Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Nîso coti nake

Nîso coti nake

Colemêrgî di bêjin “nîso coti nake.”

Nîso coti nake tê çi wate ê, tivê hêj tû pirs ji me nehati kirin nîveka vê hevokê vekîn.

Di serê me hêmû ya de borî ye.

Bavê me, dê a me, an jî ji kalên me, êk ji wan şolek bide me û bêjî guliki, çêlê û hêwani ser kapi guhêze. Bili hêwana şolek dî bêjît me. Belê bêjît me û em nekîn.

Mînak:

Yêk ji wan “kurê min hêj sibe bû min golik girêda bû benav a serê zevîya bîşi (navbiha, beroji an jî zevîya derek dî) û hêj yê cihê xwe. Ji bo fahmbûna te bêjim hêj yê ser kapê xwe. Hêwani naha têhnan de sihûrî ye, kamçûyî bû ye. Here goliki li ser wi kapi veguhêze” bêjît.

An jî mirovek ji malbata me şolek dî bide me û em wî şolê ewan goti me nekîn.

Wekî min goti wî şolê goti me, wekî goti here goliki veguhêze û em neçîn goliki ne veguhêzîn.

Belê ewê ev şole dayî me bi çend nerazûbûna me re bi xorti wi şoli bi me bide kirin. Em jî di navbeyna qotan û kirinê de mînîn, belê domahîkê jî ew şolê dayî me bikîn.

Ew şolê bi xorti bi me dayî kirin re “nîso coti nake herê, dê we bike û serda jî firek avê vexwu” dibêjin.

Ez ji bona çi dibêjim? Ji bona vê dibêjim.

Zivirin temaşeyî dawîya xwe bikin. Em hemû di zanîn ku dawîyê de digotin Kurt çunînin. Ev gel e bi dengê ser berfê, bi dengê kart-kurta re, ev nave standî ye. Ev gel e ji bingeha Tirka re û bi kart-kurtê re binav bû ye. Zimanek wekî zimanê Kurda çunîn e, dîrokek binavê Kurda çunîn e. Dap û nêrîtên ew pê re mijûl,  dap û nêrîtên Tirkê nava asyayê ne.

Di dawîyê de rasti serhildanên Kurda, dewleta Tirki pêşîyê alayên hamidiyê re zilm û zordarî, tunekirin/îmha û înkarîyê re pivyê bûn Kurda dîrokê de rakin. Bi van alayên hamidiyê re hêvîyên xwe ewên ku “Kurd çunînin” bi Kurda bidin qebul kirin û binyatê Kurda qelînin.

Bi rasti hebûna Kurda di binide qebûl nedikirin û netînan ziman jî. Ew Tirkên çîya bûn, ji binyatê Tirkan bûn. 

Belê mixabin ev alayên hemidiyê rasti bîr û bawerîya Kurda, bawerîya xweserîya Kurda û xîreta Kurda re di nava rûperên dîrokê de berze bûn.

Piştî wê jî dewletê celadên wekî JÎTEM û KONTRGERÎLA ê re pivyê bû xîreta Kurda bişkênî û biqelînî.

Belê Kurda ji qehremanîyên di dîroka xwe îna pêş çavê xwe û bi rêberîya PKKê re dest û pê hêzên dewletê girêdan û hebûna JÎTEM û KONTRGERÎLA jî tepeser kir.

Mixabin bi hezar cara mixabin. Vê rojeva Kurd û Tirk ji bona çareserîya pirsgirêka Kurda rûnên û destê xwe diden destê êk, Denîz Baykal hêj berçavkê ber çavê xwe nerakiri ye.

Hêj naha jî Baykal rexgirê rêtina xîwnê ye, rexgirê kuştina ciwana ye, rexgirê rondikên çavê dayikan e.

Hêj naha jî Baykalê xwînê çavê wi gêrti di bêjî nasnameya qewmî/nîjadî çunîne nasnameya netewî heye û Kurda înkar dike. Rojek dê bê dê ji Denîz Baykal re jî dê bêjin nîso coti nake. Belê ew roj jî nêzûk e. 

Di pişt hind înkar û asîmilasyonê de, Kurda wekî mifriqi xwe qahîm gêrtin, ne helîyan û ne mehîyan. Belê mifriq zû biz û na mehî, her we Kurd jî bin hinde înkar û îmhayê de ne mehîn.

Belê bi vê îradeya bîr û bawerîyên xwe re jî micadela xwede pêngavekî paşve nedan û paşve neman û biqoweta hêsinkar Kawa re ketin nava têkoşîn ê.

Bi vê micadela a Kurda re roj bi roj hebûna xwe bi bizmarê re raqota nava mêjîyê rexgirê înkar û îmha ê.

Belê rexgirê înkar û îmhayê jî bi kuştin û talana re, bi windakirin û serjêkirinê re, bi koçkirin û asîmilasyônê re neşîya Kurda xelasbike, ji bina guhi gotin “belê Kurd henin.”  

Vê demê jî wekî tê gotin “nîso coti nake” ji zêhna çunîne ê de bi Kurda re rûnên masê.

Em şên vê jî bêjîn, heske nîso coti bike, dewle serê PKKê û birêz Ocalan re dê bike.

Êdî hesbike jî hesneke jî dê dê nîso coti bike.       

Nîşe:
Nîso: Navê ga ye.
Kap : Hêwanê bi werîstire giradayî sing an jî gorm/çiqê darekê re dibêjin kap.
Sing : Jî ji darê serê wi tiraşî (kazık) re dibêjin.
Bîşi : Ji cihê nişîv (jordani) re, bes bi dar, gîya, teraşre şidyayî be dibêjin bîşi.
Ji bin guhi : Mecburîyetten.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10