Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Mesela azadiyê

Mesela azadiyê

berî her tiştî dixwazim bibêjim ku pirsgirêka azadiyê pirsgirêkeke mejî ye, ya fikr û ramanê ye. Kengî hizra mirovî azad bû; an jî mirov bû xwedî bîr û rayeke azad hingê mirov dikare behsa azadiyê bike.

Azadî, ne serbestiya bêsînor e, azadî ew e ku mirov bikaribe bifikire û li gorî ramana ku ji vê fikirkirinê bi dest dikeve, bijî.

Ango, azadî, ew e ku mirov bi hişê xwe hebe û bi dilê xwe bijî. Ew e ku bikaribe hemû mafên xwe yên jidayikbûnê û ji mirovbûna xwe xwediyê wan e, bi kar bîne û xwedî serbestiya derbirînê be.

Azadî, bi qasî ku pirseke gelêrî, civakî, siyasî û çandî be, di heman demê de pirseke kesanî ye û bingeha wê jî li ser vê yekê ava dibe.

Heta kes di civakê de azad nebe û xwedî mafê derbirîneke azad nebe, ev azadî di nav civakê de jî rûnane. Azadî, ne pêgiriya bi yasa û qanûnên desthilatê tê destnîşankirin, lê ew, bi çanda jiyanê ya civakê kifş dibe û ji wir ve geşe dide û belav dibe.

Her weha, li nav civakekê heke civak bi xwe azad nebe, ne mimkûn e behsa azadiya rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên wê civakê bête kirin.

Ji ber hindê ye ku di civakên bindest de, hizirkirin jî, derbirîna wê ramanê jî, tev bi sînor in û azad nîn in.

Ji ber vê ye, li welatekî ku hê jî şerê nasnameyê tê kirin, ne beraqlane ye ku mirov li benda helwest û nêzîktêdayînên li gorî standardên azadiya wan miletên ku ev qonax ji mêş de kevin kirine… Ev cihê pêkenînê ye û ne mimkûn e pêk were.

Ji ber vê ye, nivîskarên kurd nikare azad be û nikare fikra xwe azad bibêje, çimkî, li devera sîya çekan, bêhna barûtê, dengê şewatê, ji ramanên mirovan tûjtir û tîrtir bin, ne mimkûn e, hizir bi serê kixzeke rizî bikin.

Her weha, bi heman awayî, di rewşên weha aloz û şêlû de jî rewşenbîriyeke ku jêrhişa civakê darêje û dîrokê ava bike jî, derdikeve pêş.

Ew jî, rewşenbîriya xwedan helwêst e. Ewa ku sîngê xwe ji tîrên derve û hundir re bikaribe bike mertal û li her derê, li gel her tiştî bikaribe bibe paleyê ramana azad û li dûv wê biçe. Bi hunera xwe wê bike û wê bide pêş.

Azadî, ew e ku aqil li dijî hêrs û kînê bi ser bikeve û hemû tevn û davên civakê li ser binemayê xwe bi cih bibin û terazûya dad û wijdanê ji bo her kesê, bêyî ferq û cudayî rast biwezine û bikêşe.

Azadî, pêkanîna wê xewnê ye ku mirov, bêyî TIRS bi PIRSÊN xwe re bikaribin bi hev re bijîn.

Azadî, herifandina dîwaran e; Dîwarên pêşdaraziyan, dîwarên navbera gelan, rengan, dengan, dîwarên hişmendî ên navbera çîn û tebeqeyên civakê, dîwarên tirsê, dîwarên birsê, dîwarên vederkirinê, dîwarên pêpeskirinê, dîwarên jêkvekirinê, dîwarên mandelkirinê…

Azadî ew e ku mirov bikaribin li çîrok û serhatiyên hevdu guhdarî bikin.      

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi