Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Nizam çi

Nizam çi

Kelegerma havînê. Ax bi tîrêjên rojê diqemire, av tîn dide, gil û giya dikizire, kulîlk û bişkokên darfêkiyan dibin kerik û hinek jê hêdî hêdî digihin.

Êdî li ber siya daran hewiyana mirov tune.

Jixwe ger ku li wê derê kelmêş û pêşû hebin, tenê nava gerên avê bo mirovî cihekî ewle ye.

Helbest ev ji bo devera ku têkiliya mirov û axê hêj jî heye û zindî ye, dikare bê gotin. Ev, ji bo mirovên ku hê jî bi xwezayê re di nav têkiliyeke şeng û jînde de ne dikare bê gotin.  

Kengî mirov û surişt, ax û ruh ji hev dûr bûn, benê mirovî qediya û mirov hêdî hêdî dageriya bi ser zindewarekî dî û dirûveke dî li xwe girt.

Êdî tahm û çêj ji nav devê mirovî rabûn.

Reng çilmisîn û tenê rengê xwelîkî/grî bû serdestê tîjka çavan.

Erê,

Mirov weke şilxên mêşan bi ser hev de vêk ketin, weke morîstangên gêrekan bajarên betonî yên xwerû hesin î sar lêkirin û ketin pişt dîwaran.

Şînkahî tenê di parkên li nav çend metregoşeyên bajêr dinalin, mane sêwî. Çivîkan hîç nedada ser sîvanên banan, dengê şirşira avê ji guhan velemiya…

Baran bê deng bariyan û êdî bêhna axê bû bîrhatineke belek di nav hişekî çilmisokî û stûxwar de.

Ji roja ku mirov û surişt bûne du nenasên hev, reha rik û kerbê xwe rakişand û mirov weke kurmekî xwexur kete ser giyana xwe û her roj xwe xwar.

Serxuriya ku mirovahiya îro ji ber dinale, kî dizane belkî jî encama jixwerevîna mirovahiyê û xwe berzekirina nav hesinên sar û tevizî be.

Vê nizanim.

Lê tiştekî piştrast im ku kengî piyên min digihêjin ser axê, ewrên ser dilê min xwe vedidin keviyan û sayî dibe asîmanê ruhê min.

Hingê tîrêjên germ ên bextewariyê weke taviyekê bi ser min de dibarin.

Ma êdî bêjim çi; havîn e û ji bilî pufepufa klîmaya ku weke tîrên jehrîn mejiyê mirovî hişk û zuha dikin, çu tişt vê kelegerma nava min naşikêne.

Nizam dewê ber meşkê hêj maye an na, lê ev vexwarinên fabrîkayî tenê piçekî tehliya nava devê mirovî dişikênin, nexwe ji bilî ava lîlav a ber keviyan, vê kelegerma havînê çu tişt neşêt tîniya min bişkêne.

Gelo çima bajarên me hinde hişk û rût in?

Ax dilopeke hêvî, dilopek jiyan!

Suriştê dagerînin bihûştê!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi