Silêman Feqiyanî

Malxê malê

24 Ocak 2014 Cuma 11:19

Werin îroj bi destûra we re ser wateya malxê malê re serê hewe xwendavanan biêşînim.

Nik me kurdan malxê malê di malbatê de cihê wi serê jori ye. Anku mirovê herî mezin û biqedir û qiymet e. Yalniz mezinahi nahê wê wateyê ku laşê xwe û giraniya re mezin in. Bi hebûna xwe re û kesên ku di civakê de xwedî erk sifat in.

Kîjan in ku malbatê xwedîyê vê erk sifatê?

Bapîr - dapîr. A rast jî xîmê qehîm bapîr e.

Heke papîr jîyana xwe winda kiribe an jî jîyana xwe de hatebe salên ji heştê û nêhwêd de jor. Cihê wi kurê wi ê malbatê de herî mezin, an jî bapîri ew peywir dabe zarokek malbatê, an jî di malbatê de ji xwe re malxêyek peywir kiribe, dibe malxê malê. Heke bapîri û kurê wi ê zewicî jîyana xwe winda kiribe an dapîr an jî dayika malbatê cihê malxê di malbatê de digire. Heke çu çareseriya wê çu nebe wê demê mam an jî xalê zaroka dibe malxê malê.

Rasti jî disîstema malxê melê de, malxê melê tenê rêberiya malbatê nake. Malxê malê tev heq û hiquqa malbatê jî rasti tav bûyeran parêz e. Ev sîstema malxê malê didawiyê de dema malbat malê bi tev şexsên malbatê re, anku bapîr, dapîr, bira, xwişk û ên zewicî bi hevser û zarokên xwere di malê de rûniştin cihek girîng digêrt.

Rasti ev sîstema malxê malê a malbatê di rojeva me de cihê xwe hindik jî be winda kiriye. Êdî tev malbatan de hevserên hev, bi hev re cihê malxê malê xwedî qirarin.

Di van rojan de hevserên malê, hevserokatiya hev a malxê malêne.

Başe cudahiya peywira malxê malê û a serokomarê welat çi ye? Em vê pêşîyê bêjin. Êdî nava kurdan de hevsrokatiya malxê malê wekî me goti navbenda jin û mêri anku hevseran de pirsgirêkan çareser dikin. Belê vê deme di sîstema serokkomari de ev çu nîn e. Kurdan ev mînaka hevserokatiya jin û mêri êxistin siyaseta xwe. Bi mînaka hevserokatiya partîyan û şarederiyê.

 Ancax di aliye rêberîyê de malxê malê ji malbatê re tê çi wateyê? Serokkomar jî ji welat re di tê wê wateyê.

Heke malxê malê di malbatê de xwedî giraniyekê be, kesên malbatê qedr û qiymetê bidin wi ew dê peywira xwe bêqisûr bibîne cih. Di vê mijarê de a serokkomari jî tê vê wateyê.

Heke malbatê de tifaqi hebe, her kesek di aliye xwe de dizi û talanê neke, biyek kirina dil de bixebitin peywira malxê malê sanahi dibe û bi serek bilind re peywira xwe diîne cih. A seokkomari jî bi vê mînakê divê xwedî mafê mirovên xwe bibe.

Malxê malê gor sîstema kurdan a kevin de di nava eşîretê û eşîretan de divê xwedî mafê malbatê bibe û wan bi parêze. Serokkomar jî divê rasti tev dewletên cîhanê û qowetên tarî welati biparêze.

A herî girîn û pir balkêş jî ev e.

Divê malxê malê di tu wateyan de aliye kêmasi û bêtaqetiya xwe de girêdayî tu kesên malbatê nebe. Xwe girêdayî wi nebîne. Ewi ji xwe jortir nebîne. Heke tiştik we di xîmê malxê malê de hebe, rasti wi neşê dizi, talan an jî xeleti û neheqiyên wi ji wi re bibêje. Dê rasti dizi, talan, xeleti û neheqiyên wi destgirêdayî bimîne û dê xîmê malbatê biheje.

A serokkomari jî ev mînak e. Divê serokkomar xwe girêdayî tu kesan, tu hêzan, tu çete an jî cemaetan û hwd. nebe.

We dîyar e serokkomarê (Malxê malê a dewleta) tirki jî girêdayî hikometa AKP’ê ye. A rasti jî we ye. Lewre hikometa AKP’ê ew înaye vê peywirê û ew jî girêdayî wan e. Heke di nava hikometê de kêmasiyek an jî xeletiyek hebe serokkomar xwe servedibe û dibe şirîkê wan.

Heke serokkomar girêdayî wan neba hinde dizi, şelandin û talanên hikometa AKP’ê aşkera bû ewi dê giraniya xwe danîba ortê û hizir û jişên xwe ên bêalî aşkera kiriba.

Qotî ên pêlavan de bi milyaranan dolar û yiro derketin, dozgeran diziyên wan aşkera kirin, mixabin hikometê wekî tiştik neqewimti hemû piştçavkirin û serokkomari kistên jê nehat.

Serê hemûyê vê hikometa dizan, di hindirê xwe de dizan xwedî dike, temaşeyî navçavê welatî dike û xwedî dizên xwe dibe.

Di nava geli de ev tê gotin. “Dîtin ezim, nedîtin dizim.”

Ev guhdariya vê gotinê jî nakin. Diziyên wan aşkera dibin carek dî nabêjim ezim. Di aliye rûreşiyê de çiya ji destê wan tê xwe paşde nahêlin.

Tev van kirêtiyên AKP’ê berdewamdike, AKP’a Wan’ê kirêtiyên cida dike.

Di vê hilbijartina Şarederiyên Wan’ê de endamên AKP’ê jî di aliye dirawan de xwe paşda nadin. Çend wênayên kolanên şarederiya girêdayi partiya xwe û kirêtiyên bisalan e berê kêşayne û bi îftira ji bo şarederiya BDP’ê re bibe rûreşi mal bi mal belav dikin. Heta ev wêneyên wan ên bi îftira û rikê re xwemlandi di Rojnameya Îpeyyoluyê de jî hatin weşandin. Di Rojnameya Îpekyoluyê de jî ev kirêtiya AKP’ê bi rûyê wan re hat gotin, belê rûyê çekal bi çi ali re bikêşi didest mirov re tê.

A mirov dimîne şaş malxêyek wekî şarederiya bajarê mezin a wanê Bekir Kaya, di peywira xwe de çendî hesas e tev Wan’î dizanin. Serokê Şaredariya mezin a Wan’ê Bekîr Kaya, ji Wan’ê re çi karên girîng kirîne, ê pêş çavên welatiyê Wan’ê. Ser vê de jî AKP van wêneyên bêwate belav dike. Mirov dimîne şaş gelê Wan’ê Serokê Şaredariya bajarê Mezin ê Wan’ê rêzdar Bekir Kaya di hişên xwe de wekî mirovek pîrozwer dibinin. Ev peywirdarên AKP’ê çawa bi zanayî direwan dikin.  

Em piştrast in, malxên (parlamenter, sîyasetvan û şarederên) me xwe ji kirêtiyan bişavtine û peywira xwe ji xwe re pîrozwer dibînin.

Bila malxên (serokkomar, serokwezîr, parlamentêr û şarederên) wan ji xwe re çareseriyê bikin. Bila ew bi serê bilind re dizên xwe aşkera bikin, kêmasiyên xwe veneşêrin û di peywira xwe de zelal bibin.

Tu kes nabêje mastê min tirş e. Belê mastê mirovi tirş be û mirov bi direw bibêje mastê min şirine, dê rojekê ew direw bê aşkerakirin û findika wi jî bê vemirîn/temirîn.

Ji îroj paşde, findika AKP’ê temirîn û AKP’e dile hilbijarên welat de reş bû.

Bu yazı toplam 3576 defa okunmuştur
14:44
 // kerem kawa
Spasyate dikem jibu gutnete tu herdem naw xesiye u slametbi...
28 Ocak 2014 Salı 14:44
19:35
 // Xandewar
Her bîjî mamoste te zehf xweş nivistiye...
24 Ocak 2014 Cuma 19:35