İbrahim Genç

İbrahim Genç

Mirov di zimanê xwe de xweşik e

Mirov di zimanê xwe de xweşik e

Îro li Tirkiyeyê gav bi gav guhêrinên xweş ji bo zimanê kurdî çêdibin. Ew guhêrinên ku çêdibin ne lutfek e. Bila çi bibe çi nebe her tişt bi hewldanan û têkoşinan tê standin. Lewma em îro dikarin behsa azadiyeka kismî ji bo zimanê kurdî bikin. Lê dîsa jî li hemberî kurdî hinek astengiyên mezin hene.

Li ser vê yekê çend rojan berê di Ajansa Anadolûyê ya devletê de nûçeyek bi sernûçeya  “Astengiyên li pêşiya kurdî yek bi yek radibin” hatibû weşandin. Îdîaya wê nûçe ew bû ku bi destî AKPê gav bi gav geşedan çebûye û zimanê kurdî serbest bû ye. Li 2004an kursên kurdî, li 2009an vekirina enstîtuya zimanên zindî û hwd…

Rast e… Di nava deh salên çûyî de tiştên erênî çêbûn lê ji bo zimanek geş bibe û dewlemendiya zimên derkeve holê hîn zêde azadiyek lazim e. Lewma îro her çiqas AKPyî behsa geşedanên erênî bikin jî em dizanin ku zimanê kurdî bi awayekî fermî ji aliyê devletê nayê qebûlkirin.

Eger dixwazin ku ew tiştên hatîkirin bi wate be lazim e di makezagona Tirkiyeyê de bi awayekî fermî zimanê kurdî bê nasin û parastin. Lê mixabin îro tiştekî wisa tune ye. Ji ber vê yekê jî di rojên pêş de eger dilê siyasetmedaran bixwaze ew geşedanên ku pesna wan tê kirin bi awayekî hêsan dikarin qedexe bikin.

Her wiha tiştekî din heye ku pir balkêş e. Hûn jî hay jê hene ku di 2012an de bi destî Serokvezir Erdogan biryar hat dayîn ku zimanê kurdî di dibistanên navîn de bi awayekî dersa bijartê bê xwendin. Ji bo gihandina mamosteyên vê dersê jî li çend zaningehan bernameyên bêtez hatin vekirin. Soza devletê ew bû ku van mamosteyên gihiştinî bê tayîn kirin. Lê di nav du salan de xuya bû ku armanca devletê reklam e. Mamosteyên kurdî nehatin tayîn kirin. Dersa kurdî ya bijarte jî bi awayekî fîîlî hat betal kirin.

Xeynî vê derkete holê ku mamosteyên kurdî li Tikiyeyê di saziyên fermî de nikarin kursekê jî vekin. Mixabin îro hûn li Navenda Perwerdehiya gel (Halk Eğitim Merkezi) dikarin ji bo her zimanî kursê vekin lê kursa kurdî nikarin. Çima? Ji ber ku devlet bi awayekî fermi kurdî qebûl nake. Dibêje modula kurdî di pergala perwerdehiyê de tune ye. Vê demê eger tune ye, çima hûn amade nakin?

Lazim e niha jî em piçekî xwe rexne bikin Gelo em gelî kurd çiqas bi xwe xwedî derdikevin? Kurdiya me di çalakiyên me yên rojanê de çiqas cih digire? Ji aliyê nivîskî niha hîn kêmasiya me heye. Ji ber ku perwerdehiya bi kurdî tune ye ev tiştekî asayî ye. Lê çima em ji aliyê axaftinê ji kurdî dûr dikevin? Ez li dor xwe dinihêrim û raçavdikim ku pir malbat bi zarokên xwe re tirkî diaxifin. Lewma jî her çiqas dayik kurd be jî lê mixabin di mejûyên zarokên kurd de tirkî dikeve şûna zimanê kurdî. Piştra jî kurdî, ji bo kurdekî dibe zimanê biyanî.

Lewma pewîst e ku di demekî nêzik de perwerdehî bi zimanê kurdî bê dayîn. Çimkî roj bi roj nifşên nû ji kurdî dûr dikevin. Ji ber ku ji aliyê axaftinê, nivîse û rêzimanê kurdî û tirkî ji hev pir cuda ne, kesê ku berî zimanê xwe ye dayikê tirkî hîn dibe piştra zû nikare vegere kurdî.

Di van rojan de 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê tê pîroz kirin. Ez hêvîdar im ku ev roj ji bo kurdan bibe rojeka hişyariyê. Her gel di zimanê xwe de xweşik e… Çimkî nasnameya gel ziman e…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
İbrahim Genç Arşivi