Omer Dilsoz

Navçiyayê Şemzînan heta bi Çelê

08 Ağustos 2012 Çarşamba 22:29

Ji 23ê Tîrmehê bi vir ve li welatê Navçiya agir dibare.

Ev devera navçiya ya asê û xwedan şikêr û hisarên rijde yên bêmefer, ji destpêka dîrokê heta vir, bûye warê berxwedanê û bûye rêgir li artêşên giran ên xwedan hêzên giran. Îskenderê Madekonî li vê deverê şikest, Samanastarê Hanîgalbatî (Asûrî) li van şikêran nekarî pişta Naîriyên çiyayî bişikêne. Artêşên Sefawî-Îraniyan û Osmanî-Turaniyan, artêşên Emewî-Ebasî-Ereban bi sedan nijde û talan anîn ser van çiyan û bi ser neketin.

Ev nêzikê sed salekê ye Dewleta Komara Tirkiyê bi peya û siwarî, bi hewa û bejayî tête ser vê deverê lê belê hêj bi duristî singê xwe li ser vê axê neçikandiye.

Ev devera Naîrî ku ji Şemzînan heta digihêje Qesrîka Cizîrê, welatê Naîrî yê asê û çiyayî bi hezaran caran bûye hedefa nijde û dagirkariyê, lê hê jî serî li ber çi zordestan neçemandiye.

Û sal 2012, meha Tebaxê bi hemû bêrehmiya xwe suriştê dikizirîne.

Van rojên ku îsal meha Rojiya pîroz jî li xwe girtiye, li vê devera navhatî û behs li ser, şerê herî dijwar ê van salên dawîn lê diqewime û erd û asîman, gelî û berdolên pesar û qontarên van asêgehan dibine meydana lêkdan û agir bi ser de dibare.

Êdî çu kes behsa hejmara kuştî û birîndaran nake, ev bûyer bi xwe, bi felsefe û pêkhatina xwe wisa mezin e, êdî hafize û ezbera vê civakê, hêvî û armancên wê gelekî bi pêşvetir dibe.

Dewleta ku ji mejiyê xwe derbe xwariye, bi gêjevankê li dora xwe tê û diçe, tîne û digerîne meseleyê bi guherîna stratejîya PKKê ve girêdide.   

Van rojan, çav û guhê her kesê li Şemzînan û Çelê ye.    

Herçend rastî bêne veşartin û bincilkirin jî, herkes baş dizane ku li wê derê tiştek diqewime û ev tişt jî, tiştekî gelekî mezin e.

Dewleta Tirk ku bi carê de li ser serê xwe li geliyên Şemzînan û Çelê de gêr bû û li erdê ket, wekî zarokê di şer de bin dikeve û dibêje, “Ez ê bo te bêjime bavê xwe” li gunehkaran digere û dev davêje Sûrî, Îran û nizam kê…

Ev nîşana bêçaretîyê ye.

Jixwe çavê dewletê yê li nav gel, medyaya wan, ev çendek e, gêj û hêr bûye. Nizane kîjan dirwarê pîne bike û çawa rastiyê bincil bike.

Rastiyek heye; li wê derê TIŞTEK diqewime… Agir dibare… Dewleta xwedan hêzên erd û asîmanî, xwedan dam û dezgehên herî pêşketî û modern, xwedan amûr û çekên herî bikêr ên hevçerx, li navçiyaya Zagrosê pîroz ketiye rîx û avzemkê û bi bêçaretî diperpite…

We reng e, tiştê ji çeka herî pêşverû û modern jî xurtir TIŞTEK heye; ew jî ÎMAN û Bawerîpêanîna mirov a dil û mejî ye…

We diyar e, çu hêz, çu şiyan bi ser ya mirovê bawerkirî re nîne û pê nikare jî…

Li vê derê tabloyeke weha heye;

Li rexekî artêşeke modern a xwedan hêzên erd û asmanî, li aliyê dîtir; mirovên xwedan îdeolojiyeke nû û bawerkirî…

Pradîgmaya nû ya kurdê nû, we reng e, êdî bûye gogeke agirîn a mezin ku çu hêz neşên xwe li ber bigirin…

KURD êdî li Bakur û Başûr, Rojhilat û Rojava bi vê pradîgmaya nû ya xweser a xwezaparêz û mirovîn, dê bibin reng û dînamîka herî diyarker a pêkhateyên nû yên li vê cografyayê…

KURD êdî bûne hêzeke neşikeste û ev robarê zelal ê mirovahiyê, dê di çend deh salên pêş de şikil û teşe bidine reng û dirûvê vê cografyaya ku dibêjinê Rojhilata Navîn…

Tenê riyek li ber Tirkan heye, an dê bi dostaniya kurdan xwe mezin bikin û bêne ser riya rast, an jî dê di nava çend deh salan de bibine hêzeke bêravêj a lawaz û di pêkhatina cîhana nû de tenê dûvik bin…

Ez êdî bi dilekî xweş dikarim bibêjim, KURD gelek baş dizanin ka çi dikin…    

Bu yazı toplam 4234 defa okunmuştur
ez te pirozdikim
 // emin sevim
mamoste ez te pirozdikim jibo vê ditinateyi giranbiha ....
08 Ağustos 2012 Çarşamba 22:50