Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Polîtîka û gehwerê mirovîn

Polîtîka û gehwerê mirovîn

Wek civat; em civateke gelek, gelek zêde polîtîzebûyî/kirî ne. Rabûn û rûniştina me hema bêje sertapê bûye polîtîka û me “mixabin” hemû hêvî û bendewariya xwe jî bi vê ve girêdane.

Nexasim, ilmê siyasetê di tevayî û berfirahiya jiyana mirovî de, “tenê milek e, tenê stûnek e” nabe ku em her tiştê xwe “bi taybetî jî hemû hêvî û omidên xwe” li ser vê stûnê deynin.

Erê rast e, li pêşiya me hilbijartinek heye û wek aliyê kurd, em digel blokeke xurt a neteweyî ne û dixwazin doza me bi vê blokê baştir û serkeftîtir bête domandin û birêvebirin.

Lê jiyan hemû ne tenê polîtîka ye û ji wê wêdetir em diviya bi awayekî giştî û tevayî bikaribin li tabloya jiyanê binêrin.

Jiyan, li gel siyasetê, edebiyat e, huner, bawerî ye, kar e, malbat e, bazirganî ye, çi zanim, her tiştê tê bîra me ye.

Ji ber vê jî min xwest di vê nivîsara xwe de hinekî bala xwe bidim ser gewherê însên û bi we re çend dîtinên xwe parve bikim.

Ji ber ku em civakeke di hengameya birbiranêya siyasî de ne, li nik me niha hin protîpên însanan peyda bûne; li gorî wê, kesên nêzî me û wekî me (li gorî îdeolojî û bîr û baweriya me) li jiyanê dinêrin, li ber çavên me “pîroz” û yên me ne, yên dîtir jî, an “xayîn an jî neyarên” me ne.

Ev protîp ji encama şer peyda bûne û heta dereceyekê mirov dikare “vê nêzîktêdayînê” fêm bike, lê fêmkirin nayê wê maneyê ku diviya mirov vê kelexwariya zêhnî qebûl bike û wisa jiyanê “kategorîze” bike.

Ev awa bizav, li dijî ilm û zanistê, diyalektîk û dînî ye jî.   

Mirov, heta nebe kesekî azad û bi fikr û bîr û raya xwe, hebûna xwe neçespîne, rast nabe ku mirov kes/an kategorîze bike.

Psîkolojiya garanî, her tim ji bo “berevajîkirina rastiyan” guncan e, ji ber hindê, berî ku mirov rabe hin “qenaetan transfer bike” (ku ya herî hêsan ev e) diviya mirov lê bigere ku derbarê wê qenaetê de hinekî vekolînê bike û bibe xwedan fikr û bîr û rayeke rast û durist.

Ji bo mebesta min bête fêmkirin, min dil heye, serhatiyeke xwe Ii vê derê bi we re parve bikim:

Ev heyamek e, ez ji bo kirê ji xwe re li xaniyekî digerim. Vê pêlê li Diyarbekirê, xaniyên kirê peyda nabin, hema tu ji kê dipirsî dibêjin, “yê firotinê ye!” Bi xêra hin nas û dostan, li semteke baş min xaniyek peyda kir, em çûn da ku bazarê bikin û xanî venêrin: Xanî, ji derve ve pir xweşik e, nû ye, derobera wê vekiriye, lê nava wê… Erê, ji bo hundirê wê mirov nikare heman tiştan bêje. Piştre, me li semteke dîtir xaniyek peyda kir. Ev semt, semteke kevn e, derdobera wê pir xweş nîne, xanî, pir kevn e, lê nava wê… erê, nava wê pir xweş û birêkûpêk e.

Vêca mirov jî wisa ne. Ji ber hindê diviya mirov zûka bi dîtin û dîdarê derbarê kesan de qenaetên neyînî çêneke. Ji kerema xwe, berî ku em yekê “reş” bikin, piçekî xwe biwestînin wî/wê ji nêz ve nas bikin!...

Wek encam: Dibe ku di jiyanê de bîr û rayên mirovî yên îdeolojî û polîtîk, dîn û bîr û bawerî jêk cuda bin, divê ev cudayî nebin sedema neyarî û çavsoriyê. Cudayî, ji xwerista hebûnê ye, diviya em li kakilî binêrin. Heke kakil nerizîbe, ew mirov mimkûn e, ji aliyekî ve bigihêje me û em pêkve di vê cîhana gewrik de bikaribin “hin tiştinin xweş” parve bikin.   

     -Bi hêviyên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi