Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Partiya Spî hejiya

Partiya Spî hejiya

7 Hezîranê, erd û esiman, dar û bar, deşt û newal, gir û çiya bi kurtasi tevahi xwezaya Kurdistana Bakur bi yek dilk û aqil re hişyar bû. Dîroka kurdên bakur de, tifaqi û biratiyek wekî wê roja hilbijartina hezîrana 2015’ê kevnetibû rojeva wan. Kîjan kurdê wê rojê ji avahiyê xwe derketi û kevti kolana, kîjan kurdê wê rojê ji nava nivînên xwe derketi û di avahiyê xwe de mayî; hemîyan pîrozbahî didan hev. Destê hev digirtin û hev hembêz dikirin. Tevan hev pîroz dikir û “me partiya spî hejand û êxist bin benda sedî 10’ê” digotin hev.

Ev tifaqiya nava kurdên bakur de, a hev hembêzkirin û pîrozbahiyê de, kurdên neyarê xwe perçivand. Ew neyar li kunan digerîn ku xwe di wan kunan de veşêrin. Çimkî rasti vê tifaqiya kurdan, rûyê wan nemabû ku xwe nîşani kurdê welatperwer bidin. Hindik ji wan kurdên deng nedayî xwe bi stahê xwar û çavên kevti re xwe nêzî kurdê serfiraz dikir. Belê carek dî kurdê bi hev re tifaq, tu cudahi neda biratiya kurdan û tev kurd hembêz dikirin.

Ew kurdê neyarê xwe û welatê xwe, tu baweri nedida tifaqiya kurdan û di nava hizirên sedî 100, HDP dê bimîne bin benda sedî 10’ê de û çûn bûne namzetê AKP’ê. Gor wan, namzetiya parlementeriya AKP’ê, bi mînaka kewa pijyayî û ser birinci ye. Ew jî dê lê çamêrgî rûnên û milên xwe bihejînin û biçin parlamentoyê. Belê ev armanca wan çênebû û kurdên xwedî vê tifqiyê Partîya Spî hejandin, ew jî mane nava gomên xwe ên bi mînaka dilka xwe reş. Bawerim ewên di nava van hişên berjewandiya (menfaatê) xwe de, kurd firotin belê bi şehmizariya xwe re jî qirqiçin.

Çendî di çapemeniyê de, dawiya hilbijartinê zelal dibû, tifaqiya kurdên bakur pêtir derket ortê. Pêtir kurdên başur kevtin nava şahiyek geş. Her kurdek di vê têkiliyê de bûyî tifaq, navbenda xwe de ev axiftine kirin.

Aha ev e, tifaqi û birati.

Aha ev e, yek dilk û yêk hiş û xwedî derkevtina nasnameya xwe.

Aha ev e, xwişk û birati.

Aha ev e, çavê neyarê xwe kor kirin û ewi di rika xwe de bide peqandin.

Aha ev e, xwedî xwe, zimanê xwe, welatê xwe, biratiya xwe û biratiya gelan re derkevtin.
Aha ev e, xwedî namus û şerefa xwe derkevtin.

Aha ev e, tifaqiya gelan û bi vê tifaqiyê re, gelên Tirkiyeyê AKP hejand û hêla bin benda sedî 10 ê.
Çendî mirovi bivê, dê van xwestek û hêvîyên xwe zêde bike. Lewre jîyana me kurdan, di dîroka me de, hind sanahi derbaz nebûye. Kurdan heta vê roja 8 hezîranê pir berdêl dane. Ew berdêlên dayî jî, ji sedema bêtifaqi an ku netifaqiya me bû.

Piştî 8 hezîrana 2015’ê, bi vê tifaqiya kurdan re, ê zirarê bide kurdan, divê rasti vê tifaqiya wan du caran hizir bike û du caran van gomanên xwe bide hilkulandin. Bi vê tifaqiya kurdan re, êdî ser wan tu kes neşê tu sîyasetan bike. Êdî kurd bi xwe dê sîyaseta xwe bikin. Kurd bi xwe dê sîyaseta xwe de, dê qirarên xwe bidin. Kevtin û rabûn. azadî û neyariya kurdan êdî destê wan de ye. Êdî tu kes meşê ser kurdan biaxive. Çimkî êdî kurd bi mînaka yek mistê û yek dilkê bi hev re ne. Hêvî dikim ku kurd her wahe girêdayî hev sekinin û berjewendîya hev re xwedî derkevin.

Evê tifaqiya kurdan dilk û hinavên me, hizir û hişên me, bi taybet a min lerizand. Ev tifaqi bû dermanê dilka me a kul û birîndar. Hatiye bihîstin ku mirov sedem keyfxweşiyê bigirî. Mirov sedem qehr, dilsotin, mirin û pirdî nexweşiyan digirî. Nizanim pir kurd bi vê kêfxweşi û tifaqiya kurdan re digirîn an na?

Ez digirîm.

Vê çendê de, navbenda kurdan çend digirîn, ez wê nizanim. Belê ez tev mitîngên HDP’ê ên televizyonan de û tev mitîngên bajarê Wanê de, bi paqijkirina rondikên xwe re mijûl bûm. Rasti vê tifaqiya kurdan dibêjim, “min ev roje jî dîtin, kurd bûn tifaq, êdî mirin di tê jî bila bê,” dilê xwe de borand. Min “mirin bi bê, bila bibê, ser seran û ser çavan bila bibê, lewre ez şadim” digot.
Lewre ez dizivirim û temaşeyî dawiya xwe dikim. Em kurd, ji kîjan rojan hatîne evan rojan. Ew rojên em kurd di bin zilm û zordariyê, kuştin û lêxistinê û pirdî îşkencê û neyariyê de, em ji bîr nakin. Wekî îroj ê pêş çavên me. Belê îroj bi vê tifaqiya me kurdan re, dilka me di singê me de nesekine, em pir şad û kêfxweş in. Ev rojene û rojên pir dî ji van rojên xweştir, ji ciwanê kurdan re pîroz be. Ev rojên em şadkiri, bi têkoşîna wan re, em serfiraz kirin.

Hêvî dikim ku bila tu kes ji min re nebêje ev hişe ên neteweperweran e. Bi van hişan re ez hindik neteweperwer jî bi bêm dîtin, ez hindî neteweperwerên gelên dî gelê xwe pisaxa û gelên dî jî kêrmanc nabînim. Bi lêborîna we re, evê hevoka xwe aşkera bikim. An ku vê bi aşkera bibêjim. Peyva ‘pisaxatiyê’ nasnameya mirovahiyê a mirovê jor, peyva ‘kêrmanciyê’ jî nasnameya mirovahiyê a mirovê jêr de re, di Colemêrgê de dihate gotin. (Ev gotine bi zêdehî navçeya Colemêrgê a Çelê de dihat gotin.) Çendî ev peyvene aliyê hevokê de wateyek cida bidetê jî, armanca min wateya wê di xîmê nasnameya mirovahiyê de nedanim, di xîmê nasnameya mirovan a jêr û jor de danim.

Heke em zivirîn mijara xwe. Tê zanîn ku tev neteweperestên cîhanê tenê xwîna gelê xwe zelal û bêjîng kiri dibînin, belê tev gelên dî ên cîhanê xwedî xwîna şêlû û neyar dibînin. Neteweperestiya min ji xem û xiyalan, kul û derdan, lêxistin û kuştinan, windakirin û ji koçberiyan û hwd. de tê. Di vê sedemê de carek dî lêborîna xwe dixwazim.

Vê demê de, rasti vê tifaqi û xwedîderketina kurdan, ez dilsoti bûm û digirîm. Ev ne ji destê min bû. Gor dilê min, tev mirovên cîhanê, divê wekî xwişk û birayan, di xîmê mafê mirovan de bijîn. Belê ji dawiyê hate îroj, ez an jî gelê min xwedî ferzendeyek wahe nebû. Dawiyê heta îroj, em her dem bi mînaka mirovê bîyanê an ku mirovê welatiyê duyemîn, di hatin pêş çav. Belê ez çendî di dawiya xwe de kevtîme nava bêxweditiyê, zilm û zordariyê de, bi mînaka mirovê tirsoke mezin bûme. Ev jî rasti hesreta xwedî derkevtina kurdan di aqilê min de wekî tiştik pir zor dihat hizir kirin. Di vê wateyê de ez an ku kurd rasti gelê tirki wekî mirovê çiyayî, mirovê bîyanî, mirovê di nava mafê mirovan de cihê wi çu ne, dihatin dîtin. Evê jî wekî tev kurdan, dilê min jî disot.

Di van salên dawî de navbenda gelan de, bi taybet navbenda misilman de neyari, xwîndari, rik û dijminiyê cihê xwe pir girtiye. Di kîjan welatê Rojhilata Navîn de, vê demê xwîndari, kuştin, rik, neyari û berjewendîya yekemîn çu nîn e? Navbenda tev welatiyê Rojhilata Navîn de, van rojan bi neyari û rikê re tevlihev dibe. Belê gor tev kişkirina hikometa AKP’ê bi taybet a R. T. Erdogan re kurd bi vê tifaqiya xwe re xwedî xwe derkevtin. Bi tifaqiya kurdan re, ev projeya wan negirt.

Ez dixwezim û hêvî dikim, ev tifaqiya kurdan ji tev gelên cîhanê re bibe mînak. A rasti kurd û tirk û ermenî û tev dî gelên Tirkiyeyê di nava Partiya Demokratîk a Gelan de bi xwişk û bi birati cîhê xwe bigirin . Rasti jî di vê hilbijartina 7 hezîranê a parlamenteran de doza tev gelên Tirkiyeyê cihek girîng girt. Mizeferiya vê hilbijartinê tenê ne ya kurdan e. Ya tev gelên Tirkiyeyê ye. Mirov çendî van gelên Tirkiyeyê ên keda wan di vê dozê de heyî pîroz bike dê hindik bimîne. Rasti hikometa AKP’ê, rasti emperyaliîzm û kapîtalizmê serkevtin dixwazim. Gotina bijî biratiya gelan, bersifkek pir girîng e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10