Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîztikên Zarokan -1 (Lîstika Kêlvêlanê)

Lîztikên Zarokan -1 (Lîstika Kêlvêlanê)

Zarok dema ji dayika xwe bû, dibêjin wekî cûcika xwezayê ye, (Dema cûcik ji hêkê derket çawa bêxwedan û stah xwar e, an jî we bê dev û ziman e û neşê xwe star bike û hewceyê xêrxazekê ye, ji wê re dibêjin cûcika xweza î, an jî dibêjinê cûcika xela/qitûtî), we bê dev û ziman e. Hewcedar e, hewceyîyê hemû tişti ye. Heta hewceyîyê dijminê xwe ye jî. Heke di xwezayê de êk quti nedet wê cûcikê dê bê risq û av bimir e.

Zarok jî dema ji dayika xwe bû tu ji dinyayê fêhm nake. Tu çîraçepên mirovên zikreş, mirovên xwedî rik re nizane. Wek berfa payîzê paqij û dilopên keviyên (berfa biharê li çîya bi aliyê aşûtiyê re binê çiya kom bû, an jî aliyê bahozê re newala de de kom bû re dibêjin kevîya berfê) berfê jî zelal in.

Zarok dema bêrsî dibe digirî, dema têr be jî dikene. Ji wi re jîyanê de çîraçep, xapandin, dizi, xwîn û xwîndarî, kuştin, lêdan çû nîn e. Ji wi re hebe nebe zikê wi têr be, bi dil xewa xwe bike û tênî ne be, bes e.

Roj bi roj zarok di jîyana xwe re di nava sala de diçe, laşê wi de cudahi çêdibe. Ji bejnê, ji kîloyê zêde dike, an ku qelew (şîşman) dibe. Di wê fambûna xwe de xwezayê dinas e, malbat û cînara dinas e, xwe dinas e.  

Dem bi dem xinistî (xiyanet) û zikreşîya dilê mirovan, xapandin û çepên mirovan re rû bi rû dimîne. Nû hîndibe di dilê kîjan mirovî de çi xirabi û nava mêjiyê mirovan de rovî bi çi şeytaniya diger e. Çend di nava jînê de xwe bibîne hindn jî ji jînê de perwerdehiya jîyanê dibîn e. 

Rasti heta hîn van têkiliyên mirovan dibe dijîyana xwe a zaroktiya xwe de jî rojên herî girîng dibîne. Di zaroktiya xwe de şûmiti, neriheti, lewçeti, miziri, nehs, teşqele û henekiya hwd. dike.

Zarokê hemû tişta tevlihev bike re, bişkêne re dibêjinê şûmitiya neke. Ji zarokê ser heval û mirovan re bikene ji wi re jî dibêjin; ji min re henekiya neke. Zarokê herdem bi destê xwe re mirovên rasti xwe an ku mirovên nik xwe aciz bike, ji wi re jî dibêjin lewçetiya neke. Ji zarokê her dem mizmizo be, ji tişta re bigirî, ji wi re jî dibêjin mizir-nehs ne be, an jî ji wi re dibêjin ziktojenk nebe. Bi vi terz zarokira caran jî “wele heroj dixwe belê çareseri lê çû nîn e, çavên wi bêrsî ne” dibêjin. Zarokê destê xwe bide hemû tişta ji wi re dibêjin çendî nerihet e, mizir e. Ji zarokan re ev mûnasîbdîtin gor herêma diguherin. Ji bo ew zarokê hemûya bihev re bike jî  “wele ji difna şeytani kevtiye, tu dibîni hema dîwara re rê diçe” dibêjin.

Ev di têkiliya zarok û mirovan de diborin. Belê ji van têkiliya cida yek bi yek dijîna zaroki de tiştik dî heye. Ew jî lîstikên navbeyna zarokan de tên leyîstin.

Roja min di vê Nûçeya Geverê de (Yüksekovahaber) dest bi nivîsa xwe kiri, min goti bû em dê li zozan û navmêrgên Colemêrgê, deşt û warên Colemêrgê lîstîkên zarokê Colemêrgê leyîsti, leyîz in. Dê ser kanî û rûbarên Colemêrgê av û dewê tezî vexwin.

Ez jî li pişt sozê xwe sekinîm û min lîstikên zarokên Colemêrgê ên min zanî nivîsîn û dê danim ber dîtinên we.

Bawerim bi vê nivîsîna lîstikên zarokê Colemêrgê de ên min ji bîr kiri û kêmasiyên min dê hebin. Di destpêka van lîstikan de lêborîna xwe ji we dixwazim. Hêj min jibîr nekiri; ez ji bo nivîsîna lîstikên zarokê Colemêrgê de harîkarîya birayê xwe Evdilkerîm Sakalli re spas dikim.

 Zarokên Colemêrgîya jî wekî zarokên hemû herêm û welata dinavbeyna xwe de hindik leyîz dileyîst in. Mêrg û çîmenên Colemêrgê, zozan û beyarên Colemêrgê bi lîstikên van zaroka re dixemilîn. Piştî vî şerê qirêjû ev lîstik hatin jibîr kirin.

Her çîroka min nivîsî re gor ramanên xwe, min şîrovek ser de îna ye.  Ji van lîstîkên zarokên Colemêrgîya de biranê, şeqanê, tîteqanê (çavmiçkanê), şûrê keleş, tirêna qarê di bin sîvanê şîroveyan de min nivîsîn e û dê bêxim xizmeta we.

Belê.

Zarok bûn a zarokên Colemêrgê kul û kuvani bû, îza û xîzani bû, êş û jan bû, xem û xîyal bû. Bi sedî yek nebe, tu zarokên Colemêrgê bi serek bilind nedijî.

Lewre jîyana zarokan;

- Lawik/keçê Colemêrgê di jîna xwe de dibeze ser kaniyê avê ji malê re tîne, an jî

dibeze hinbêzik çiqdarê hişk ji kucikire bîne. Pez û hêwan, fêqi û dikak, komkirina gêzi û gûniya hwd. hemû li benda wan zaroka bû. Rawestan ji wan re çû ne bû.

- Keça min bilez qentere û mezela gêzi bike, lawikê min bibeze hinbêzek qoçika ji

sobe re, ji kuçik re bîne.

-Keça min/ kurê min here çêl ê an jî goliki li ser kapi (serê werîstê avêti stahê hêwani (goliki) singê kutayi erdi, çiqê darê, qormê darê an jî kevirek mezin ve girêdayî re dibêjinê kap) guhêze, belê bila têr avê vexwe paşê. HWD.

 Bi kurtasi jîna zarokên Colemêrgê wekî xwişk û birayên wan ên ciwan û wekî dê, bav, mam, xal, xalet hwd. bi rêncberî diborî.

Min çîrokên xwe di bin sîvanê vê şîroveyê de nenivîsîn e. Kêlvêlanê dê vê nivîsa xwe de nivîs im.

Selkanê, şitanê û kabanê, pilanê jî dê di berdewamiya van lîstikan de nivîsim

Ev in ên bîra min.

***

KÊLVÊLANÊ:  

Bi zêdehi di aliyê zarokên şivan û gavan re tê leyîstin. Caran jî bi kombûna zarokên taxi an jî di aliyê zarokên diçin geşt û seyraniyan re tê leyîstin.

Lîstik di nava zevî (zeviyên beyar), mêrg (mêrgên giyayê wê hati dirûn) û çolê tê leyîstin.

Ev lîstike a herî kêm di aliyê du û ji du zarokan zêde re tê leyîstin. Divê hejmara zaroka cotik be ku ca bibin du kom. Caran hejmara zarokê bileyîzin yek dimîne tenê. Wê demê jî zarokê ji hemîyan biçûk di danên nava koma qels (bêweç) tê çav.

Ji bo vê lîstikê hewceyî kevirên pan û nêzûk du bihost fireh û nêzûk sê bihostan bilind û pir kevirên ko nava destê mirovî de cih bibin an ko biçûk he ye. An ko kevirên tenik/sel ên danên ser bini gor dilê xwe peyda dikin.

Dema zarok bû du kom, her komek ji xwe re pêşîyê sê kevirên wekî me goti a herî kêm nêzîk du bihost fireh û sê bihosta bilind ji xwe re peyda dikin. Dema koma kevir peyda kirin leyîzsazê koma dinava cihê ko kêlvêlanê leyîzin pişta xwe bidin hev û a herî kêm bist-sî (ev navbir gor qoweta xwe a avêtina kevira kifş dikin) pêngavên fireh bavêjin.

Dema navbeyna kevirên pan daninê kifşkirin dê kevirên ji xwe re peyda kiri jî nêzîk sê-pênc pêngava ji yek dûr danên ser bini. (Her komek ji xwe re.) Heke kevirên herî kêm nêzîk du bihost fireh û sê bihosta jî bilind xwe ser binê xwe negirtin wê demê ber binê wan dê (ber û pişta keviri) kevirên biçûk re qahîm bikin.

Ji bo kîjan ji wan dê pêşîyê leyîzi in dê kevirê hişk û şil bavêjin hewa. Mînak dê kevirek wekî selik ji xwe re peyda bikin. (sel ji kevirê tenik/pan û mezin re, selik jî ji kevirê tenik/pan û biçûk re dibêjin.) Dema kevirê selik ji xwe re peyda kirin dê aliyek keviri tifbikin ê û aliyê dî ê keviri jî dimîne hişk. Yek ji wan dê aliyê şil bêjî ê dî jî dê aliyê keviri ê hişk bêjî û keviri pavêjin hewa. Dema kevir kevte ser erdi û aliyê kîjan ji wan serve be ê ew pêşîyê dest bavêjin lîstikê.  

Û dê lîstik dest bavêjê.

Ew komên bi hevre leyîzin dê bi rêz her yek dê kevirekê bavê ew kevirên danî ser bini. Hindik lîstikên kêlivêlanê her lîstikvanek sê kevira tavêje selê danî ser bini, ev gor ên di leyîz in. Mînak koma pêşîyê dest avêti lîstikê dê bi rêz keviran bavêjin. Heke bi avêtina wan re ew kevirên hevalên xwe wergêran (bêxin) erdi ew mizefer (qazanç) dikin. Heke bi avêtina kevirên wan re kevirên hevalên wan ewên ser bini newergeriyan wê demê dê hevalên wan wekî wan bi rêz keviran bavêjin kevirên wan.

Di lîstikê de kîjan kevirên hevrikê xwe hemû wergêran ew qazanç dikin û bivên carek dî dest avêjin lîstikê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10