Omer Dilsoz

Ma em Kurd mişkê nav lepên kêtikê ne?

01 Kasım 2012 Perşembe 21:12

Payiz ber bi zivistanê qel dibe. Berfê xwe nîşanî me da. Ser û sertarên çiyayên Kurdistanê dîsa kofiya spî avêtiye serê xwe. Payiza dereng, bi xem û xiyalên tal weke gijlokê bi ser me de dibare.

Sêla siyaseta welêt, ariyayî, sincirî û sorbûyî ye…

Greva li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê heta îro jî (1ê meha 11) berdewam dikir. 51 roj li dû me man. Ji bilî berxwedêran çu kes bi halê wan nizane.

Ji rêveberên dewletê, rayedarên hikûmetê gotinên kelevajî tên. Yek dibêje, spî, yê dîtir dibêje reş e.

Ji bo rojevê biguherin û bala raya giştî ji GREVÊ badin, CHP bi çargavkî di hewara hikûmetê de ye; rojevên sunî û pûç derdixin pêş.

Medya, rola sê meymûnan dilîze; “Min nebihîst, min nedît û min negot” bi kurd û kurmancî, “kerr, kor û lalanê” bi me re dilîzin.

Yariyên xwe bi “giyanê” zarokên xelkê dikin.

Serokwezîr rojekê dibêje, “grev tune ye”, roja dî dibêje, “yek tenê di grevê de ye” gelek naçe tenê rojek piştî wê dibêje, “Li Qesra Qenco -17 Tîrmehê- BDPyiyan goşt û kibab xwariye û hestî avêtine êkûdu” mirov nikare xwe bigire ku bibêje, “heyra, tirr li ku das li ku” Grevê 12ê îlonê dest pê kiriye, vêca 17 Tîrmeh ji ku hat!”

Weke mişkê nav lepên pişîkê yariyên xwe bi “hafize û bîra” xelkê dikin.

Zilmê avêtiye navtengê…

Bêbextî û bêwijdaniyê xwe di qirikê asê kiriye…

Di van rojên teng û tengezar de, stêrkek ji asîmanê edebiyatê me rijiya. Arjen Arî di bêdengiya payizê de çû gihîşt rex stêrkên nemiran. Şêrgele mane sêwî…

...

Her weha kela civakê jî radibe.

Piştî ku greva darebadanînê ya BDPê ji sedî sed pêk hat û hikûmet vereşand, niha jî ji bo tol û heyfê AKP xwe hazir dike ku “mafê dest-nedana” parlamenterên BDPê rake.

Ev gef e.

Ev şantaj e.

Ev bi kurdî weha tê xwendin, “Neşiya kerî beziya kurtanî…”

Ev neşiyakerîbeziyakurtanîyanê ye. Ev leyîzeke nû ye.

Her ku dewlet li ber sîngê tevgera kurd tengav dibe, her ku hêzên Kurd nêzî hev dibin û hevgirtin û yekitî xurtir dibe; Hikûmet û hêzên palpiştên wê jî hartir û ‘qehbe’tir dibin.

Weko bapîrên me Kurdan dibêjin;

Şer jî bi merdanî xweş e,

Şer jî bi mêrxwasî xweş e, lê evne ne merd in ne jî mêrxas; bi qewlê dapîra min, “reha nav çavan lê peqiyaye”, bêar in, bêheysiyet in…

Lê belê em wan gelek baş dinasin û bawer bikin ew jî xwe… Lê li bextê felekê were, ku îro yê ser ew in, yê piyê em…

Siyaset û şerê mafxwestinê dilgiranî û dilzîziyê zêde ranagire. Em mecbûr in, di vê lêkdanê de HIŞYAR bin û nehêlin bi dek û dolabên xwe pişta me deynin erdê.

Ji bo vê jî, tiştek divê; AQIL…

Riya aqil bi derwazeyên xwendinê bixemlînin û stratejî û taktîkan lê bigerînin. Ji bîr nekin, Em rojekê mecbûr in dê bi van “qehbikan’ re rûnin.

Ji ber wê jî hemû piran hilneweşînin û binve binve bi troyayî nava kelehê bistînin.

Bi hêviya rojên xweş…

Bu yazı toplam 2931 defa okunmuştur