Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîstokên Zaroka -6- LÎSTIKA PILANÊ

Lîstokên Zaroka -6- LÎSTIKA PILANÊ

Salên 1970’yê û ên berî 1970 ê li Colemêrgê eyd, bêldûk, dawetnebî, banqud, sibatên nêr û ên mê, Hwd. kêyf û şahiyaniyên wan hebûn. Di şevreşeyên Colemêrgê ên dirêj de ne tinê evene bûn. Bi van re ên bihejmarêr re nahên gotin hûneriyên dî jî ên me jori goti re hêj hebûn. Ên wekî dîwanxaneya de stran, çîrok, lorîn (ên landika û bi miriyan re tên gotin), pêkenok, govend, metelok û hwd.

Ji van pê de payîza, dema dexilê payîze tê dirûn  û çinîn jî savar qotan û savar hêran hene. Piştî gêreyê dema dexil çê bû dexil ê dikin ar ew diçe aşi. Dexilê bikin savar, dahn jî qoşxaneyên mezin de an jî vîdonên paqij de ser agiri dikelîn in. Piştî kelandina dexili, dexil dibe dahnik û dahnika jî ber tavê hişk dikin. Paşê jî bi kêfuşahiyane şevekê dikin zibare. Ji vê zibara qotana dexli re dibêjinê savar qotan. Paşê jî wê savarê ditêrin an ku şevekê bi destari savarê ditêrin. Di bêjin savar hêranê jî şeverok. Heke savar qotan û savar hêran şevekê xelasnebe şeva paştir jî domdikin. Ciwan vê savarhêranê û savarqotanê wekî cejnekê bi kêf û şahiyane, stiran û reqasê re derbazdikin.

- Mînakek ji dawetnebîyê re “dawetnebî, cemed li kevir vebî, heçîyê mala xwe nebî, guneh li halê xwe hebî” digotin. Lewre zivistana rojên herî sar, mirov du deqîqa mînî çolê simbêlên mirovi cemedê digir e, ji van rojane re tê gotin.

A duyemîn jî di vê roja dawetnebîyê de malbatên taxi bi zêdehî girara keşkeyê dipêjin bi kêmasi jî girarên dî. Û wê rojê malbatên taxi êvari girarên pati/pijyayî û herek jî kevçikê xwe diben û diçin rex qabristanê û bihev re girara amade dixwin. Ew girara ji mala hati divê her mirovek herî kêm kevçikekê ji wê girarê bixwe ku ca xêra malê tê de hebe. Dawiyê de, li taxê me feqiyan jî, êvariya dawetnebîyê xwarin ser banê mala bavê min ber goristana xwişka qulireşi dixwarin. Lewre wî zemana berf bi bejnekê dibarî. Ser banê me jî ji befrê paqijkiri bû ji wê çendê.

- Meha sibatê (reşemî) salekî nêr û salekê jî mê dihat gotin. Ev salên nêr û mê di wê sala borî de gor toxmê (gopika) gîya kifşdibû. Heke gopika/toximê gîya zêde/pir be, ew sala tê dê sibat nêr be û heke gopika/toximê gîye hindik be ji sala tê re dê dê sibat mê be dibêjin. Ev sala di gotin sibat nêr e, gor bîr û baweriyên wan çandin, fêqi, dikak û dirûnên wê salê nêr e û di wê salê de hinbankên (mitbexên) gel vala bimîn e. Ancax heke wê salê sibat mê be dê xêrubereket bikeve herêmê û dê hinbankên gel bi risq re şipik e. Ji peyva risqi re zimhêr, nefeqe û qût dibêjinê. Peyva zimhêr, nefeqe û qûti jî tevahi xwarin û vexwarina mirova re dibêjin. Di nav peyva zimhêri de dewrêçal heye. Dewrêçal bi zêdehî xwarinên ji pez û hêwan re çêdibe re dibêjin. Ên wekî teremast, soxetan, penîr, şaşi, lor, keşk, rûn/nîvişk û hwd. hene.  Bi van re cida ji goştê hêwana ve qedît (goştê hişkiri), qeylê jî ji zivistanê re çêdikin.

Gor gel ê Colemêrgê ev rûyek meha sibatê ye. Di rûyê dî ê sibatê de jî gore Colemêrgîya heke meh mê be “îsal sibat pîrejin e” digotin. Wê salê yek sibat kîjan ji malbata taxi be, êvari mirovên wê malbatê çûvtenûri (ji darê nêzî du mitroya dirêj û zirav bi agirê tenûrê têkilyek bike re dibêjin çûvtenûr) an jî gêziyê navmalê bi kincan re xemlîn in û ciwanê malbatê dirêzê de bi stran û lajeyan ve diben bo kurikê piştî mala xwe. Roja dî a paştir jî bi wê selîqê, ew mal pîrejin limalê diben bo kurikê mala rêzê de. Sibat heke nêr be an ku pîremêr be jî carek dî çûvtenûrki an ji gêziyê navmalê bi kincan re dixemlîn in û bi laje û stranan re ji keviçika malbatê re diben. Wê zivistanê heke sibat nêr an jî mê be ne girîng e, biçî kîjan malê divê ew malbat qedirê wi/wê bigire û destexankek dewlemend raêx (danê) e. A duyemîn jî ev têkiliya mirovên taxi dawiya meha sibatê jî xilasdibe.   

- Serê kanûna biçûk jî zarokên taxi komdibin wekî eydan (cejnan) mal bi mal digerin “bêldûkê bêldûkê serê kanûna biçûk ê, Xwedê kuriki bide bûkê, xêra xwe tiştikê berdin binê tûrik i” dibêjin. Bi gotina wan re jî jina malê ji wan re mirûj, gûz, hejîr, şêlim, kişmiş, şirya, helhelok, kewzan hwd. çi di malê de hebe ewê dide zaroka.

- Zivistana heke jina malbatekê Xwedê zarok ji mala wam zêde kir, an ku Xwedê zarok da jin an jî bûka malê ciwan ê mer heyî merê, ê tevir heyî teviri diden destê xwe û diçin ser banê wê malê û sîvaneyê bani xirab dikin. Aliyekê sîvane xirab dikin (dikolin) aliyê dî jî bi dengê bilind banqutkê ji malbatê dixwazin. Wê demê li ser bani tên xwarê heta xwedîyê malê banqutka (gûz, hejîr, mirûj, kişmiş, çi di malê de heyî) wan didenê. Hindik malên herî hişyar jî hene, dema ciwan sîvaneyê bani dikolin ew jî “ka carê hewe pirsyar înaye ku em banqutkê bidin we, zû herin pirsyarê bînin” dibêjinê, ku ca bangutkê nedin wan. Pirsyar jî ji bo zarokê nû hati dinyayê re diyarîyekê bibin.

- Cejna hacîya (cejna şekirê) û Cejna qorbanê ji zarokê Colemêrgîye re herî hirîng bû. Êkere heke bavê zaroki bi sedema cejnê kinc an jî solik ji wi re kirîba ew zarok bi wan kinc û solika xwe re şevê diraza. Siba cejnê dema zaroki ew kinc an jî solika xwe ber(pê)kiriba dê bêji zarok ser ewran diger e.

Eyda (cejna hacîya û a qorbanê) de jî taxê feqiya û taxê binqesê (tenê ên zilam û ciwan) bo nivêja eydê diçûn mizgefta gulireş i. Piştî nivêja eydê bi rêz mezin û biçûk diçûn dest û serê yek. Hemûya eyda hev pîroz dikir. Ên navbeyna wan de xwîndari an jî silbûnek hebe di van eyda de ev xwîndari û silbûn navbeyna wan de radibû. Piştî pîrozbahiya eydê hemû bihev re diçûn mala Hecî Sebrîyê Axacan.

Hemûya sertêşt di xwarin û bi rêz çend malên kurê Hecî Sebrî, Malên mala Mihemet Elîyê Esker, malên malbata Hako. Malên binqesiyên  jî; mala Ehmedê Ezo, a Mewlûd, a Derwêş, a Bedo, a Mihemet Emîn û hrw. digerîyan. Piştî taxê binqesê jî di çûn mala Rostê û jêlil malên feqiyaniya yek bi yek digerîn. Hemû mala jî rûniştin, dixwarin û vexwarin. Demên xwe ên zêde mayi de jî ser bana lîstikên pilanê û kabanê dileyîst in. Ev lîstika pilanê û kabanê netinê eyda dileyîst in. Ev lîstikene şevreşên zivistanê ên dirêj de di mala ser berik û mafîra jî dileyîst in.

Xwarina nîvro an ku têşt li mala Ehmedê Ezo xwarin û berheviya nivêja nîvro kirin. Di wê demê de hindik ciwana “em vê fersendeyê berze nekin û werin em jî heta piştî nivêjê ser bani lîstika pilanê leyîz in” gotin.

LÎSTIKA PILANÊ

Çar-pênc ciwana jî, ê gûzê ji eydê komkiri an jî ji mala xwe dizî û xwasti bi xwe re birin û çûn ser banê Ehmedê Ezo. Pêşîyê nava bani xêzek (xîçek) grovir xêz kirin. Nava xêza grovir jî xalek biçûk lê kifşkirin. Paşê jî deh-panzdeh pêngav ji xêz grovir dûr xêzek rast kêşan. Hemû çûn pişt xêza rast kêşayi sekinên û her yekê gûza xwe avête nava wê xêza grovir xêzkiri. Piştî hemûya gûz avêt wê grovir ê gûza kî herê nêzû xala nava xêza grovir e ew dê pêşîyê dest bavêje lîstikê. Her we bi rêz re gor gûza nêzû xala nava xêza grovir re kevtin rêzê.

Dema rêza lîstikvana kifş bû hemû dê gûza xwe bavêjin ser bani û her yek jî diçû hindav serê gûza xwe sekinî. (Divê gûzên wan nêzûk yek nebin.) Ê di rêzka lîstikvana de yekemîn leyîze dê tûlîya xwe a navê (an ko a gustîrê) û a berani bide yek û bixorti dê pilekê (tûliya navê) li gûza xwe bide. Ancax hêj pil li qûza xwe nedayî dê binêrîtê kanê kîjan gûz nêzû gûza wi ye gor hindê jî dê pilekê li gûza xwe bide û dê gûza wi biçe bo rexê gûza ji xwe re kiri nêçîr. Heke bi pila wi re gûza wi li gûza ji xwe re kiri nêçîr re nekeve, ew hindav serê gûza xwe sekine an ku êdî naleyîz e heta carek dî dor tê wi. An jî heke gûza wi çû li gûza ji xwe re kiri nêçêr lêxist wê demê ew wê gûzê ji xwe re hilde û gûzek dî ji xwe re dike nêçîr.

Hindî ku gûza xwe li gûza hevrikê xwe re lêxe ew lîstikê domdike. Wekî me goti dema ew sot ê rêzê de dom lîstikê dike. Hindî ko gûzên lîstikvani bimîn e lîstikvan dileyîz e. Dema gûzên wi xelasbûn êdî lîstikê têle.

Demek rojê ciwanên ser bani nêrîn ê ko zilam çûn bo mala Evdilayê Rostê. Ewan ji hindika herî zêde gûz qazanç kiri bûn û hindek jî herî xosaret bûn, belê lîstik hêlan û pêşîya wan de çûn.

Ji bo nivêja êvari li taxê feqiyan bûn. Wi taxi jî tevahî eydên mala geriyan, xwarin û vexwarin, paşê jî nêzû êvari ciwan çûn ser bani ji xwe re leyîst in.

NÎŞE: Lîstika kabanê di pêşîya me de dê nivîsim. Kab çi ye? Kabanê çawa tê leyîstin? Vê lîstikê biserê xwe dê bînim ziman.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10