Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zarokan -7 (Şûrê Keleş)

06 Şubat 2011 Pazar 19:48

Herêma dikeve navbera girê çûkarê hindav gundê Têkûnis û rasti girê çûkari rexê merxebê navbera çelê berçela û bi jordan heta hindav Colemêrgê an ku destpêka kanîbîyê cihê zomên Colemêrgîyan e.

Navbeyna zomên Colemêrgîya û berçelana rengîn me got girek heye. Berçelan kevtiya pişt gundê Koçanis û herêma golanê e, li binê çel ê berçelan. Çelê berçelan çîyayek wekî elehan li hindav zozan û berçelan bi rik dîrokê re guvahi kirin e. Biharên berçelan û heta direng havînê aliyekê ji kulîlka û gîyayên rengîn re, aliyê dî de jî bi kevîyên berfê re wekî parçeyek buheştê tê çav. Nîveka havînê zebeş nêzîkê demjimêrek ê mîne ava golanê de, zebeş ji ava sar re parçe parçe dibe. Aha ev bincana ava vexwarinêye a ji bo bajarê Colemêrgê diçe. Heke mayne sax rojên were ser berçelan dê şîroveyekê binivîsim.

Di wê herêma zoma de her eşîratek Colemêrgîya zomek hebû û her zomek jî bi navekê navdar bû. Bi tevahi zom ser kanîya û bi piranî bi navên kanîya re navdar bûn. Mînak zomek a silehîya, êk a çelîya, êk a moxdayî, êk a xanî û hwd. zoma li wi herêmê cih digirtin.

Dema mirov biçe ser kevirê çelê berçela mirov vê herêmê tevahî bi çavê rûs re dibîne ku ev herêma bi girên biçûk û mezin re nexşandî ye. Girên herî mezin jî hene belê girên biçûk pêtir li vê herêmê de tên çav.

Hindî ku pesar û betenên van giran de; betenan gîya lê şînbûyî û tê çerîn re xemilîye. Belê pesar pêtir rûtin, tu gîya lê şîn nebûye. An jî hindik gîya lê şînbûye. Ew pesar bi zêdehî axek hişk û ziwaye û rêveçûna pesara ji ber axa wê a hişk mirov bi îza lê digerît.

Ew herêm bi rexê gîya re dewlemend bû û gîyayê wê ji bi pezi re pir fêdebû. Belê li wê herêmê de bi sedan jorve çeşîdên gîya hebû û yê ji pezire herî girîng jî gîyahêvênk bû.   

Êkere dema şivana ji bona dotina pezi, pez tînan cihê bêrê, hêcanek herî giring dikete navbeyna bêrî û bêrîvana de. Heke dinava wan bêrî û bêrîvana de evîndar hebin, rasti bi dema bêrê re pêyên wan erd nedigêrt, hewa de ser ewran diçûn.

Tê zanîn ku evîndarîya zozana cudaye. Ew evînîye ku dinava gîyayê ber tavê kizirî, hişk bû û kelemên wi gîya diçin dest û pê wan de re jî, ew nexwemê bûn. Bi dizi re binê kevira û newalên peni de, binê gûniyan de ji bo bigehin yek re, ew roj bibeniki dikêşan. Di wê xwezaya sahm û beredayî de ê ev hêcanê bijîn î û ê eve dijî tenê di zanî kanê çendî xweş û hêcan e.

Pez dema hate cihê bêrê, tu dê bêji şivana ev pez e êxistîye perwerdehîyê we cihê xwe dizanî û diçî cihê xwe. Dema pezi cihê xwe gêrt, şivan jî diçin ser kevirê cihê pez dotinê û wekî qrala ser serê bêrî û bêrîvana ferman dibarandin. (Colemêrgê şivana pez di dot û bêrî û berîvana jî pez tîna ber destê şivana.) Dilka berî û bêrîvanekê di tirsa şivana de nedigêrt xeletîyekê bike. Lewre şivan melkemotê serê (başının belası) bêrî û bêrîvana bû.

Rexê bêrî û bêrîvana re înandina pezi ve dotina pezi dema xelas bû, şivana carek dî pez dibir çerîn ê. Bêrî û bêrîvana jî  şîrê xwe di nava zerika, hinbanka, meşka an jî tiştek dî de avêtin ser pişta ker, an jî bi pişta xwe dibirin zomê.

Piştî ev herême bi kêmasî jî be me îna ziman, em zivirîn ciwanên Colemêrgê ewên wekî salên dawî de li Colemêrgê hatini zoma warên feqiya ji xwere leyîzîn.

Wê roja şemî ya heftêya nava meha tebaxê û kelêja wê havînî ciwanên Colemêrgîya piştî têşt xwarinê zevîya rasti kona kombibûn û dê lîstika şûrê keleş leyîzin. Lewre lîstika şûrê keleş lîstikek kêf/gewzî di Colemêrgê de tê zanîn û heçîyê vê lîstikê leyîze kêfa de şad dibe. Em şên bibêjîn lîstika şûrê keleş di nava tevahî lîstikên zarkên Colemêrg de a herî xweş û herî jî wehşî ye.

Em di seri de hindik nîveka lîstika şûrê keleş vekîn.

Di leyîza şûrê keleş de ciwanek dibîte pepuk û yek jî darek nêzik du mitroya dirêj an jî şivikek (şivik= çiqê darê ê yek sali) dirêj di desti de dibîte berevanê wi. Ciwanên mayî jî wekî hirç û gura dibin dijminê pepoki.

Belê em zivirîn lîstika xwe.

Pêşîyê ciwan werîstek çemberîya (werîstê ji hemû werîsta dirêjtir û bi teşîyêve hirîyê dirêsin û dawîya rêsînê jî ewi benikê çêbûyî jî vehînin dikin werîst.) tînin. Werîstê ku dê pê pepoki girêdin we be ku sê pişka du û sê pişka jî yek bimîne. Dê di wêdera werîsti de pê pepoki hişke hişk girêbidin. Serê weristi ê dirêj û ê kurt jî dê beredayî bavên nava zevîyê. Peşê jî ciwanê berevanê pepoki dê serê werîsti ê direş bi destê xwe bigirît. Serê werîsti ê kurd jî dê beredayî bimîne nava zevîyê.

Ciwanên belavbûyî rexên wan jî wekî pişîk li ber mişki sekinî, ew jî we ber serê weristi, ê kurt sekin in. Heçî ciwanê bişê xwe ji ber lêdana darê destê berevani parêzî ew dê serê weristi ê kurt bigire û bikêşe.

Dema berevanê pepoki darek li ewê rexên xwe lêxist, ewê dar vêketi dê bibe pepok. Ji ber hindê ewên rexan divê xwe nedin destê berevani. Haa vê jî bînim bîra xwe, berevan heçîyê darekê lêxist, cihê dari reşuşîn dibe. Piştî me eve aşkera kir, em carek dî zivirîn lîstikê.

Me got tu ji ciwanên rexên pepok û berevani divê rasti lêxistina berevani nehê. Belê ew ciwanên rexa serê werîsti ê kurt gêrt, ew jî pepoki di nava kelemên kîvara, kelemên tûsîya, kelemên gûnîya û kelemên kerengên kera û mirova (Kereng ên mirova zer in û mirova dixwun, ên kera jî reş in û nahên xwarin) de dikêşin. Bili kelemên gîya dinava xîzê hişk, kevirên hûr û gir, din ava axa hişk û nava gîyayê hati dirûn û binê wi mayî axê de dikêşin.

Di vê kêşana ciwani û rahêlana berevani de kîşk xweştir dibez e ew girîng e. Heke ewê serê werîsti ewê kurt gêrti xweş bibez e eve mala pepoki xerab bû. Ji ber kelemên gîya û kêzmên (gîyayê hati dirûn û binê wi ewê mayî axê de) wekî serê xencera tûj diçin laşê wi de, ji ber kevir, xîz û axa hişk û ji ber tevlihevbûna wi cihê leyîzê ji êş û birînê xwe re dike hewar. Ha evê jî nebêjim nabe. Hindik caran ji bo neyari an jî rik berevanê pepoki li pepoki xayîn derkeve û we zû bi zû tu kesê re darê destê xwe nalêxe. Ev xîyaneta berevanê pepoki jî bi serê xwe henekîyek e. Lê di nava lîstikvana de pepok ji xwe re berevanê xwe jêdigire û binê vê hevokê jî xîz bikim.

Hindî ku pepoki tu ji ciwanên rexê xwe bi darê destê xweve nelêxist ew pepok dê her we bi êş û jan be.

Di vê leyîzê de kifşe ku qedara pepoki di destê berevani de ye.

Bu yazı toplam 4928 defa okunmuştur