Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Mamê rûvî û ‘konsepta nû’

Mamê rûvî û ‘konsepta nû’

Ji dem û dewranên berê, wan wextên ku “hebî nebî” xwedî sêhrekê bû û bîra milletekî pê dinimî û ava dibû, heta vê dema ku em bi “konseptan” re hemhal bûn, gelek av çûn cuha vî aşî û gelek karwan di vî gelî re bihurîn.

Çîrokên me jî li ber demê ketin û di kendalên asîmîlasyona bextreş re gêr bûn xwarê. Ji vê tûfanê ya ji me re ma milkî welatî, ya çûyî jî ji kîsê sermiyana milletê me, hişê me çû û me gelek tişt pê re ji dest dan.

Îja em ê li ser “ya mayî” rawestin.

Ev demek e ez ji Dîjo re çîrokan dibêjim.  Êdî ew jî piçek be jî “şengê û pengê”, “mamê rûvî dûv qutqut e” nas dike.

Kelepûra kurdî hindî bêjî di warê Fablan de têr û tijî ye. Belkî bi sedan çîrokên “Rûvî” hene, rûvî di fablên kurdî de, aktoreke gelekî pêş e. Yê hinekî bi çanda kurdewar mezin bibe, bi qasî Tom û Jeryy hemhal e digel rûvî, gur û hirçê. Bi taybetî ev hersê “destebirakên xwedan karekterên jêk cuda” hema bêje tevna hemû çîrokan pêk tînin.

Îja rûviyê me ku Dîjo dibêjê “lûvî” şîrê pîrê dirijîne. Piştre pîrê, kemînê lê vedide û dûvê wî jêdike. Mamê rûvî dibe rûviyê dûv “qutqut”, paşî mamê rûvî xwe davêje ser bextê pîrê ku dûvî wî bidê. Lê pîrê şertan datîne ber, ku rûvî biçe jê re şîrî bîne. Ew diçe şîrî ji bizinê dixwaze, bizin wî dişîne cem darê, dar wî dişîne cem avê… welhasil çîrok wisa her carê li hev vedigere û tê serî; serbenda wê ku tim dubare dibe ev e;

Mamê rûvî dibêje çemî, -çemo wa çemo, çem dibêjê, -ha mamê rûvî?, rûvî dibêjê, tu dikarî hinek avê bidî min ez avê bidim darê da ku dar pelan bide min, ez pelan bidim bizinê da ku bizin şîrî bide min, ez şîrî bidim pîrê da ku pîrê dûvê min bide min!...

Welhasil mamê rûvî bi mirada xwe şadibe, pîrê ji ber bizava wî ya zêde, wî xelat dike û digel dûvî zengilekê jî bi serê dûvî wî vedike û dibêjê, “de oxira te ya bi xêrê be roviyê heram!” Rûvî diçe nav hevalên xwe, tev lê kom dibin, li hafa wî govendê digirin û dibêjin –“Mamê rûvî dûvzengil e, serê dûvî qeranfil e!” û rûvî daxwazê jê dikin ku ew ji wan re bêje ka çawa zengil bi dûvî wî vebûye.

Rûviyê kone û filto, ji wan re dibêje, -“Herine ser filan çemî, dûvê xwe heta sibê têkene nav avê bila baş biqerise, gava sibê gavê li we xist bi carekê de dûvê xwe bikêşin dê zengil bi dûvê we ve bêt… Hûn ê hesta spêdê bibin bist û çu carê çi êş û ilet êdî nêzîkê canê we nabe…”

Hemû rûvî bi ya mamê rûvî dikin; îja heta spêdê çem diqerise dibe tehtê cemedê, ligel tîşkdanê rûvî bi carekê de dûvê xwe dikêşin û dûvê wan dike qirt û jê vedibe. Tev dibin rûviyên dûvqut…

Îja, niha di siyaseta Tirkiyeyê de hikûmeta Mamê Rûvî dûvê hemû Rûviyên hevalê xwe qut kir. Berê Ergenekon herî dawî Cemaeta Gulan… Îja niha govenda rûviyên dûvqutqut e.

Bala xwe bidinê,

Ev çîroka ku berhema aqil û hişekî çend hezar salî yê Kurdistanê ye; ev şayes û karekterên ku bi ser ajalan de bi giyan xistine, heta îro jî gava hêj jî taze û lê ne!...

Hişê dîrokê hişekî wisa ye, ku roj tê dibên, -tarîx tiştekî wisa lanet e; roj tê împaratoran/şahînşahan vajî li pişta keran siwar dike û sernixwîn dike, roj tê, yê neyî tîne heyiyê û radike piyê jorî...

We zelal e ku çu tişt hema ji kîsê navê xwe nehatiye gotin, her serhatî û çîrokek encama hin ezmûnan e.

Pêşiyên kurdan gotiye, “Yê dîtî ji yê xwendî baştir dizane.”

Ji qesê bo me kurdan jî, -Kurdno, nebin mamê rûvî û dûvê hevalên xwe qutqut nekin! 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi