Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Newroz candarîye û qasidê azadîyêye

Newroz candarîye û qasidê azadîyêye

Em nû giheştîn dawîya zivistanê. Perengê (sotik) nû xwe berda nava hewa, av û axê. Tê zanîn ku dema pereng têkilî van sê xala bû pişta sermayê tê şikestin. Di germahiya xweza û evînîya ciwana re kulîlk û gîya, dar û daristan, mêrg û çîmen, çandin û beyar, çol û çolistan, çiya û newal û hwd. re giyanwerî tê. Ev qanûna xwezayê ye û tu kes neşê vê qanûna xweza ê guhere. Heke qanûna xwezayê mirova bişiyaba guhere, ev erdhej û pêşîya wê de tusiyamiya xezeb dê mirovan rawestandiba. Bi vê xezeba ser gelê Japonê de hati re, dilka tev mirovahiyê sot. Serê tev gelê japonê sax be û Xwedê sebrê bide wan.

Belê; me got germ ketina xwezayî re hestîkên mirovan jî wekî heyînên candar ji germê xaf dibe, movik ên (geh ên) wan sist dibin. Mirov bi şev û roj wekî mirovê xewî, nehiş dimîne.

Belê carek dî bi hatina meha adarê re û bi candar bûna (rih kevtina) biharê re mirov şad dibe. Mirovê di zivistanê de ji xwe borî bi hatina biharê re herî zindî dibe.

Di dîroka kurdan de, serhildana nemir Kawa herî wate daye vê meha adarê. Di vê wetayê de kurd di meha adarê de du cara candar bûn e.

Ji kurdan re me got wateya bist û yek adarê tê wateyek herî girîng. Ji wê çendê. Berveçûn û nêzîkbûna bîst û yek adarê re, erd û esiman, çol û çolistan, dar û daristan, gul û gulistan bi kurtasi xweza bi wateyek dî candar dibe. Bi hatina vê mehê de tev dar û daristan, gul û gulistan milên xwe bihev şipikîn in, govenda milan re direqis in. Kurd jî wekî tev gelên cîhanê bi rîtma xwezayê re xwe berde nava kêf û şahiya xwezayê.

Kurd di bêjin “hejdeh adarê, av çû gulîya darê, hejdeh bihostên barfê hatin xwarê, ew jî neman heta êvari.” (Ev guliyên darê tê wateya dawiya çiqê darê ê herî bilind. An ku gulipitkên darê.) Ev gotine rast e û di herêma Colemêrgê de di serê wan de borî ye. Gor wan dema bû hejdeh adarê ev mizgînîye ji wan re, êdî rojên germ mêvanê wan in û êdî roj rojên kari ye. Colemêrgî zivistanê debara (gîya û çuli û ka) xwe gor vê rojê diden pez û hêwanên xwe. Kîjan salan dê meha adarê xwe berde nava zivistanê û kîjan salan dê meha adarê xwe berde nava biharê Colemêrgî dizanin. Gor hindê jî biharê dest diavêjin debara pez û heywana û dewrêçala xwe û komkirinê.

Rûyê mirova ê mirêz, ê têkçûyî, ê disermayê de reş bûyî bi hatina bîst û yek adarê re geş dibe, bizêdehi dilka kurdan pit û pit xwe diavêje. Xwîn wekî rûbara di laşê wan de diherike û xwîn xortiyê li mêjiyê wan dike. Xwîn xortiyê li mêjiyê wan dike ku ew kurdên bi hatina meha wekî buheştê re hişyar nebû, hişyar bibin. Li xwe zivirin û xwedî xwe derkevin.

Bîst û yek adar roja serhildana kurdan e û ji kurdan re roja wejîneyê ye. Lewre me gotibû nemir Kawa bibû sembola wejîna kurdan.

Bi sedema vê wejîna kurdan re kurd vê demê hevrikîyê bi neyarê xwe re dikin û bi gelên cîhanê re xwe berdane nava nîqajek hevrik. Lewre heke xwedî vê wejînê neban hewl û xîret nekêşaban ev rojên nêzû azadiyê nedîtin.

Heçî adara nû tê pêtir germahiya xwe berde nava dilka kurdan û pêtir girêdayî mebesta nemir Kawa dibin. Bi jimari herî zêde kurd dimeşin qadên bajêr, nevçe û gundan. Qad û kolanên bajêr, nevçe û gundan kurdan newrozê pêtir bi rengên pîrozwer re xemlîn in.

Lewre kurdan ji binyatê xwe re bihîstî ye, xwedîderketina zimani, wêjeyê û çandê, karek herî pîrozwer e. Ê xwedî van xalan nederkeve ji bo qirkirna xwe harîkarê neyarê xwe dike.

Di vê baweriyê de kurd hêj zû de berheviya bijartina meha hezîranê bike û bi vê xîretê re dengê xwe bide xwe.

Bawerim ku di meha adarê de kurd çend xwedî newroza pîrozwer derkevin dê her we xwedî bijartina parlamenterê serbixwe jî derkevin. Lewre bijartina her parlementerek serbixwe, xwedî derketina namusa bi hezaran kurdan e.

Di bingeha vê pirsgirêkê de her kurdek xwedî pirsgirêka xwe bibe, di bin hişyariya “deng namûs e, namûs nahê firotin” de dengê xwe bide xwe. Di vê pirsgirêkê de hêj berî roja bijartinê dê kîşan sandoqê dengê xwe bide, bizane û ê xemsar jî hişyar bike. Ji bo xwedî derketina dengê xwe jî xwedî dengê xwe, ê hevalê xwe, ê mirovê xwe û ê cînarê xwe derkeve. Ev Pirsgirêke a tev kurdê xwedî namûs û şeref e.

NEWROZ PÎROZ BE

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10