Omer Dilsoz

Navê kod: KCK

23 Kasım 2011 Çarşamba 13:05

KCK ango “Koma Civakên Kurdistanê”, van rojan li ser sêla siyasetê dikele. Her roj bi pêleke nû ya operasyona li dijî vê sazûman û rêxistinê, em dest bi roja xwe ya nû dikin.

Vê pêlê, li Kurdistanê, rewşenbîr, rojnamevan, weşanger, siyasetmedar, parêzer, gundî, rêncber, dikandar, xebatkarên partiyekî siyasî (BDP), welatparêz, hema kî ber devê dasê DADa bêdad a dewletê ket di bin navê “KCKê” de tête maliştin.

Zindan heta devî tijî ne.

Dewlet çima ew qas ji KCKê ditirse?

Armanca “maliştina kurdan xwedanbizav û aktîf” a di bin navê “KCKê” dibe ku xwedan mebesteke çawa be?

Bi aqilê dewletê çi tevn û rîs tête raçandin?

Dewlet her roj pêleke dîtir a operasyona KCKê radike, di raya giştî de jî nêrîn û dîtina derbarê vê rêxistinê de tê nîqaşkirin û hinekî dîtir zelaltir dibe.

Bi devê Serokwezîrê Tirkiyê Muhteşem Teyyîp (Receb Tayyip Erdogan) bi xwe em fêr dibin ku KCK, rêxistineke wekî ban e ku hemû rêxistin û saziyên ‘legal û illegal’ ên siyaseta kurd li xwe digire. Analîstên bi vî aqilê dewletê dinêrin, li xwe datînin ku “KCK; beramberê dewletê ye û dewletek e di nav dewletê de

Heke ev îdia rast bin, “nexwe em kurd hemû KCKyî ne” çimkî ma ne temsîla bilind a me gişan e.

A rastîn, niyeta dewletê ya van operasyonên bi navê KCKê ne ev tişt in.

Dewlet, baş dizane ku diviya heta demeke kin vê pirsê bi awayekî çareser bike, çimkî konjunktûr vê rastiyê li patika wê dipesêre û çimkî berevajiyê pêlvedana “bihara erebî” dê bipeşike ser û çavên wê jî. Tirsa dewletê ev e.

Dewlet, dixwaze “tevgera kurd milîmîze bike” paşê bi hin tiştên “kêm” sernerm bike û bihêle ku weke hêzeke “manjînal” di meydana siyaseta legal de hin çerxan bide xwe.

Çu carê dilê wê nine ku kurdan wisa qebûl bike ku ew xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin.

KCK, ji ber ku alternatîfa xwerêvebirinê ya kurdan e, ev wekî “strîyekê” di cave dewletê re diçe û wê beramberî xwe wekî “talûke” dibîne.

Her çend vê gavê daxwaza “PKKê” ya dewletbûnê tune be jî, ew baş dizane ku heke bi terzê rêxistina KCKê xîmê xwe deyne û reh û rîşalên xwe berdan, ew ê paşerojê daxwaza xwerêvebirina herêma xwe bikin.

Di vê mihwerê de “Projeya Xweseriya Demokratîk” ango “Kurdistana Xweser” jî hinekî ev tişt e.      

Niha êdî her kesê “piçekî bêhna kurdîniyê” jê tê, ditirse ku dor bête wan jî.

Jixwe sûc hazir e, “K-C-K!”

Bi vê mantiqa çareseriyê, mirov dikare bêje ev ne ÇARE-SERÎ, TEPE-SERÎ ye.

Bi tepeserkirinê jî ev agir nayê tefandin, heke KCK û PKK nemîne jî dê hêzeke dîtir rabe. Ji ber wê jî, heta pirsa kurd a neteweyî neyê çareserkirin, li ser vê axê, bo demeke dirêj bihara azadî aramiyê geş nabe.

Niha hêj fersenda pêkhatinê heye.

Lê sibe dibe ku ji bo “hemû aliyan” jî bibe derengî.

-Riya herî baş riya aqil û şiûrê ye. Divêt dewlet bi awayekî cidî û jidil ligel kurdan rûne û her tiştî biaxive. Bi mantiqa, “Na ez ê bo Dersîmê komisyona lêkolînê vekim lê sêdaredana Şêx Seîd ez ê nebînim. Ez ê Geliyê Zîlanê paşguh bikim. Ez ê Kemal Burkay û hevkufên wî hembêz bikim lê ez ê Abdullah Ocalan nebînim, ez ê bi kurdên dîndar re tifaqê bikim û kaneleke TRTê pêşkêşî wna bikim, lê ez ê PKKê penîçav bikim. Ez ê kurdê bêbizav û kedî spî bikim û yê zimandirêj bidime ber jop û daran, ez ê kurdan bir bir bikim wekî kurdê qenc û yê nekole” ev pirs çu carê çareser nabe.

A qenc, divê dewlet li gel hemû kurdan rûne. Çimkî hemû kurd, piçekî PKK û piçekî jî KCKyî ne.

Çimkî hemû li wî rexî ne û bi wan êş û janan rabûne.

KCK, heke bi rastî jî “dewleteke alternatîfa kurdan be jî” diviya dewlet hurmetê nîşanî wê bide û rêzê li îradeya kurdan bigire.

 -Bihara kurdan dûr nîne! 

Bu yazı toplam 3027 defa okunmuştur