêfxweşî dibêjin û nivîsin.

Êrişên devreyî welat çendî înkar bikin jî bi hezaran leşker û saziyên şeri re kevtîne nava axa Iraq’ê. Çend çapemeniyên ejnebî vê êrijê biaxive jî ew carekdî birûyê xwe ê qayîş re “haşa me tu êrij nebirîne devreyî welat” dibêjin.

Ev aliyê şeri aliyek cidaye ji xemgînên kurdan re, êşek jî 23 kewçêrê bi erdheja serê gelê Wan’ê de derbaz bû. Min nivîsa xwe a 24 kewçêrê de jî de ser vê erdheja Wan’ê çend hevok nivîsî bûn. Belê ez bixwe jî di wê erdhejê de jîm û hiş û gomanên min tevlihev bibûn û bi wê beqembûna mêjiyê xwe re min ew peyv danîbûn ber kêleka hev. Hêcana erdhejî ez tevlihev kiribûm, ji bêxwedîtiyê cîhan pêş çavên min reş bibû.

Em dizanin serjimarîya Wan’ê ji milyonekê zêdeye. Ev serjimarîya jimilyonekê jorve re tu rabe bixîvetan re lêcihbûna welatiyan avabike. An ku ji welatiyan re bajêrên xîvetan (çadır) avabike. Bêje welatiyan “werin di van xîvetan de bijîn.” Hêvîya welatiyan a “avahiyên me pir zirar nedîtiye, heke em avahiyên xwe pêlîn û biçîn diwan xîvetan de bîjîn dê diz û talanî bikevin avahiyên me” nebîni, tu bersifka xîzanên welatîyan nadey. Di vê gotinê de têm. Welatiyan xîvet dixwestin ku berderê avahiyê xwe vedin û xwediyê avahiyê xwe bin, peywirdarên hikometê “nexêr hûn dê bên xîvetên me vedayî de bijîn” digotinê.

Ser vê qedexeya dana xîvetan welatiyan bi deh cara ji maseya qrîzê re telefon dan, pêle xîvetê, tu alîkarî jî nedan welatiyan. Hindik welatî ên wekî welatiyên jiderve hati, ên wekî hevserên polîs û leşkeran, ên wekî welatiyê rexgirê AKP’ê re jî dialîkarîyê de xendiqandin. Haşa nabêjim bila ji wan re alîkarî nehê kirin. Bila ji wan re û wekî wan tev welatiyan re wek hev alîkarî bê kirin. Di aliyê hindikan de cudahiya biêxin nava welatiyan wekî kirêtiya mafê mirovan divê bê tîtin.

Di aliyê dî de gor gotinan a pêş çav ev e. Hikomet û walîyê vê hikometê ji bo alîkarîya welatiyan xebat hildaye bin parwanê xwe, nahêle şaredariyên herêmê û hêzên demokratîk bikevin nava vê xebatê.

Carek dî gor gotinan welatiyê taxan ber avahiyên xwe û avahiyên xwe ji diza parêzin deh cara pêtir ji masaya qrîzê re telefon vekirîne mixabin pêle xîvetan bidin wan tu alîkarî jî nedane wan.

Wekî mezinên kurdan di gotinên xwe de “mal û malxê bûne şirîk gamêş dikulekê de derêxistin e” dibêjin, peywirdarê AKP’ê, dizên ji devre başêr hati û dizên bajêri jî bûne şirîk alîkarîya hati nîvek dizîn e. A ji xwe re veşarti ew veşartin e, a neveşarti jî firotîne welatiyan.

Çapemeniya dewleta boyaxkiri jî vane nabîne tenê propagandaya AKP’ê dike, guliki dike gamêş. Bicihala pere û alîkariya dî dibare Wan’ê belê dawiya pereyan bêseruşûn e û binê cihala jî dirîyaye tu alîkarî dîyar nake. Televizyonên alîkarê AKP’ê vê alîkarîyê biserê bilin diînî ekranan belê newekî gotina wan e. Lewre dest dizane kanê kîerd dixwire ê nedîti nizane kanê êşa welatiyê wanê çiye.

Di vê şeva borî de jî gor nûçeyên televizyonên aligiriyê nadin AKP’ê 34 muxtaran seba alîkarî nagehe destê wan û di vê sedemê de rasti hilbijarê xwe şemizarin dest ji muxtariyê berdan.

Ev e rûyê rikdaran. Ev e miftela û xîzaniya welatiyê wan’ê. Ev e çîraçepên di nava belavkirina alîkarîya di Wan’ê de tê belavkirin. Ev e ji bo kuştina ciwanan re rika dilka wan û qirêja kevti nava mêjiyê wan.

Ma tenê ev in, bi sedan wekî vane di vî bajêrê xemgîn û xwedî nalîn û ji bo windabûna ciwanan de diborin.

Belê tê zanîn ku mirov bi rik û xwîndariyê re têr zikê xwe naxwe, êkere biprapagandaya zikreşi û ji minfetê xwe re zirarê bide mirovahiyê qet têr naxwe. Mirov bi fêhlmêrî û bi xwedî derketina mafê mirovan re serdikeve. Lewre di cîhanê de ên xwedî rik û xwînrêtinê sernekevtîn e û sernakevin jî.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10