Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Nifrîn

Nifrîn

Dayik heta zarokê xwe mezin dike pir bi wi re kul û kuvanî di be. Zarok hêj landikê de bişuştin û veşuştina wi re, bi xwarin û vewarina wi re, bi kinc û mincê wi re mijûl e. Îza a ku heta bête dinyayê jî bi serê xwe.

Wekî di bêjin bav mêhvanê şevêye, ew haylê nabe kanê zarok çawa mezin bû.  

Belê dê a zaroki can û mêlakên xwe re, bi dil û cergê xwe re, bi hiş û ramanên xwe re wi zaroki nexşîn e û berda jî mezin dike.

Dema mêş dade ser rû ê wi dibezîtê, laşê wi de êşek hebe di bezîtê, pê wi wergerî, bizelî dê a wi dibezît ê. Bi kurtasî de kuliqusirên zaroki re dê a wi dibezît ê.

Dê zarokê xwe ji êşa, ji ba û bagerê, ji zilm û zordariyê, ji tîrojên tavê û birûsi yê, ji berf û baranê, ji çavên dijwar û nezerê di parêz e.

Dê wekî bîr û bawerîyê, wekî hêvî û evînîyê, wekî hez kirin ê, wekî xwarin û vexwarinê, wekî bêhn û jîn ê, wekî dê û bavê û wekî hez kirina ziman û welati lê xwedî dibe.

Bê gotine ku di cîhanê de tû dayik çunînin zerara zarokê xwe bivê.

Ne we ye; ew kîşk bêdil û bê wijdane, ku zerarê bide zarokê xwe?

Belê caran zarokê dê ê bi şûmi ên xwe re, bi mizurahi ên xwe re, bi qeşmeri ên xwe re, bi lewçeti ên xwe re dayikên xwe kulecergî dikin. An ku dayika çendî bisebir be, çendî kerb û gir(kin), nefretên xwe lixav kiri be jî, caran serhvsarê hisrê xwe bizdînî û wekî tîrê ji kivani veresî.

Wekî çavên dayikê tarî bû, aqil û mêjîyê wê tevlihev dibe. Dil, mêlak, cerg, hinav, betan (sinir), damar bi kurtasi çendî laşê wê bi tîr û kivana êrişa dibe mêjîyê wê û wê demê zerarê dide zarokê xwe. Ew jî ne zerara fizîkî, an tepekê (tokat) li qûna wi/wê dide, an jî nifrîna ji zarokê xwe re dibêje.  

Zerara ji hemiya pêtir mezin jî ji zarokê xwere nifrîna dibêje.  

Mezin herdem dibêjin nifrînên dayika diqebilin, ji wê çendê tivê zarok tû cara bêdiliya dayika xwe nekin. Kî dizanî ku mezin vê gotinê dibêjin ca zarok şûmîya nekin, an jî ev gotina mezina rast e.

Bes ev gotina mezina ji pir zaroka re dibe aqil û zarok şûmiya nakin. Belê ev gotina mezina ji pir zaroka re nahê tû wateyê û şûmiyên xwe re dest jê nahêlin. 

Caran bi şûmiyên zarokê xwe re çav lê tarî dibe û an sexera (azar) zarokê xwe dibe, an nifrîna lê dide an jî şeqekê li qûna wi dide.   

Dê bibîni zarokê dayikê mizurahiyek an jî henekîyek xirab, an jî şûmiyek kir dayika wi/wê dê vê nifînê ji wi/wê re bêjî.

 “Kura/keçê weneke, hey he(j)ş li te ketîyo. An jî weneke hey te taştîk gêrtiyo.”

Dê bibînî zaroki ji xwe zêde xwarin xwarîye û ji wê xwarinê re nesax bû ye, an jî hêreve wêve tiştik nebaş xwarîye û dê a wi/wê dîtî ye. Wê demê jî dê a wi/wê dê vê nifînê bêjît wi/wê.

 “Hey te qoreder û mawt xwariya, ma min çend cara gote te ji zikê xwe zêde nexwu, dê nesx bi. Kura/keçê nexwu, min gote te nexwu hey te qoreder û mawt xwariyo.” Di bêjît şeqekê (tokat) destê zaroki dide û ew tiştê destide derêxî.

Caran zarokê dayikê hevalên xwe an jî yekî bîyanî re şeri dike û ew jî wahe dibêjîtê.   “Hey serecê serê te gêrtiya, hey janeserê serê te gêrtiya min çend cara gote te xwe têkil kesê neke.”

Zarokê ji dayika xwe re tiştekê bixwazî û bi mizmizi bigirî re jê wahe dibêjî. “Kora/keçê jahr, ziqqim, dibêjim te xwe bigire hate bavê te tê, dê ji tera bînî.”

Heska zarokê wê tiştek dizîbe û dê a wi/wê dîtibe jî dibêjît ê. “Ma tu nizani dizi tiştekî kirêt e, hêvîyê dikim ku tu pê bimirî û seri nerakî.”

Tivê nehê gotin dayik nifrîna tinê li zarokê xwe re dibêjin, heçî mirovê zerarê bide zarokê wan re jî nifrîna dibêjin.

Me jori jî goti bû gor gotinên mezinan nifrînên dayika wekî mû ê nav nîvişki bikêşin we digehî binecihî yê. Nifrînên wan wekî marê kor in, nifrînên wan milûn in, dema giheşt mirovi, mirovi dike sing (kazık).

Ji wê çendê nifrînên dayika re tivê mirov xwe parêzî.

Êkere AKP, endam û serokên AKPê hindî dibin sedema rondikê dayika, dibin sedemê nifrînên dayika tivê ji bona pêngav avêtina aştiyê lezê bikin, heske nifrînên dayika dê wekî melkemoti rexên wan zivirin.  

Her we ne tinê endam û rêberên AKPê, heçîyê vi şerê qirêjû de, di jîyanê de dilê dayika pêlî, cegera wan bisojî xwe ji nifrînê dayika neşê bişêvî.

Bînin pêş çavên xwe.

Dema dayika Ceylan Onkolê parçeyên keça xwe ji çolê kom dikirin çend cerg û mêlakên wê parçe dibûn, çendî dilê wê ji zarokê wê re disot.

Ew dayika dil keser niha ji dilsotina xwe, ji xem û xiyalên xwe de çend helîyaye û qirqiçî ye?

An jî bi gotinek dî, dayika Ceylana bê êqibal dema parçeyên keça xwe kom dikirin, qet dilka ew zalimên bûyî sedema mirina wê dilerizî? Ew çi dilk e di singê wan zalima de ku bo vê wêne a dayika Ceylanê na sojî?

Ecêp ewê dayikê niha ji ber dilsotina xwe fersend dîtîye ku nifrîna bike? Heske fersend dîtibe ku nifrîna bike niha nifrînên çawa bi rêzmanê êxistîne pişt hev?

Nihe di dilê xwe ewê keser de çend nifrînên bi dil û êqîn gotînê?

Ecêb ewê dibe sedema windabûna zarok û ciwana rasti van nifrînên dayika de, xwedîyê çi wijdanê û dilk ê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10