Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Mesela kevirê nav zeviyê

Mesela kevirê nav zeviyê

Gur û hirma siyasî serê xwe dixwe; bayê hilbijartinê, şerê du eniyan ê kurdan li dijî DAÎŞê û gelek tiştên din… Sêla siyasetê gur û germ e. Rojhilata Navîn, dikele û hey dikele.

Di nav vê qerebalix û hingamê de, operasyona Dewleta Tirk bi ser rojavayê Kurdistanê û veguhastina gora Şah Silêman a bo ber guhê Kobanîyê.

Ev aliyekî, aliyê dîtir oja naçe ku yek xwe bo berendamtiya parlamenteriyê ji Lîsteya HDPê diyar neke. Dawiyê, nîviya şer gef û gur, propaganda û hingame ye.

Îja, li rexekî dî jî, hêzên kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê ber sînga DAÎŞê parastina erd û kerameta xwe dikin.

Îja, ev tev li aliyekî, ev mesela guhastina gorê, mejiyê mirov dikeroje. Gelek tişt li ser hatin gotin: her ji çi be, vê kawdanê meseleyek ku min ji bavê xwe bihîstiye anî bîra min. Ez dixwazim wê mesele û serpêhatiyê li vê derê bi we re parve bikim.

Dibêjin camêrek hebûye. Wî camêrî zeviyek hebûye. Di nav zeviya wî de zeboq/zinarek mezin hebûye. Rojekê zilamek tê, dibêje, ka tu vî zinarê nav zeviya xwe bi çendê difiroşî min? Xwedanê zeviyê dibêje, ka tu yê çi bi zinarî bikî, ez nafiroşim. Zilamê kirîyar dibêje, “Tu çendî bixwazî ez ê bidime te. Tenê tu wî zinarî bifiroşe min, ma çi zirarê wê heye?” Xwedanê zeviyê di dilê xwe de dibêje: “Wele xwedê bi bextê min hate rehmê, ev ehmeq e çi ye, kîsek pere dide zinarekî nav zeviyê. Îja hema bidimê ma dê çi be.” û radibe bi buhayê kîsikek zêr wî zinarê nav zeviya xwe dide camêr.

Camêr yekî têra xwe heye, radibe mircekî tîne û dest pê dike zinarê xwe dişkêne. Xwedanê zeviyê dibêjê: “Bira,  tu çi dikî?” Dibêjê, “Malê min e, ez çi bixwazim heqê min heye wê lê bikim, ma ne min kirrî ye.”

Îja dirêj nakim, camêr her roj diçe nava zeviya camêr, ser zinarê xwe dixebite. Wî parçe parçe dike, ew zinar dibe besteke kuçe û berên hûr. Radibe wê bestê nav zeviyê belav dike. Zevî welê dibe, lê xwedanê zeviyê nikare tu kar tê de bike. Paşî diçe axê dikêşe ser besta xwe û zeviyê tev dagir dike. Xwedanê zeviyê tê, dibêjê, “Ew tu çi dikî?” Camêr dibêje, “Ez nêzî zeviya te nebûme, zinar ê min e, min kirrî ye û min çi bivêt heqê min e ez tê de bikim.” Diçin dadgehê, şahidan tînin, xwedanê zeviyê neheq derdikeve û zeviya wî ji destê wî diçe…

Ez gelek ditirsim ku “Tirba Silêman Şah” zinarê nav zeviyê be. Bêhneke nexweş tê min, hêvîdar im, aqilê kurdî hay ji vê felekê hebe!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi