Omer Dilsoz

Mala babê min

26 Eylül 2012 Çarşamba 12:00

Mala babê min

Berî mehekê bû, belkî çend roj zêdetir, erê erê bo cejna Remezanê ez li Culemêrgê bûm.

Bi gotineke dî çûbûm mala baban…

Xaniyê babê min li taxa Kanîkewkan (bi navê resmî Keklikpınar) li pişt xaniyê Bedrî Çallı ye; hema bi wî kendalî ve di nav avahiyên derdorê de berze ye. Bawer im, li gel wî ka xaniyek an duyên dîtir ên axeban mane an ne, baş nayê bîra min…

Xanî weke pehlewanekî ji şerê dêwên heftserî rizgar bûbe peritî, dîwarên wî derz û kortên ku bi rehetî destê mirovî dê bikeve navê û derî û pencere hevtemenê avakirinê.

Na na avakirina wî gelek kevin nîne, digihêje salên tofanê yên sala 1995ê, gava gundên devera me hemû bi ber pêla talana dewletê ketîn…

Hê jî li bîra min e, ew birîket, xîz û kelûpelê bo wî xanî giş me li wî kendalê rijde yê bêîman bi ser pişta xwe kişand, av jî me ji wê şîva tenişta (hingê li jorî çu avahî nebûn, ava kanîbihariyên wî pesarkî pak bû) wê anîn bi erebokan, di gozik û satilan de…

Hingê babê min wan hinek darên sêv, gûz, spîndar û gilyas li ber derî, di wî kendalê xwedênenas de çandibûn, belkî bi xêra wan hê jî ew xanî di wî kendalî wernebûye.

Ez bêm ser behsê xwe; Vê havînê gava ez li wê derê bûm, hê jî weke panzdeh sal berê jiyana mala babê min tu dibêjî qey rawestiyaye, wisa berdewam dikir.

Erê xwîşk û birayên min hemû mezin bûbûn, bapîrê min çûbû ber rehma Xwedê, dê û bavê min pîrtir bûbûn, lê qedera mala babê min weke ku hêj jî salên mihaciriyê ne, bi heman lewnî berdewam dibû.

Erê darên ku hingê tenê çend şivikên terr bûn, niha bejna xwe rakêşabûn, fêkî dabûn lê were li qedera reş binêre, di vî kendalê weke berojkê kimkiman (gumgumokan) de ev darên han ji bêaviyê kurmî bûbûn, hêj negihîştî zerikî bûbûn û çilmisîbûn…

Erê li mala babê min hê jî av du şevan carekê dihat; Şevekê ava zû, şevekê jî ya dereng bû. Maliyên malê –bi taybetî xwîşk û jinbirayên min- dimane ber saeta hatina avê da ku gozik û amanên xwe tijî bikin. Lê wê avê têra nedikir, gelek caran hêj gozik nîvî nekirîn av dimiçiqî wan jî radihişte xurtoman û xwe davête ser bextê der û cîranan… Tişta qet û qet aqilê min hilnedigirt ev bû; Çawa çêdibe li bajarekî weke Culemêrgê ku her bihosta wê kaniyek jê dike bilqebilq ev nêzikî bîst salan e, mala babê min derdê bêaviyê dikêşin…

Gelo dê hawara xwe bibine nik kê?

Gelek caran gava çavên xwe dimiqînim, ew darên çilmisî têne ber çavên min. Kizînî bi hinavên min dikeve.

Gelek caran di xewa xwe de ez nalîna wan fêkiyên ku hêj negihîştî çilmisî û bûne pariyê kurman dibihîzim…

Qedera malekê, malbatekê, heta belkî çarenûsa bajarekî na na ya welatekî nizam çima lê hema di hişê min de weke wan darên ji bêxudaniyê terkî qedera xwe hatine hiştin, têne ber û ev yek êşeke bêtarîf di dilê min de çêdike. Êşa bêçaretiyê; Ku mirov di nav heyiyê de neyî, din av xwedanan de bêxudan û li welatê xwe bêwelat, û bê kesb û giyandan û bê şol û betal bit…

Ew mala bê rê, bê av û ji bext û qubala xwe ya reş re hatiye hiştin, çend dişibe qedera wî bajarî tevê; na na belkî ya vî welatî hemûşkê…   

 Mala babê min “mala mêran e” niha welê ye, heçî derfetê dibîne (kesanên ji vê malê) dixwaze xwe ji wê kilês, kavilewar û dêmistanê xilas bike, çu kes rondikên wan darên stûxwar nabîne û axîna wan nabihîze, ji ber hindê ye belkî; wan rojan gava dirazam min di dilê xwe de her dua dikir ku Xwedê baranekê bide qenebe dilopek av bikeve ruhê wan…

Lê çare baran nebû, av bû…

Niha di vê kêlîka şev kerr, dil terr û ruh zîz û dil bi gizegiz de, hişê min henekên xwe bi min dike û min gêrî newalên bêbinî yên hizr û ramanan dike; Tenê ji nava vê hengameya şerehişîn de gotinek di panîka devê min de hilawîstî dimîne:

Av, jiyan e…

Tifaqî û êkgirtin, xwedanî û saman û sermiyanê ser hemûşkan e…

 Çare,

Avedanî û desthelîn û berxwedan e…

Hêvênî hemûyan jî

Hezkirin û dilpakîya li gel êkûdu ye…

Bu yazı toplam 3710 defa okunmuştur
Culemérgî
 // Cembelî
1) Heke em ristén edebî û estetîk yén der heqé darén ku i ber bi hişkbûné ve diçin, bidin rexeké nivîsek zéde rasteqîn e..Lé ez dişém gotina R. Jîyan ya dibéje "Divé em kurdistané bikin daristan" lé zéde bikim 2) Jîyan li Culemérgé statîk e wella, 6 sal çûn û hatinén min yén Culemérgé de her tişt wek xwe bû ji bilî salonén okeyé yén nû vedibûn...Ji ber vé yeké jî gotinén te yén "...hê jî weke panzdeh sal berê jiyana mala babê min tu dibêjî qey rawestiyaye, wisa berdewam dikir..." gellek tesbîtek di cih de ye 3)Nizanim Biréz Bedirxanoglu "karîye" ku vé nivîsa te bixwîne, herî zéde jî ev rist: " ...Çawa çêdibe li bajarekî weke Culemêrgê ku her bihosta wê kaniyek jê dike bilqebilq ev nêzikî bîst salan e, mala babê min derdê bêaviyê dikê...
30 Eylül 2012 Pazar 13:26