Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Parastina kelhê ji standina wê dijwartir e

Parastina kelhê ji standina wê dijwartir e

Nizam binivîsim an na, ez gelekî di erênaya vê de hatim û çûm. Gelekî dudil bûm ku li ser siyaseta aktuel, bi taybetî jî encamên hilbijartinê –nexasma jî ji aliyê texm û taxa kurdî ve gotina xwe bavêjim binê qoşxaneyê û xwê û rûnê xwe lêkim. Qet ji dilê min nedihat ku ez di vê barê de gotina xwe bêjim.

Lê va ye ez ê bêjim.

Dixwazim ji dawiya gotinê ve dest pê bikim; parastina kelhê ji standina wê zehmetir e, ango gelek caran di encama xebat û xîretkêşiyeke giran de, tu dikarî kelhekê bistînî, lê mesele tenê bi standina kelhê naqede, esas pirs ji vir pê de destpê dike: Tu yê çawa wê kelhê bi rê ve bibî?

Serqise, ez dixwazim bala we bikêşim ser hilbijartina 30ê Adarê.

Ligel bayê Newrozê Kurdistan (bakur) ket germ û gurma hilbijartinê. Ev hilbijartina rêveberên herêmî bû û bi navê hilbijartina xwecihî ku bo maweyê 5 salan bajêr hema bêje nîvenîv bi rê ve bibin, serok û desteya rêberiyê; şaredar, muxtar, endamên civata şaredariyê, endamên civaka bajêr dihatin hilbijartin.

Tevgera Siyasî ya Kurd jî bi îdiaya “Em ê xweseriyê ava bikin” diket vê hilbijartinê.

Milet weke her carê çû ser sindoqan dengên xwe dan û vegeriyan jiyana xwe ya normal. Ber bi êvarê, piştî dema qedexeya weşanê ya ser encaman qediya, tablo jî hêdî hêdî xuya bû.

Kurdan di vê hilbijartinê de bajarek wekî TETWANê winda dikir, lê beramberî wê, deverên nû yên wek Bedlîs, Agrî şansek nû didan Tevgera Azadiyê ya Kurdan.

Ligel vê, çend deverên wek KELHE têne nasîn jî partiya BDPê dengên xwe kêm kiribûn. Bi taybetî li Amed û Culemêrgê kêmbûna dengên BDPê sînyalek e ku divê Tevgera KURDî gelek baş guhê xwe lê bidêre û bala xwe bide ser; we reng e, milet ji hinek tiştan ne razî ye, we reng e ku kesên heta niha digel WE/ME bûn, vê carê dengê xwe dane hinekî din. We reng e ku parastina KELHÊ ketiye dijwartir bûye ku heke tu wan kesên dudil bûne û biryara xwe guhartine qanih nekî, ev dê bi xwe re şikestinên nû bîne.

Bêguman Tevgera Kurdî ya Siyasî dê hesabê encaman bike û li gorî wê, bernameyekê bide ber xwe. Cihê şikê tê de tune ye, ku sedemên vê dê pir bi berfirehî û bi piralî bêne nirxandin û encama pêwîst jê bête wergirtin.

Tevgera Kurdî hêza xwe li ser mekanîzmaya rexne û rexnedayinê ava kiriye û gumana min tune ye ku dê ji bo van encaman jî ev yek bête kirin.

Bi taybetî, kêmbûna dengan li deverên weke KELHE têne zanîn, sînyalek pir cidî ye û windakirina TETWAN, PIRSÛS û çend deverên dîtir, xeberê xêrê nîn e.

Min nevê zêde moralê xelkê me bişkênim, lê ez bawer dikim, heke ji ERDHEJÊ nebûya li Wanê jî niha em bi şikestinên dilgiran biaxivîyana, lê şukir ku Wanê vê carê rûyê KURDAN spî kir û serkeftineke mezin bi dest xwe ve anî.

Bi ya min, BDP tenê li Wanê bi ser ketiye, cihê heyf û daxê ye ku li Amed, Culemêrg û Batmanê winda kiriye. Li Mêrdînê jî rola Ahmet Turk pir li ber çav e, li Rihayê Osman Baydemîr deng sê qat zêde kirine, ev tiştên xweş in lê çu tişt nikarin vê rastiya kêmbûna dengên AMEDÊ telafî bike.

Divê Tevgera Kurdî pir cidî li ser Amedê bisekine. We reng e, piçekî sistî nîşan dide çi ka ber bi kîjan rijde û kendalan ve gêr dibin.

Parastina KELHÊ ji standina wê gelekî GIRÎNGTIR E!....

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi