Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Nexwe kurdî têra ‘her tiştî’ dike

Nexwe kurdî têra ‘her tiştî’ dike

Payiz, hema bi carekê hat û singê xwe li nav jiyana me kuta. Pê re, di hengameya siyaseta rojane de, li bin nîrê konsepta ‘nû’, her ji çi be, pêvajo hat û dageriya; referandum di bin dûxana ‘makezagoneke nû’ de zivirî û konseptê ji pirsa ‘kurd’ –ji nişkê ve- gav da ser ‘çareseriya turban-serpêçê’ û kampanya “perwerdeya bi kurdî” ku bi boykota xwendegehan dest pê kir, dîsa li ‘bin qelebalixa bazdana rojevan a bi ser konseptên nû’ li talde û keviyekî ma sêwî û hêdî hêdî ji bîra diçe...

Wekî hayê we jî pê heye, bi qasî hefteyek –duyan pirsa perwerdeya bi kurdî bû nanê li ser sêla her kesî û ji aliyê çep û rastên çapemenî û qelemşorên Tirk –Kurd û kurddost ve hate hingaftin.

Wekî her mijarê, di serî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, pirsa perwerdeyê bi lihêfk û serraxa “parçebûna welêt” nixaft û demildest wekî ku devê şûrê xwe nîşan bide, tezkereya operasyona dersînor û hin gavên wekî wê dane pêş.

Pirsa kurd piştre bi hawara Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu ku wekî cinê ji lempeyê hilbavêje; rabû zendên xwe badan, li ser pê, -pirsa ku ji bo wê derbe li ser derbeyê hatiye plankirin, 28 Sibat û Derbeyên Ergenekonê di ber de hatine hûnandin, pirsa serpêçê (turban) xistin rojevê.

Kurd bo dînê xwe hesas in ya...

Ji aliyê din ve, dewletê li xwe danî ku ew bi riya hin peywirdarên xwe yên têkildarî mijarê, li Îmraliyê digel Serokê PKKê Abdullah Ocalan hin hevdîtinan pêk tînin.

Ev hevdîtin, ji aliyê hemû derdor û qelemşoran ve bi xweşbînî hatin pêşwazîkirin û wekî destpêka gava ‘çareseriyê’ hatin nirxandin.

Di heman demê de, ji bo çêkirina makeqanûneke nû jî li Tirkiyeyê yekdengîyek di medyayê de hate servîskirin û ji niha ve ji bo hilbijartina sala bê, mijara propaganda ango ‘konsepta nû’  hate dariştin.       

...

Piştî vê gera di nav rojevê a kurt, qinyata ku digel min çêbûye ew e ku ev berebeza kêşmekêşa kurd û kurdî ku wekî nexweşiyeke kronîk a vî welatî ‘jiyana civakî û suriştî’ tevizandiye, ber bi meydaneke berfirehtir û pantir ve diqulipe.

Êdî, nav rast li pirsê tê kirin û ji bo wê jî reçete û nexşerê têne raçandin; ev bi rastî jî pêleke berlêvekirinê ye û ez wisa bawer dikim ku heke siyaseta kurd kartên di destê xwe de baş bileyîze û liva santrancê de nelezîne û dereng jî nemîne, dê bibe aktorê sereke yê vê qonaxê û qenebe dikare di destûr/makeqanûna nû de -Perwerdeya bi Kurdî- bıde binecîkirin.

Jixwe riya hemû destkeftinên kolektîf ên civakî bi vê gavê re mimkûn in.

Heke ziman tune be, çu mane û wateya tiştên dîtir namîne.

Ji bo vê;

Bi awayekî de fakto, hemû dam û dezgehên kurdan ji niha ve dikarin planên xwe deynin, programa xwe çêkin.

Dikarin zimanê kurdî di qada jiyanê de aktîftir bikin û ne ku weke “mezeya ser sifreya zimanê din” wekî hêmayeke bingehîn wê bidin rûniştandin.

Wek nimûne; zanîngehên taybet ku tê de Beşa Kurdî û Wêjeya Kurdî hebe, dikare ji aliyê kurdan ve bêne vekirin. Enstîtuyên Gundan dikarin bêne danîn, meclîs û dîwanên tax û gundan, dikarin serkêşiya vî karî bikin.

Diviya kurd xwe bo gavên mezin amade bikin, nexwe dewlet sibê gava ji me re bêje “kerem kin” divê em serê xwe li lat û zinaran nedin...

Ji bo vê,

Hemû kurd, çep-rast, liberal-dîndar, ateîst-kurdperest, rewşenbîr, nivîskar, xwende, zana, mela, keşîş, her kes diviya di vê meseleyê de xwe bide pêş...

Bila bes gunehê bavêjin ser stûyê zimanê reben, “nizanim kurdî têra çi dike an nake, nizanim bi kurdî raman tê dariştin an na,” ev giş hincetên bêbingeh in, nexwe, KURDÎ Têra Her Tiştî dike, yê têra çi tiştî nake, ne Kurdî belkî EM in!...

Piçekî jî berê tîra rexneyê bidin ser xwe...

Hêvî xweş in, lê ya hêviyan dike hêvî jî ked, renc û xebat e...

Hêvî xweş in, erê, lê ya hêviyan mezin dike jî yekgirtin, pêdeçûn û xîrekêşî ye...

Ji bo wê, azadî ji bo her kesî; ji bo pirsa serpêçê jî, ji bo pirsa kurdî jî...

Jiyan, pêkve xweş e; pêkve û her kes di vê pêkvejiyanê de hurmetdarê hevdu be...

Ji bo wê, em kurd jî diviya di nav xwe de kultur û çanda demokrasiyê bixwin, tirk jî, ereb jî...

Demokrasiya ji bo “xelkê” koç, ji bo “yê ji xwe” bi şax û qiloç jî, mixabin dê piştî demekê wekî mayinekê di bin piyê me de, di rûyê me biteqeee!

Bi hêviya ku vê carê bi rastîn jî ev agir vemire û rojên xweş û azad bêne ser vî warî!...

Ma ev welatê weke bihûştê têra kîjan ji me nake!?    

Ma hûn çi dibêjin?!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi