Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Mirin heq e an na

Mirin heq e an na

Ji hêwana re dibêjin sekitî, an jî mirar bû. Ji mirovan re jî di bêjin jîyana xwe windakir, an jî dibêjin mir. Mirin û sekitîn/mirar bûn makeqanûna xwezayê de heye û dê her hebe jî.  

Heke ev bûyara xwezayî çu nebe dê teraza xwezayê bê xera bûn, dê makeqanûna xwezayê tevlihev an ku aloze be.  

Dema dixwezayê de ev xale rabû, tu kes neşê têkiliya qanûna xwezayê bike. Ev xale a qanûna xwezayê sekine, ser cografyayê cihê tiştê birih namîne. Lewre tiştê birih tê zanî ku hamle/ducanî dibe, avis dibe û di vê sedemê de jî zêde dibe.

Wekî ji mirovan re dibêjin ducanî, hindik herêm jî dibêjin hamle. Ji hêwana re jî dibêjin avis an jî berê xwe girtiye. Hindik herêm jî ji mirov û hêwana re dibêjin pêgiran.

Her du alîyan çi bêjin bila bêjin bes navê sekitînê hindî navê mirinê giran û ne xweş nahê hizira mirovi. Dema bêjin wila hêwanê filan kesê sekitîye an jî mirar bûye, mirov vê bêje ê wekî rêza şulê rojê, wekî tişteke bê xem, pûç diînî pêş çavê xwe. Bo sekitîn an ku mirarbûna hêwana dilê mirovi ji wan re bisoje jî wekî mirina mirovan zêde naqehre. Marar bûn/sekitîna hêwana re tinê çend rojan de dilê mirovi di soje, belê dema mirov mirina mirovekê bibihe çu cara ji bîra mirovi naçe.

Her we dema gotin wila filan kes mirîye/jîyana xwe winda kirîye, çend sahm û çend giran tê pêş çavê mirovi. Dem dimîne ku qutana dilkê sekin e.

Bila bête zanîn wekî min jori jî aşkera kiri ez nabêjim dilê min namîne sekitîna/mirar bûne hêwana ve, helbet dilê min ji wan re jî disoje.

Dema rêda mihûyekê mirov bibîne mirov pê xwe lê guhêze ku ca pê mirovi ne keve ser mihûyê. Vêca mirovê bo hêwana hinde dil soti be, çawa bo mirina mirova dil soti nabe.

We bînin pêş çavên xwe ku mirovek cihê tu lê, miri ye û tu jî bêji min here bêje xweyê wi “filankes miri ye, here tanê.” Dema mirov navê mirinê di bihît sahm serê mirovi digirît, laşê wi giran dibît, wê demê destê mirinê ser gewîya xwe hizir diket. Mirin tê pêş çava. Ji wê çendê mirina mirovekê mirovi pir xemgîn dike.

Mirov neşê bi rehet wê mirinê bîne ziman. Gotin ji mirovi re îza tê.

Ji wê çendê bêje a mirinê an ku windabûna mirovan sahme, tezîye, giran e, xem e, êş e, şîn e, dilsotin e, tarîye, hwd. Ji ber wê çendê bêje a mirinê gutina wê ba min hindî hind giran e, îzaye û sahme divê mirin çu nebe bêjîn jî direw e û dê mirin her hebe.

Dê bêjin çawa mirin çu nabe. Mirin misteheq e. Bi gutineydî mirin makezagon a xwezayê ye. Ger mirin çu nebe dê xweza sekine.

Ji hindê divê mirin hebe. Raste divê mirin her hebe. Belê kuştin, bo kuştinê divê çi bêjîn ew girîng e. Belê mirin zagon a xwezayê ye, kuştin bawernakem zagona xwezayê be.

Çu roj çu nîn in ku kolan û cografyaya Tirkiyeyê de jin û ciwan nehên kuştin. Çu roj nîn in ku di cografyaya Tirkiyeyê de dilka dê û bava nesoje, rondikên wan di suretên wan de neherike. Vî welati de em di van rojan de nin, ên rondikên dayikê tirk û kurd û gelên dî ên welatî, bixwîn neherike. 

Evê kuştinê jî mirovên vî welat de ên wekî xwişk û birayan bihev re dijîn dikin. Em bînîn hizirên xwe ku ên dikujin û dibin sedema sotina dilka dayika, ji kêfa xwe dikin an jî êk ji bo karê xwe, ji bo çavtarîya xwe biwan dide kirin. Ev pir girîng e.

A herî girîng jî em welatek misilman de dijîn û her roj vî welatê misilmana de jî qetl tê kirin, ciwan tên kuştin. Rojê pênc cara dê biçîn mizgefta an jî malên xwe nimêjan bikîn. Piştî nimêjê dê destên xwe serevraz bigirîn û hêvîyan ji Xwedê xwe bixwazîn ku Xwedê gunahên me efû bike.

Serokwezîr û wezîrên welat dê rojê pênc cara nimêjan bikin. Dê seba windabûna ciwanên welatî dê xwê bixwun û avê serdakin. Belê çavên xwe digirin û ciwanên welatê xwe ên jîna xwe winda dikin nabîn in. Ji bo şerê welatê xwe, dê kuna derzîyê de gamêşi derbazbikin, belê ji bo rawestana vî şeri dê dibêjîngê de avê bikêşin meclîsê.

Tev cîhan dizane ku ewên rexgirê şeri de ewên şeri dixwazin, ewên dipişt hişên êk welat, êk ziman, êk ala de dibezin cergê wan nesotiye. Çend bêjin jî direw e. Lewre di vî şeri de tu zarokên wan jîyana xwe winda nekirine. Di wê sedemê de jî tu cara dilka wan wekî dilka dayikên vî şeri de zarokên xwe windakiri nasoje.

Herê gelo misilmanîtîyê de kuştin heye, quran’ê de kuştin heye?  Quran’ê de kuştin qetl e û qetl jî qedexeye. Heçî mirovê qetlê bike roja qîyametê dê ew pirs ji wi bê kirin. Başe ewê bibe sedema kuştina mirovan, mirovan bide kuştin, ew ne misilman e, ew quran’ê nanayîse, ew ne girêdayê quran’ê û ola Mihemet Pêxember e. Ewê hind mirova dikuje ew ji Xuwidê natirs e. Heqê Xuwidê ye, rexekê bêjît ez misilmanim rexê dî jî dê hind misilmana bikujît, pêle misilmana hind mirovan bikujît. Kuştina ji misilmana an jî ji olek dî be, ji tu kesê re heq nîn e. Qetl e.  Ê dibe sedema windabûna hinde ciwana herê gelo ew çi misilman e, ew rojê pênc cara diçe mizgeftê, bawerbike ew xwe xapîne. Ew çendî rûyê xwe boyax bike jî ew xwe xapîn e, ew neşê Xwedê xapîn e. Dê rojekê xwedê bin kafşê wi bide. Aha ew roj nêzûk e, bila evê ji bîr neke.

Ez çi bêjim. Avek bila bi vî agiride were ku biratiya gelên Tirkiyeyê tu zirarê nebîne. Belê kifşe ku ev jî gaziya pêşî guri de ye. Direw e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10