Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Naête patekirin/nayê pînekirin

Naête patekirin/nayê pînekirin

Ma pîne bo vê q..na tazî peyda dibin? 

Refleksa demildest gelekî girîng e. Ji bo wê jî, gava helkeftekê helwesta ewil niyet û kiryar/berpirsyarê wê qewmînê dide dest.

Carina bûyer bi xwe kirdeyê/berpirsê xwe dide dest. Komkujiya Robozkê jî yek ji wan bûyeran e.        

Ev heyamek bû, radeyarên hikûmetê bi serxwerî çavên xwe digirt û devê xwe vedikir, hema çi dihat ser zimanê wan digot, ne tenê gotin, bi wê qîma wan nedihat yekser pratîze dikirin jî…

Divêm anektodekê li vê derê vebirim: Camêrek anîne kirine Wezîrê Navxweyî, - hûn dikarin vê navxweyîyê weke navxwelî, an jî nanxwelî jî bixwînin- ku heke mişkek jî ber çavan bikeve, bi operasyonên hewa û erdî ve diçe; Camêrê bi navê Idrîs Naîm Şahîn –her çi ecêbî be, Recep Tayyîp Erdogan jî bi sê navî ye, ev ê bi sênavî mirov jê ditirse- hema bêje karîkatûr, helbest û roman jî terorîze kirin. Jixwe min ji vê tirşikê têr xwariye; Çar salan ez ji ber helbesteke xwe li vê dadgehê çûme wê…

Ez yek ji mexdûrê terorîzebûna “helbestê” me.

Welhasil, bi vê bûyera diltezîn yekser komê qrêl ket; na na ne kum derpiyê qrêl ket û q..na wî ya reş xuya bû/kir.

Niha jî pê mijûl bûn ku rûsatiya xwe bi awayekî –bêyî ku şerm bikin- pîne bikin; Ji ber wê bi mantelîta “parastina herî baş êrîş e” Muhteşem Teyyip dest hilanî û ji bo “q…na xwe ya tazî veşêre” dest avêt Siyaseta Kurd a Legal û BDP da ber gulebarana xwe. Tu yê bêjî qey ne F16’yan wan bombe bi ser qaçaxên Robozkê de barandine, qey BDP’ê agir berdaye devê kewar/xilêfa mêşên bavê wan.

Bi kurmancî navê vê ev e, “Kengî dilê min bixwaze ez ê we bikujim, bavêjim zindanan piştqufle bikim, lê mafê we nîn e ku hûn bi ser miriyên xwe rondikan jî birêjin. Zêmar jî li we qedexe ye, nabe ku hûn hawara xwe jî bikin.”    

Li beramberî wê, Hevserokê BDP’ê Silhoyê Me di koma partiya xwe de, bi heman tonajê bersiv da û li ber sînga vê pêla dijwar a êrîşan serê xwe netewand û got, “Va ye meydan, va ye dewran; hela dest bihilîne ca kî berx  kî beran!”             

Dîmen li ber çavan e, ka kî dikare derbarê vê de gotinekê bêje? Kî dikare navekî li vê reşkujiyê bike? Kî dikare vê çavsorî, zilm û wehşeda nedîtî vebêje? Kî dikare bibêje ka gunehê wan zarokên temenê wan di navbera 12-20 saliyê de çi ye?

Ev teror e. Ev zilm e. Ev bêdînî û bêwijdanî ye. Ev hovîtî û komkujî ye.

Ev êşandina hestiyên Helepçeyê, 33 gule, Geliyê Zîlan, Dersîm û bi sedan reşkujiyên bi ser bav û bapîrên vî xelkî anîne, tenê perdeyek e ji vê senaryoya ku ji bo me kurdan hatiye amadekirin.

Navê vê kiryarê; KURDkujî ye. Navê vê çavsoriyê; qirKURDî ye.

Ev jenosîdek e, ev pakêta diyarî ya sedsalê ya Idrîs Naîm Şahîn, Recep Tayyip Erdogan û Nermoke Evdila Gul e. Qey ev e çareseriya wan? Qey ev e ku Cîgirê Serokwezîr Bulend Arinçî digot, “Em ê HEQÊkurdan bidinê?” Bi rastî “HEQê vî gelê mezlûm û bêguneh gelek baş didinê!”

Qey eve provaya Helepçeyeke nûye; piştî vê çavsoriyê kî dikare garantiyê bide ku sibê F16 ranebin û bi xeletî GEVERê bombebaran nekin!?

Ey xwedê!

Tu vê zilma van zaliman bi serê wan de bîne xwarê!

Tu bo xatrê nave xwe yê Qehhar! Tu qehra xwe li van çavsorên xwînrêj bike!

Tu dubendiyê bixe nava wan; tu xwebixweyiyê bixe nava wan!

Tu vî agirê ku wan pêxistiye, li cergê wan dade!

-De hûn jî bibêjin “amînnnn!”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi