Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Neyarên Aşityê

Neyarên Aşityê

Heske pêngava ji bona aştiyê hatibe avêtin û gelê Kurda jî bi milyonan ji bona vê pêngava aştiyê bi keyf û şahîyê, bi dilê kulîlk vekiri re evê pêngavê pîroz bike eve herî girîng e. Divê tevahî gelê Tirkiyeyê û yê cîhanê ji wan re kêfxweş bin û destê Kurda ê aştiyê bigirin.

Çimkî hatiye dîtin ku  dîroka Kurda de Kurd rasti talana, rasti kuştina, rasti windakirinê, îşkenceyê û asîmilasyonê hatin e. Ji ber zulm û zordarîya neyari, neşiyan e serê xwe rakin.

Heske Kurd ji bona aştiyê hinde kefxweş û dilgeş nebin, bi hisret re wekî serxweşa kincên xwe çirînin neheq nînin. Çimkî pişt xwe zivirin û dîroka Kurda temaşe bikin ku hûn dê bibnînin çendê êşujan e.

Tinê dilê kul, nesax, birîndar, tepeser, binpê, êşujan û dilê ber sekeratê nişkê de xwe dinava aştiyê de dîtibe; keyf û şahiyê neke, dê çi bike?

Rasti ev pêngava birêz Tayîp Erdogan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurda avêti, gor hişên min Kurda dixapînî. Belê carekdî gor hiş û hizirên dewleta kûr û gor têkilahîyên wan ewên dawî ev pêngavene herê girîng in. Tu ne be neynûka dewleta kûr a hebûna Kurda qebûl neke şikest.

Bi hatina gulên aştiyê û bi pîrozkirina milyonan Kurda re çavên neyara an jî dijminê aştiyê xwil bû, tarî bû, reş bû û hatina gulên aştiyê ên avropayê rawestandin.  

Di Tirkiyeyê de ewên ji bona berdewamiya şerê qrêjû dixebitin diranê xwe tûj kirin û ji berdewamiya şeride jî nînîkê reqisin, geheştin daxwaziya xwe.

Çimkî ewên rexgirê şeri çenda ji desti hati, ji bo ev pirsgirêka Kurda çareser nebe rûyên xwe yên kirêt ewên aşkera pêtir kifş kirin. Hind hez dikirin ku xwînê herikînin, ji bona xwîn rêtinê xilîz ji devê wan dirişte tevahî Tirkiyeyê.

Di dîroka Tirkiyeyê de evan rexgirên şeri ji rik, nefret û bi dijminatî a xwe ve û rêtina vê xilîza xwe re bûne sedema şerê qirêjû, hêj niha jî ji bona berdewamiya şerê qirêjû têkoşînê didin.

Pêşiyê jî min digot ji bona çareserîya pirsgirêka kurda ev pêngave herî girîng e, bes tu bawerîya min bi vê hikometê çunîne.

Çimkî gor dîtina min hikomet di qanûna de tu veguhêzan pêk nayînî, axaftina xwe girênade binecihiyekê.

Heske hikomet tu qanûna jo bona pirsgirêka Kurda nayînî, wê demê eve gor hizirên dengê (oy) geli dibezî û ew dengên ji welat berze kiri pivyê ye carek dî bistînî û binyatê DTPê ji herêmê qelînî.

Ew rexgirên şeri, ewên min jori jî behsa wan kiri, haylê bûn ku armanca AKPê xwedî derketina dengê herêmê ne, û êkere ewan mêjîyê xwe xwarin. Temaşe dikin ku eve çend sal e di herêmê de ji wan re tu deng nahên, AKP bi vê pêngava tavêjî re dîyare ku ji îro paşda jî ew tu dengan wernagirin û êkere tevlihev bûn.

Rasti di nava kevanek (parantêz) de jî divê bêjim. Piştî hinde şer û xwîn rêtin ê, niha jî hebûna Kurda û zimanê Kurda rexê Baykal û Bahçelî re nahê qebulkirin.

Niha jî dema peyvên “zimanê Kurdî” di çî guhê wan xwê dixwun û avê serda vedixwin. Ew hizir û hişên wan, ewên birexê dijminahi û rikên ji bo Kurda û zimanê Kurda digirin cida ye. Ji van sedeman ji bona tunabûna Kurda şûr û xencerên xwe tûj dikin.

Heta duh birêz Tayîp Erdogan bersifka rojnamevana de “heske hûn Kurda û peyva Kurda nayînin hizira xwe wê demê kurd jî tunabin” digot.

Erdogan bi dilê xwe, navbeyna çav û birûya de, ji reşi ne zivirî spîyi. Ma Kurd na bêjin dest di zanî kanê kîdera laşi dixwire.

Ev pêngava ji bona çareserkirîya pirsgirêka Kurda çendî ji dilê wi nebe jî îna ziman. Şertên têkoşîna Kurda a demokratîk ev pêngave birêz Erdogan re da avêtin.

Bes divê Kurd bizanin ku birêz Erdogan wekî ava bin belmê, bin kayê we bêdeng Kurda xapînî. Wekî me goti ji çareserîya pirsgirêka Kurda zêde, armanca wi dengê gelê herêmê ne.

Belê hêj niha jî çavê wi bi çoj û keyfxweşîya Kurda ranabe.

Hêj niha jî ev daxwazîya Kurda a ji aştiyê re wekî kelemê diçî çavê wi û neyarên wekî Baykal û Bahçelî de.

Bi milyonan Kurd di bezin aştiyê. Bi milyonan Kurd ji aştiyê re dil keserin. Her we bi milyonan Kurd tênî û bêrsiyê aştiyê ne.

Tiştek xirabi di vê hêvî û daxwazîyê de heye?

Bila birêz Erdogan vê bizanî ku ew xeyalên wi ên dengê herêmê nagirin, bivê û nevê, ji Kurda re çareserîya pirsgirêka wan dê bînî cih.

Tinê Kurd xwedî pirsgirêka xwe derkevin û têkoşîna xwe a demokratîk re dest jê bernedin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10