Navê min Ferz e
Berê li hinek deverên Kurdistanê li dîwanxanên axayan, an jî li medrese û mizgeftan kesên halxweş şîvên fitarê didan û fitar bi hevre dihat vekirin. Zaroyên malbatên halnexweş yên deh- diwanzde salî jî xwarin digerandin û xwarinên ji bermayên zilaman jî, ji bo wan dima, wan jî bi wan xwarinên bermayî zikên xwe têr dikirin.
Rojekê melayek zikîn/têrnexwer/ yê ku ji xwarinê têr nabe û navdar e, jî tê dibe mêvan.
Dema fitarê zarok şîve digerînin, berê nîsk/şorbe nîsk tê ser sifrê. Melayê zikîn dibê:“ Divê hûn nîska xwe bixwin suneta pêxember e.”
Cemeet şorbê tev dixwin û binî dalêsin. Savar, goşt û mast tê, meleyê zikîn dibê: “ Suneta pêxember e, divê hûn xwarinê di firaxan de nehêlin”.
Cemeet bi ya wî dikin, xwarina tê, hemîyê dixwin û ji bo zarokên xwaringer tiştek namîne, tev de birsî/birçî dimînin.
Piştî xwarinê mele dixwaze destê xwe bişo û desrêvede/avdestê bigire.
Zarokek ji yên xwaringer jî, mesînekî tije av dibe û li dest meleyê zikîn dike.
Mele ji zaro re dibê: “ Lawê min navê te çiye?”
Zaro: “ Navê min FERZ e!”
Mele:” Lawê min, ma navê mirovan FERZ dibe? Navê xwe yê rastî bibêje”.
Zaro: “ Navê xwe yê rastî bêjim, da tu bibêjî ev sunet e û min jî, bi cemeetê bidî xwarin ne wisa!”
Bi vê wesîlê meha Remezanê li Kurdan pîroz dikim hêvîdarim dê ev meh bibe sedemê tiştên baş…..