Ümit Yazıcıoğlu

Ümit Yazıcıoğlu

Mustafa Barzanî

Mustafa Barzanî

Mistefa Barzaniyê (Mele) rehmetî, di 14 adara 1903 an, li cihê Barzanê hatibû dinyê. Cenabê wî, roja 3 ê adara 1979 an li Washington DC yê çûbû rehmetê. Lê xatiratên / bîranîn û lehengiya wî li cem me zindî ye û herdem dê bi me re bijîn.

Ne qala mirina Wî, ez dixwazim qala rojbûna wî kesê bilind/ mezin bikim. Ji ber ku, ji bo me kurda, em çiqasî di cîhaneke bê Barzanî de bijîn, û nebûbin hevalbendê dema wî jî, em, jiyaneke bêyî wî nikarin bipejirînin. Dibeku em mirinê layiqî wî nebînin...

Lê ev, qeder e... Emrê Yezdan e, qanûnek îlahî ye, ev. Mîna her kesek zindî, çawa ku tehliya mirinê tam dike, mixabin e ku em nikarin rê li ber koçberiya kesên herî bi nirx û hêja bigirin.

Mirovê hêja û bilind, tu rehet raze. Tu qet xema nexwe...

Te ji bo me, wezîfeya xwe bi şeweyekî herî baş bi cî anî. Te, ji kurda, gel, zarok û malbatan re mîrasa herî mezin  hişt. Ji vê mezintir mîras dibe?

Cihê te di nava nurê de û mekanê te cenet /buhişt be.

Weke ku te jî jî qal kiribû: Ez jî hez şer nakim. Ji ber ku şer, rêya herî nabaş ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.

¤¤¤

Ji ber şikên Yekîtiya Soviet û Ingilîztanê, rojava û bakurê Îranê di dema şerê cîhanê yê duwê de hatibû dagîrkirin.  Li Rojhilata Kurdistanê ku ji aliyê Sovietê hatibû dagîrkirin, bi piştgiriya wan, di 22 ê çileya 1946 an de dewleta pêşî ya kurda, Komara Mehabadê ava bûbû. Qadî Mihemedê nemir Serokomarê wê bû. Di dawiya şer de, bi peymana Soviet û Îranê ya neftê û helwêsta wan ya durû duzimantiyê, piştgiriya xwe ji bo komarê bi dawî anî. Komar di dawiya heman salê de hilweşiyabû. Lewma ez dixwazim di vê nivîsa xwe de rehmetiyê Mistefa Barzanî bibîr bînim. Her wisa ez dixwazim, xatiratên wî ya şeva dawî, di êvara 16.11.1946 an de bi Qadî Mihemed re, ku ji Serok Mesûd Barzanî re qal kiribû, bi we re pay bikim.   

"Ez çûm cem qadî Mihemed. Min dixwest niyeta wî têbighêjim, ka wê çi bike. Wî ji min re go, ji bo rê li ber xwînrijandina Mehabadiyan bigire, ew ê canê xwe feda bike. Wê teslîmî artêşa Îranê bibe. Wisa go: "Min ji General Humayuni re heyetek şand cihê wî, Meyanduabê û min dîtina xwe jê re anî zimên".

Dema qise dikir, rondik ji çavên min dibariya. Axaftina wî wisa domiya: "Ji bilî civata xwe pê ve, baweriyê bi çi kesan nehêne! Ji ber ku kesên sundxwariyên bi min re, îxanet kirin û ji bo girêdana xwe bi Îranê re bînine zimên, bi hevre ketin pêşbaziyê. Hayê xwe ji mezinê eşîran hebe. Ji ber ku ew, di fersenda herî biçûk de dikarin neqenciyê bi te bikin. Tika min ji te ev e, ku hûn di demek kin de ji Mehabadê dur bikevin û bi hêzên Îranê re nekevin şerê rû bi rû".

Paşe, wî ji min min pirsî, ka ez dixwazim çi bikim. Min go: Emê malbat û hêzên xwe li cihê Sino û Mergewerê kom bikin. Hetanî bahar were, emê hewil bidin ku bi hêzên Îranê re neyêne hemberî hev. Paşe em ê ji hikumeta Iraqê bixwazin ku efuyekî giştî ji bo malbatên me derxîne. Dema em bi sernekevin, em ê bi malbatên xwe re berê xwe bidin Sovietê.

Min ji Qadî Mihemed xwest ku, ew Mehamadê bi cî bihêle û bi me re were. Me soz dayê de ku, hetanî dawiya hebûna xwe em wî biparêzin. Min anî zimên, ku ew sembola Gelê Kurd e, lewma divê bi me re were. Êsîrkirina Serokomarê pêşî yê kurda dê bi me gelekî giran bê.

Qadî Mihemed ji cihê xwe rabû û bi hêstirên çawa ez maçkirim û wisa go: Ez ji Yezdan dixwazim ku ew bibe alîkarê serkevtin û parastina te. Dibe ku jiyana min ji bo hemwelatiyên min feda bibe û ev yek rê li ber neqenciya li dijî wan bigire. Dibe ku giraniya hovîtiya li dijî wan siviktir bike.

Paşe ji paşila xwe al a Kurdistanê derxist û teslîmî kir û wisa axifî: Ev sembola Kurdistanê ye. Ez wê emanetî te dikim. Bi baweriya min kesê wê bi baştirîn şewe biparêze, tu yî. 

Di atmosferek bi kul û keseran barkirî, min xatir jê xwest û ji bo ku em berê xwe bidine Negedeyê ez ji wê deverê çûm "ji bo dumahîkê, li pirtûka Mesûd Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketı 1, Doz Yayınları binêrin".

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
11 Yorum
Ümit Yazıcıoğlu Arşivi