Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Para-Psîkolojî di ‘Nexşên Li Giyan’ de

Para-Psîkolojî di ‘Nexşên Li Giyan’ de

Nexşên Li Giyan, berhema taze ya Dilawer Zeraq e. Ev romana 93 rûpel îsal Gulana 2014ê ji Weşanxaneya Lîsê derket.

Mijara vê romana serkeftî, sertapê şoreşa nû ya Bakurê Kurdistanê ye. Lehengên wê tev gerîla ne û roman weke du xelek, ji zaroktiya lehenga jin Mecîneyê dest pê dike û bi herk û sîpela hişînî me di navbera “dema bûyerê û zaroktiyê de” tîne û dibe.

Dilawer, tevna romana xwe bi teknîkeke gelekî nû vehûnaye. Bi destnîşankirina hejmar/reqemên ket, 1, 1 û 3; piştre dîsa vegeriyaye sifirê û vê carê jî bi reqemên cot; 2, 2 û 4 stûna romana xwe raçandiye. Di hejmarên 1-1-3 ango di hejmarên ket/kit de, vebêj “MÊ” ye û serpêhatiya Menîca ango piştre bi navê kod Arya û derdora wê vedibêje. Di hejmarên cot 2-2-4 de jî vebêjê Zeraqî “NÊR” e û serhatiya Berberekî welatperwer ku bi destê ‘rihdirêjekî (em pê dihesin ku ev kes yekî hizbî ye) tê vegotin. Pê re bûyera gerîla Xelat ê ku birîndar dibe û hatin û çûyinên wî yên hişîn û binhişîn bi teknîka şîpa hişînî me bi xwe re dibe û digerîne.

Navenda war û mekanê Zeraq Farqîn e û bingeha qewmînên ‘siberoja romanê’ ji vir ava dibin. Lewre jî resmê vê navçeyê, devoka wê, wisa zindî û kel hatiye resmandin, mirov yekser diçe Farqîna wê demê û têkilî serhatiyan dibe. Bi wan re diricife û bi wan re digrî.

Bûyer tev bi devê yekem heta xeleka bizdînê tên û radiwestin. Ji vir pê de, Dilawer, bi hostehiyeke mezin ‘çemka zemên’ çirandiye û li ser têgiha “SIFIR”ê xwe li Parapsîkolojiyê qewimandiye.

Êdî xeleka mayî ya serhatiyan em ji xewnên “dayikên lehengan” fêr dibin. Li vê derê, jêrhişa civakî, bîr û bawerî, hest û hemû pîrozweriyên binehişa civaka xwe, em di xewnên van ‘dayikên ji her tiştî bêxeber’ lê tenê bi şiyan û qudreta xewnê, her tiştî dizanin, hîn dibin.

Di xeleka dawîn de jî li “Giyanname”yê em giyanê wan “pakrewanan” hest dikin û li zemanekî dî, bi zimanekî dî, di gerdûna para-lel de, bi dil û giyanê ‘dayikên xwe re’ diaxivin. Wê derê, em çîroka xweavakirina ‘yên çûyî û xwe gorî kirî’ bi –perspektîva Zeraqî diniyasin. Zeraq, wan dide axaftin û serhatiya ‘raperîna wan’ vedibêje. Ev beş, wek stîla ‘nameya bo dayikê’ hatine nivîsandin. Jixwe di beşê de jî wisa tê vegotin… Ew nameyên giyan in, ji ber wê jê re “dem” û “mekan” tune ye, paralelî xewnê ne û jixwe giyanê vê romanê jî, bi vê metafûrê mişt û tijî ye. 

Dilawer, di vê berhema xwe de, zimanekî pir rewan û zindî bi kar aniye. Bi rastî jî giyanê vê axê hingaftiye û aniye ber çavên me resmandiye. Mirov, gava li Nexşên Li Giyan dibe mêvan, yekser vedigere hundirê xwe û civak û sotina wê, li ber mirovî weke awêneyekê diteyise.

Her weha Zeraq, lehengeke xwe ya Culemêrgî bi devoka wê derê daye axaftin, Zeraq di vê derê de bi qasî devoka Farqînê, zaroktiya ‘sê-çar’ lehengên xwe serkeftî ye. Ev yek, rengîniya romanê ye û bi ya min, wê geştir dike.

Cihê şikê tê de tune ye ku Dilawer Zeraq di warê bikaranîna kurdiyeke pêhtî de, yek ji kesên herî pêş e. Cihê kêfxweşiyê ye ku Zeraq, bi zimanekî Kurdistanî giyanê lehengên xwe jî pê dixemilîne û welê dibe ku her kes, xwe û wan weke nas û ‘yên malê’ bibîne, bi ya min, heke di berhemekê de, xwendinê ev hest bi mirov re çêkir, êdî ew behrem gihîştiye merema xwe.

 Zeraq, di veger û şikestên deman de jî tevna romana xwe gelekî serkeftî ristiye û bi lixwevegerên weke “E ji avê hez dikim” û her wekî din, têkiliya di navbera raborî û îroyîn de, gelekî xweşik pêk aniye.

Bi kurt û kurmancî ez dibêjim Dilawer Zeraq, kevirekî îsile danî ser rêza dîwarî, dest û pêçiyên te sax û ter bin!...

Ev roman, di kurdî de pêleke nû ye û nîşana mizgîniya berbangeke ronak a wêjeya me ye. Nexşên Li Giyan, li giyanê me hemiyan pîroz be…

Û dîsa mala te ava lawkê Farqînî, spas bo vê berhema bilind ku te diyarî kir bo zimanê me, bo birka jêrhişa me û bo şînbûna hişê siberojê yê zarok û neviyên me… 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi