Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ma em kurd bi genetîk ‘şîzofren’ in?

Ma em kurd bi genetîk ‘şîzofren’ in?

Van rojên ku siyaseta Tirkiyeyê sertapê ji nû ve tê “dizaynkirin”, Rojhilata Navîn bi serhildanên xelkê erebî diheje û kirasê xwe nû dike.

Xuya ye, li Tirkiyeyê “krîza sûndxwarinê” ber bi qonaxeke nû ve diçe û “tiştên heya niha tenê li pişt deriyan pê dihate axiftin”, dê li ber deriyan jî pê bête axiftin. Di pêvajoya dariştina Makeqanûneke Nû de, pirsa kurd li formûlan digere û bi efûyekê dibe ku pêngava vê riyê bête avêtin û ev pêvajo hêdî hêdî ber bi çareseriyeke ku çu alî pê neêşin ve bête birrin. (Hêviya me jî ev e)

Aha, di van rojan de, ku min dawî li romana xwe ya nû “3çerxa şîzofrenîk” anî, e-peyameke ku nizanim tesaduf e, an jî tewafuq e, derbarê mijara ku ev çend heyv e serê xwe pê diêşînim ve gihîşt ber destê min.

Pêbawerî û pênebaweriya bi e-peyamê li aliyekî, lê dîsa jî ez dixwazim hinekî “îdiayên” di vê e-mailê de hatine binavkirin, li vê derê bi we re parve bikim.

e-mail ji aliyê kesekî bi nave “B.E” ve hatiye şandin û tê de îdiayên balkêş hatin rêzkirin. –Hêjayî gotinê ye ku ev mail di heman demê de ji hin biraderên ku di vê malperê de dinivîsin re jî hatiye şandin- li gorî wê, tê îdiakirin ku “projeyek ji aliyê dewletê ve tê gerandin. Navenda vê projeyê, GATA ye. GATA; kurteya Akademiya Eskerî ya Tipê ya Gülhaneyê ye (Gülhane Askeri Tıp Akademisi), serkêşiya vê projeyê Beşa Psîkiyatrî ya GATAyê dike û armanca wê ew e ku kurdan wekî “potansiyel şîzofren” –kesên ku lê ne nexweşiya şîzofrenî pê re hebe û genên wan ji bo vê nexweşiyê nêzik in- nîşan bidin û piştre bi vî awayî şerekî “genetîk” li dijî kurdan bimeşînin.”

B.G, îdia dike ku ew serbaz (subay)ekî kevin e. Malbata wî MHPyî ne lê ji ber ku ew kurd bûye, li leşkeriyê fermandaran baweriya xwe pê neaniye. Jê re gotiye, ‘Tu çima naçî çiyê?’ û her weha ew bi şîzofrenî daye zanîn û bi rê kiriye GATAyê û li wê derê li Beşa Psikiyatrî hatiye dermankirin. B.E, weha îdiaya xwe pê de dibe, “Serokê vê beşê ji min re gotiye, hûn kurd potansiyel şîzofrenîk in. Genên we kurdan nêzî wekî hêlîvanka vê nexweşiyê ne. Kurd bi genetîk nêzî şîzofrenîyê ne…”

Rast-derew, ev îdia bi min cidî hatin û jêderka ku xwe dispêre saziya herî bi prestîj a Tirkiyeyê, cihê şik û gumanan jî zêde dike. Ev dibe ku planeke “Daîreya Şerê Taybet” be ku tê îdiakirin saziyeke weha heye û stratejiya polîtîkayên dewletê dadêne.

Balkêş e, nêrîna li kurdan a dewletê qet neguheriye û wer xuyaye zû bi zû naguhere jî. Ji têgihîştina “tirkên çiyê qar qurtê” heta “potansiyel terorîstiyê” ji wir jî niha bi “potansiyel şîzofreniyê” ev xeleka, “biçûkkirin, bêheysiyetxistin, înkar û pişaftinê” berdewam dike.  

Bi zimanê kurdî ev yek wiha tê xwendin; “Berê kurd tune bûn, piştre kurd çêbûn lê bûne bûnewerên ‘nenormal’ li ber navê wan “pirsgirêk” li pişt navê wan jî “terorîst” hate lêkirin. Piştre dewran geriya, kurdan bi xwîna xwe zincîrên “înkarê” şikandin, vê carê, kurd li gorî demê bi şabloneke nû û nûjentir hatin rûnandin. Navê wan vê carê bû “genetîk şîzofren!”

-A rast diviya mirov tenê pirsekê bike; Gelo, ew dewleta ku li ser xirbeyên Îttihakî Terakî yên li ser “tirs û qirkirina reng û dengan” ava bûyî, ew zihniyeta ku dibêje, “sê aliyên me behr, çar aliyên me dijmin in” û hebûna xwe li ser “nefret û tunehesibandina yên ne ji xwe” ava kirî, Şîzofren e, an kurdên ku nêzî sedsalekê ye, bindest hatine hiştin û ji bo mafên xwe serî hildayî?

A aşkere ew e ku “dizayneke nû” tê raçandin, li pişt perdeyê dîsa “tevnên bêbextî û komployê” têne ristin, siyaseta kurd, diviya li hemberî hemû dek û dolaban hişyar be!

Gelo ma bi zanistî mimkûn e ku genên nijadekê nêzî şîzofreniyê bin? Ma ne, diviya em berê vê pirsê bikin: Heke rast be, gelo kê bi genên vî xelkî lîstiye? Ma tu milletekî hin salan di bin pest û kotekiyê de bihêlî û nîrê zordestiyê; Bi awayê ekonomîk, berminetkirinê, bi awayê sosyolojîk, bi biçûkdîtin û şikandina baweriya wî ya bi xwe, û bi awayê psîkolojîk, wekî însan nedîtinê, tu zexteke berdewam li ser kevirekî jî bikî, ew ê bibe şîzofren û di serê de bişikê?

Gelo, kê kurd nêzî vê derûniya qed qedî, parçe parçe kirin?

Gelo, kê kurd “potansiyel şîzofren?”

Mîmarê “afirandina vî nexweşî” kî ye?

Ma ne polîtîkayên wê “dewleta we ya pîroz” a bi sedê salan e?

Gelo, ew ên li ser dar û keviran jî “Ne Mutlu Türrküm Diyene” (Xwezî bi wî yê dibêje ez tirk im” dinivîsin û alayê bi rengê xwînê destnîşan dikin, şîzofren in, an xelkê ku tenê ji bo nefeseke rehet bijî, doza heqên xwe dike?

Ev zihniyeta “desthilatdariyê” ku bi genetîka mirovan jî dilîze, bi xwe Şîzofrenê herî har e!

Ma hûn çi dibêjin?!     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi