Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Û NeWroza AMEDê û Kurdistan û nameya Ocalan

Û NeWroza AMEDê û Kurdistan û nameya Ocalan

Duhî (21ê Adara 2013ê) meydana Newrozê ya Amedê mêvandariya ji milyonekê zêdetir kesî kir.

Her tişt ji bo rojeke weha bi şeng û şox amade bû: Taveke geş, hewayekî xweş, pêla mirovan, cumbûş û ahenga keskûsoran, lêmişt û robarê zar û zêc, pîr û kal, gênc û ciwan, seremêr û serejinên diqulipîn meydana Newrozê…

1.20130322130545.jpgBer bi nîvro ve tavê tîrêjên xwe têr tîr kirin ser meydana Newrozê. Govend şidiyayî, gurmegurma dawulkutan û xemla resqa rengan.

Bawer im, weke me yên aliyê piştê bala gelek kesî li ser platform û sehneyê nebû.

Cihê em lê ji ber dikeve navbera du hoperloran dengan deng vedida û gelek caran axaftinên li ser sehneyê nedihatin fêmkirin.

Ligel vê jî dîsa weke her kesê me jî guhdariya nameya Serokê PKKê Abdullah Ocalanî kir.

Ez naxwazim zêde li ser tiştekî bêjim; A qenc ew e em binêrin kawdanan û potansiyela ku duhî li wê meydanê xwe raber kirî ku xwedan wê şiyanê ye ku dikare gelek tiştan bike.

Û piraniya bêdeng a bi tîşortên KURDISTAN li ser û li her derê meydanê digeriya. Piranî di govendê de me ew didîtin.

2.20130322130604.jpgEv cara yekê ye ev ‘slogana bêdeng’ li Newroza Amedê serî hildide û weke pêlekê belav dibe.

Tiştên bi min xweş hatin; Pêşkêşvaniya NeWrozê ji sedî sed xwerû bi KURdî bû. Ev cihê dilxweşiyê bû.

Ji bilî çend ‘siyasetmedarên me’ çu pêjna Tirkî tunebû, ne pêjna Tirkî hebû ne jî alaya wan, lê her devera Meydana Newrozê bi ala Kurdistanê xemilîbû.

Newroz, ligel peyama Ocalan a ku Kurd bi şîrovekirina wê dibe ku hinekî ‘tal û tirşiyê’ dahûrin û çavên xwe bimiçînin, dibe ku weke nêzikbûneke taktîkî û pragmatîst dilê xwe xweş bikin û hewl bidin bi ser vê binema û berpektîfê kawdanê û nameya Ocalanî şîrove bikin.

Ocalan, gava di nameya xwe de behsa konfederasyona Rojhilata Navîn dikir û nêzîkî projeya “Hevgirtina Şaristaniyan” ku di çarçoveya Plana Rojhilaha Mezin a Amerîkayê de teşe girtiye, behsa RUHÊ DEMÊ dikir, di heman demê de, balansa NeWroza pirtir Kurdistanî û pirtir hevgirtina navbera Bakur, Başûr û Rojava de gelekî baş xuya dibû.

Nizam mirov dikare bêje konsept weha dixwaze loma ev pêngava nû ji bo berlêvekirina qada siyasetê ku Ocalanî tekez lê kir û gelekî bi herfên girs derbirî, lê mirov dikare bibêje ku pêvajo li ser xetên zirav ber bi kendalekî rijde de gêr dibe û serê xwe girtiye û diçe.

3.20130322130645.jpgHêviyên Kurdan jî bi vê gêrbûnê re mezintir û girtir dibin, her çi projeya behs li ser hebe, -bi a min- divê mirov bêhnfireh be û bikaribe guhê xwe bidê, bibêje, “Hela binêrin bê ev camêr dibêje çi?”

Nameya Ocalan a bang li Kurdan, Tirkan û gelên cîran dike, bi qasî ez têgihîştim ji bo Kurd ji nîrê bindestiyê bifilitin, wek referans peyama her sê dînên semawî; Mihemedî, Îsawî û Mûsawî ji xwe re diyar dike û dibêje, “Di Newroza azadiya gelan de…” 

Bi a min, pirsa Ala Tirkan ku hema bidawîhatian Newrozê re xistin rojevê, hewldaneke provakatîf e û pir bêmane ye.

Ev aliyê Tirk ê neteweperest dixurîne û wan ji bo têkdana vê prosesa li dar e, dixe dewrê. Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, ji ber ku nikare bi hestên xwe yên netewegirî, ev birîn xurand, hem jî ji bo hişm û rika MHP û faşîstan nekêşe ser xwe zû bizav kir.

Ev bi tevayî taktîk e.

Nexwe her kes baş dizane ku NeWroz ji bo hilgirtina wê alayê hêj gelekî zû ye. Kengî ji sedî 80 projeya Ocalanî pêk hat; Kurdên zindanan hatin berdan, yên şerker bi garantîyeke qanûnî beşdarî siyaseta sivîl a aktîf bûn û di qanûna bingehîn de Kurd hatin nasîn û zimanê Kurdî bû yê perwerdeyê û dam û dezgehên hukmî… Ew jî heke me Tirk efû kirin û ew qebûl kirin, bi şertê ku em xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin wê demê wek sembolîk dikare li pişt platformê li rex alaya Kurdistanê aleyek biçûk a Tirkan jî bête hildan…

4.20130322130744.jpgWelhasil,

Duhî me rojeke şeng û rengînî borand.

Westiyana me û dora donerfiroş û ya –haşayî haziran- destavê ne tê de, bîskekê ez ketim govendê û reqisîm jî.

Kêfa min pir hat ku bêdengiyeke hêjayî dîtinê a hişîyar û têgihîştî, bi ala û sembolên xwe hesiyane; Kurdistan li her bihosta meydanê hebû û tava pîroz a alê dibişirî.

Bi a min, ji rêûresmên fermî, gotarên şayik û xemilandî yên li ser sehne û platformê pirtir tişta cihê pûlepêdanê hişyarî û têgihîştina wî xelkê ew meydan dagirtî ye; Çi koy ê ew dik danîn ew in û heke pê hesiyan ku xapandinek di vî îşî de heye, ew ê demildest bikaribin wê dikê bi serê yên li ser dikê de bînin xwarê jî…

Êdî Kurdistanî xwedanê vê qudret û şiyanê ne,

Çimkî li ser her tiştî bazar tê kirinê lê bazara ser xwînê bazarkarî di hafa xwe de dixendiqîne.

Ez weke hinek kesan natirsim û qenc dizanim ku ev projeya ku ji aliyê Amerîyê ve jî hate qebûlkirin, -dibe ku bo demeke kurt me negihîne armanca xwe- lê em ê ji tunehiyê bêne heyiyê û di vê pêlê de her tiştê tête bidestvehênan bo me kar e.

Çi ko

A duhî bi ser zarê Ocalanî hate ragihandin, rengekî dî yê Projeya Rojhilata Mezin e ku Kurd jî tê de xwedan bar in.

Ez jî beşdarî koma “çalakên mit” dibim û wî tîşortî li xwe dikim.

De kerem kin, hûn tîşorteke ‘Kurdistanê’ bikirin û bibin her derê; slogana me ya nû:

BIJÎ KURDISTAN!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi