Omer Dilsoz

Nêrîbel bo Şingarê û rêwîtiya ber bi kwêstanan

05 Eylül 2014 Cuma 10:37

Nêrîbel, efsaneyek e; ji Şingarê ber bi Rêjgarê ye. Bi serkêşiya nêrîyekî birek bizin ji keriyê ku ereban talan kiribû direve û berê xwe didine zozanên Rêjgarê û têne Gûzereşê…

Efsaneya Nêrîbel û hevalên wî, efsaneya ku nêriyek serkêşiya keriyê xwe dike û wan ji destê nijdevanan diflitîne û li warê xwe vedigerîne, pir dişibiya pîkola ruhê min ê ku dixwest min bi xwe re bibe wan deverên ku ken û dilxweşî lê şîn dibin. Nêrîbel pir dişibiya min ku dixwest ji nav nijdeyan xwe vedize û bi terkî serê xwe biçe. Lê min nedikarî temendî nêriyekî dilêr bim ku xwe ji jiyanê vedizim û vegerim ser diltepika xwe lê gelo ew li ku bû, çima xewê wek zincîran dest û piyên min girêdida?

Hişê min henekên xwe bi min dikirin û berê min dida xewn û xiyalên sîtavkî ku xiyal ji rastiyê girantir dihate ber weznê. Çi ko, ya min digotê rastî, di nava xiyalê de bû û xiyal jî, tenê û tenê li benda xweziyeke weke ya nêrîbelî bû ku min bikarîba xwe lê bigirta da ku li dûv biçûma.

Bîskek dî min ê hişê xwe ji çilixtên çiyayan berhev bikira û bianiya di kovilkê serê xwe de rûniştanda, min ê xwe ji sîvanê rastî û xiyalê avêtiba xarê û çavên xwe bizîçikanda ser xilolehiya dilê xwe; Ya ji min re dima, weke her demê tenê bêhna destanekê bû ku bi wê min çilixtên ruhê xwe didîtin. Giyansivikî di vê efsaneya vegera ku dê tenê di hişistana min de hebûya, tenê şiverêkeke zirav li ber min vedikir ku ew jî, ew bû ku min ê bizaniya ku mirov her li çi be û çawa be jî, ne tenê yê wê dema têdehiya xwe ye, belam, jê pê ve, hemû qed qedên xeleka jiyana wî –çi jî wê- berdewam û pêvebestiyên hev in û heta ku mirov venegere kakila ruhê xwe û tîhniya xwe bi xwenasînê neşkêne, neşêt di zindana xwe ya teng û tarî de çu bizavê ji xwe çêke. Min jî, xwe li ber nijdeya jixwerevînê berdabû û di navbera xwe û dilê xwe de, di navbera dil û hişê xwe de, di navbera hişê xwe û bîra xwe de, di navbera bîra xwe û serbîra xwe de, di navbera serbîr û xweziyên xwe de, pejanên ji sincê êgir raçandibûn û bi wê, e’dibûme biyaniyê xwe û min ‘xwe’yê hundirê xwe yê ji xwe wêdetir ji rehên xwe dibizdand û ber bêhna bosî û kufnikî ya xewê ku perde li ser daxwazên min vedigirt, gêj û sewsî dibûm û winda dibûm.

Lê heçî nêrîbel bû, çirûskek hêviyê li nava min vêdixist ku belkî eger hato min karî, piçek be jî xwe ji toz û dûxana sersemiyê daweşînim û bi xwe ve bêm.

Lê belê heta niha çu kesê tovê belkî û ‘tê heyiyan’ neçandibû. Weke çawa hebûn û nebûna nêrîbelî di bîrdanka civaka min de tenê hebûneke sîtavkî bû, wisa jî, hebûn û nebûna min a di nav vê xopana jiyanê de jî wisa bû. Belam, ferqa xwe lê kifş dibû ew bû ku çîziniya dilê min, ax û fîxana min a li bin siya xewnê kevremijî bûye, weke tava piştî baranê xwe li min, ji min ve aşkere dikir û keskesoreke bûka baranê di kûrahiya giyanê min de vedida…        

Min nîv xew, nîv hişyarî gava çavên xwe kutand paniya asobinevşî ya piştî avabûna tava payizê ku ji behweya qata dehan a vê balaxaneyê pir xweş xuya dibû, keserek kişand û hawara xwe bire ser bextê xewê. Ji bo Xwedê, çima ev xewa giran nahêle e’ bîskekê bi ser xwe ve bêm û carek ji caran li hevsarê jiyanê siwar bim û berdim deşt û paniyên ku hema kî derê bixwaze biçe wir… Gava ronahiyên kolanan bi avabûna tavê re xweber dest bi ayisandinê kirin û bi wê pê hesiyam ku rojeke dî jî ji kîsê min çû, sî û sîtavkên gewr bi dirûvê nêrîbelî êrîş dianîn ser qermişkên çavên min û ew radestî xewê dikirin.

Qey dîsa pixîna min e, ku hişê min ê ji bo nekeve di ber xwe dide, hew dibîne ku çira li ser têne tefandin.   

Di nivîseke dî de ez ê berfirehiya serhatiya Nêrîbelî binivîsim..

Bu yazı toplam 3862 defa okunmuştur