Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Polîtîqaya AKP'ê a pırsgırêka kurdan

Polîtîqaya AKP'ê a pırsgırêka kurdan

Gor dîtin û gotinên rêhevalên R.T.Erdogan, çareserkirina pirsgirêka kurdan dest wan de ye û dê pirsgirêkê çareser bikin. Belê gor daxuyanîyên serokwezîri; daxuyanîyên wi bi xilafan re xemlîye.

Rasti nava mêjiyê Erdogan de bawer nakim ku tiştik wahe hebe. Têkoşîna wi a çareseriya pirsgirêka kurdan bitevahî rojqetandin e û ji bo demek kurt de hiş û ramanênê geli aloze kirin e. Tev bendewarîya wi vê bijartinê de jî hest û ramanênên geli re bileyîze. Lewre ew hîn wê bû ye. Bijartinên dawî de jî hest û ramanên geli re leyîst û bi vi terzi serkefti bû.

Belê dem û deqîqeyên wi, dem bi demê nakevin ber hev. Demek tê dibêje spî, didemek nêzîk de a goti spî re dibêje reş. Rojek tê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan rêzdar Ocalan re hevdîtinan dike, rojadî jî yek ala, yek gel û yek dewlet dibêje. Bi van yekên xwe re înkara tev gelan dike.

Rasti hiş û ramanên R.T.Erogan wekî mînaka fîlma nemir Kemal Sunal e.  Nemir Kemal Sunal di wê fîlma xwe de hevalek pir dewlemend hebû. Hevalê wi ê dewlemend hemî êvariya bi wi re mey vedixwar. Dema serxweş dibû pere didan Kemal Sunal. Li mala xwe dikir mêvan. Qedirek pir girîng bi wi re digêrt. Belê hevalê wi ê serxweş dema sibê ji nav nivînên xwe derket, serxweşiya wi nema. Hişên wi dihatin seri û înkara Kemal Sunal dikir. Kemal Sunal nenayîsî û aliyê mihafizên xwe ve dida qotan û diavêtin kolanê. An ku dema hevalê wi serxweş be, Kemal Sunal bi xwe re heval didît, heke serxweş nebe jî Kemal Sunal pêneqûn dikir.

A AKP’ê jî ev mînak e. Polîtîqaya wan roj bi rojê, şev bi şevê guhere. Dem û deqîqeyên wan nabin yêk. Rojekê dê gotina “çareseriya pirsgirêka kurdan destê me de ye û em dê çareser bikîn” dikeve rojê, rojadî jî ji bo qirana kurdan çi tê kirin ewê dikin û dest ji polîtîqaya înkar û îmhayê bernadin.

Di vê berdewamiya axaftinên xwe de “em dê bi kurdan re hevdîtinên çareserkirina pirsgirêka kurdan bikîn belê em bi terorîstan re tu hevdîtinan nakîn” dibêjin. Tenê ê ew dibêjin terorîst in, kî ne û ji kîderê hatine wê nabêjin. Dem bi dem cenazeyên ewê ew dibêjin terorîst in, ê tên welat û rondikên dayikan bixwîn diherikin. Ji bo cenazeyan bibin qebristanê bi hezaran kurd dirijin kolanan û dimeşin. Bi hezaran sîyasetçî, rewşenbîr, rojnamevan û xwendevan, gor AKP’ê harîkariya terorîstan kirîne û têkirîne heps û zîndana. Her we gor wan ewên heps û zîndanan de jî terorîst in.

Kifşe ku polîtîqaya AKP’ê de xalek kor heye. Lewre ewên ew dibêjin terorîst, bi tevahi zarokê kurdê ew hevdîtinê bi wan re dikin in. Heke zarokê kurdan terorîst bin gor wan kurd jî terorîst in. Ew kîjan kurdê xeşîme ku vê dîtina wan nezan e.

Heke dê pirsgirêka kurdan çareser bike dê çawa kurdan û terorîstan ji hev cida bike. Heke gor wan kurd terorîst in, ku ew wesa dibînin, wê demê dê bi kî re hevdînan bikin. Dê çawa bêjin kurdan “dê bi te re hevdînan bikim belê kurê te, birayê te, xwişka te, keça te û hrw. terorîst e bi wi/wan re hevdînan nakim û dê koka wi/wan qelînim.”

Heke hiş û ramanên wan di aliyê çareseriya pirsgirêka kurdan de hevdîtin hebin, ma nevê navêkê bidin wan hevdîtinan. Dê bi kî re û bi çi şertumercan pirsgirêka kurdan çareser bikin. Ez bawer dikim ku cîhan û di vê xalê de kurd jî tu baweriyê nadin hevdîtinên wan ê çareseriya pirsgirêka kurdan. Lewre ev deh sal e hikometa AKP’ê ji çareseriya pirsgirêka kurdan re diaxive, hûr hêre û gir rêse, dawiyê jî xîmê wê ser cemeda şîn avadike. Di vê sedemê de wekî min goti ew kîjan kurdê xeşîm e ku baweriyê bide van hevdîtinên AKP’ê.

Ha vê jî bêjim. Bila tu kes nebêje ku ez hêvîyan nakim ku dawiya van hevdîtinan de pirsgirêka kurdan çareser nebe. Wekî tev kurdan ez jî hêvîyê ji Xwedê xwe dixwazim ku pirsgirêka kurdan çareser bibe û êdî ciwanên kurd û tirk jîyana xwe winda nekin. Rondikên tu dayikan neherikin, dilka tu dayikan nesoje. Kurd û tirk wekî xwişk û birayan bi hevre ser vê axê bijîn. Belê kanêê. 

Kifş e ku ev polîtîqaya wan wekî nanê sêlê ye. Lewre rûyê nanê sêlê her du ali jî dikevin ser sêlê û ber û pişta wê jî disoje û bê rû ye. Polîtîqaya wan jî ne berê wê kifş e, ne jî pişta wê.

Ev baweriya çareseriya pirsgirêka kurdan dê çawa ji dilê me derkeve. Kengî hikometa AKP’ê xeta xwe a çareseriya pirsgirêka kurdan kiş kir, navek danê van hevdîtinan. Kengî welatîyê kurd û tirk, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û tev saziyên welat rasti aştîya vî şerê xwedî rik bûn tifaq. Kengî di vî şerê qirêj de teqîna çekên her du aliyan sekin în. Kengî leşkerê tirk û şervanên kurd bi gul û kulîlkan re çûn destê hev. Dê wê demê hevdîtinên navbenda kurd û tirkan bigehe dawîyê. A vê polîtîqaya AKP’ê direw e û xapandin e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10