Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zarokan (5) – (Selikanê – Şitanê)

Lîstikên Zarokan (5) – (Selikanê – Şitanê)

Meh mahe gulanê bû. Rasti di vê pêvajoyê de meha gulanê di aliyê kurdan de êş û jan, xem û xiyal, kul û kuvan be jî di nava salên 1970’yê û berî 70ê yê de zarokên Colemêrgê kul û kuvaniya vê mehê nedizanîn. Rasti jî kul û kuvaniya vê mehê, êş û jana vê mehê, xem û xiyalên vê mehê sala 1980 ê paşve di dîroka kurdan de rûperek tarî girt. Heke ser meha gulanê di aliyê êşujanên kurdan de, xemuxiyalên kurdan an jî kêfuşahiya kurdan şîroveyekê bike ji xwe bi rûpera mirov neşê bigehe dawiya şîrove ê.  

Lê di wan salan de zarokên Colemêrgê asîmîlasyon, zilma ser gelê kurd û rika di dilê hikometên tirki, di dilka xwe de haylê nebibûn. Mixabin dema kolana de, nava zevî û mêrga de, li çolê, leşkerê tirki dîtiban, zarok jiwan direvîn. Lewre di wê demê de leşkerê tirk kurdên herêmê herî didan îzayê û kurd di bin zordariyek giran de bûn. Hingê leşkerek tirki dê sed kurd bêr (wek dutina pezi) kiriban. Zaroka jî ev xortiya ser bav û kalên xwe didît in û ji leşkera ditirsîn.

Lê wê heyamê de ciwanên zanîngeha de dixwendin nû xwe di nava doza têkoşîna kurdan di dîtin û ev têkoşîna xwe a azadiyê herî giring jî tînan ziman. Belê têkoşîna van ciwanên xwendevan bi ciwanên tirk re bû. Hingê ciwanên kurdan digotin pêşîyê azadiya gelê tirk û paşê jî azadiya gelê kurd. Di vê têkoşîna ciwanên tirk û kurd de em giheştîn van rojan e.

Ew zarokên nû dest avêti hîndekariya destpêkê (ilköğretim) ji tirsa leşkeri re zêde tû ji dinyayê nedizanîn. Dema leşker dîtiban tirsa de direvîn, dema nedîtban jî tû gomana wan çû nebû. Aha ji wan zarokên xwedî van hiziran de ciwanên feqiyan û en binqesê nik kanîya kanîmîra kom dibûn û ji xwe re lîstik dileyîst in. Kaniya kanîmîra navbeyna van her du taxanda bû, mixabin pêtir nêzûk binqesê bû. Nîvek wê mêrga kanîmîra avzeh û quletanî bû.

Caran jî zarokên ji malbata wan re rêkiri ku çêleka biçerînin li wê mêrga kanîmîra komdibûn û ji xwe re lîstik dileyîstin.

Caran jî zarokên di çûn perwerdehiya zimanê tirki, rojên bêhndanê diçûn wê mêrga kanîmîra û ji xwe re lîstik dileyîst in.

Ew roj jî rojekî ji rojên bêhndana zarokên xwendewar bû. Êqibala wan bû ku parçeyek ewri li esimani çûne bû û rojek germ bû.

Wê roja germ de piştî xwarina nîvro an ko têşt ê ji feqiyan Elo ê Evdila, Silo, Qado, Elo ê Remezan, Hisên û Simo kombûn û çûn mêrga kanîmîr a.

Dê bêji evan zaroka tif kiriye devê hev di wê navbeynê de li taxê binqesê jî  Şeban, Evrehman, Çavşîn, Bilal, Resul û seîd hatin mêrga kanîmîr a.

Dema hemû li wê mêrgê kombû bi dawiya hindik henekî û laqêrdîya pêk hatin ku bileyîz in. Bi hejmara wan re ji binqesê û ji feqiyan her taxekî şeş li wêrê amade bûn. Ewan jî bi hevra gotin ku “çawa be hejmara me şeş û şeş in, ji vê sedemê de em dê navbeyna taxê feqiya û binqesê pêşbirkê an jî hevrikîyê bikin.” 

Tev hevalên wêrê bi vê pêşniyaza (önerî) hati gotin re kêfxweş bûn û qebûl kirin. Wê navbeynê de Qado ji nav koma wan de sê pêngava paşda çû “ez leyîzsazê koma feqiyan im” got û navçavê zarokên feqiya fikurî. Bi nêrînên wan re leyîzsaziya xwe qebûlkir “hevalên min jî leyîzsaziya min qebûl dikin” got.

Bilal jî wekî Qado sê pêngava re çû nik Qado û ewi jî “ez jî leyîzsazê koma xwe me” got. Her du leyîzsaza temaşeyî hevalên xwe kirin û tû bersif ji tû kesê nehat. Bilal “wê demê gelî hevalîn ji kerema xwe melzemeyên lîstika selkanê kombikin.”

Bilal axiftina xwe berdewam kir.

“Hevalno. Hûn dizanin ji kevirê tenik (pan) û biçûk re dibêjin selik. An ko mirov kevirê dibêjinê selik dişê rake, bavêj e. Cureyek keviri jî heye, tenik e belê herî mezine û dibêjin vi cureyê keviri jî sel. Ev cure kevire jî bi aliyê yek mirovekê re bixorti tê rakirin û bi zêdehi jî evan selan tû kes neşê ji cih rake.

Bila piştî vê daxuyanîya xwe temaşeyî navçavê hevalên xwe kir û biawirên wan re zanî ku hevalên wi dibêjin “we em sel û seliki dizanîn.”  Pêşman vê daxuyanîya xwe bû hêj tû kesê neaxifti ewi axiftina xwe domkir.

“Qado tu ji kerema xwe nev zevîya ber rexê mêrgê xalekê kifş bike û ji wê xalê dest bavêjê û nêzîk pênc pêngava h(p)ejmêr e û xêzekî (xîç) grovir bikêşe rexê wê xalê. Te bivê jî bi pêngava nehejmêr e, gor qirara çavên xwe wê grovirkê xêz bike rexê wê xalê.

Bi gotina Bilal re Qado bo rexê zevîyêve çû û Bilal jî axiftina xwe carek dî berdewam kir. Navçavê hevalên xwe fikurî û “hevalno ez jî dê biçim ji xêza Qado xêzkiri de dest bavêjim ê û ji bo selk avêtinê xalekê kifşbikim. Hûn jî bi hevre heft kevirên wekî selika kombikin.

Bi belavbûna wan re herek çu ser şolê xwe. Navbeyna çend deqîqeyan de hemûya şolên xwe qetandi bûn, an ku xelaskiri bûn. Cihê Bilal ji bo selik avêtinê xêzekî rast kêşayî ber wan bû. Her du komên hevrik jî li pişt wê xêza rast sekinî bûn.

Leyêzsaza kevirek wekî selikê biçûk ji xwe re payda kiribû û dê kevirê aliyekê şil û aliyê dî hişk, dê avêtiban hewa. Ewan jî we kir. Bilal selikê destê xwe de tifkir aliyi û got aliyê seliki ê şil ji min re û ê hişk jî ji we re. Selik bilin bû, çend cara tevilhev bû û jorda kevte ber pê wan. Bi rasthatketina keviri re aliyê keviri ê şil serve bû û Bilal jî “pêşîyê em dê dest bavêjîn lîstikê” bi dengê bilin got.

Ew koma Bilal leyîzsazê wan jî navbeyna xwe de her yekê selikek didesti de û pişt xêza ji kevirên seryêk dûr de sekinîn. Ewan jî bi rêzê kevirên xwe avêtin wê xêza grovir. Dawiya avêtina wan re jî her şeş çûn hindav serê kevirên xwe. Gor avêtina wan kîjan ji wi selikê destê xwe de nêzû kevirên danî ser yek avêti ye ew dê pêşîyê dest bavêje lîstikê.

Ewan jî temaşeyî selikên xwe kirin û kevirê herî nêzû kevirên nava grovirkê de seryêk sekinî ê Çavşîn bû. Piştî a herî nêzûk kevirê Evrehman û ê Şeban û ê Bilal û ê Seît û Resûl bû. Ew dê gor vê rêzikê kevirên xwe bavêjin kevirên nava xêzê, ên seryêk.

Ew hevrikên wan jî wekî wan kevirên destê xwe de avêtin nava xêza grovir û ew jî kevirê herî nêzî kevirên seryek Evdila avêti bû. Piştî Evdila avêti bi rêzê Hisên, Simo, Eloyê Evdila, Eloyê Remezan û Silo bû.

Gor rêzbûna pêşîyê dest bavêje lîstika selikanê Evrehmen selikê destê xwe de evêt kevirên dinava xêzê de danî ser yek. Ewi kevirên seyrek lêxist û kevir belavbûn nava xêzê. Piştî wi jî gor rêza avêtinê bi rêzmanê kevir avêtin û lîstikvanên pêşîyê leyîsti de Şeban û Seît kevirên nava xêzê de lênexistin û ew sotin.

Piştî wan jî hevrikên wan gor rêza xwe kevir avêtin kevirên dinava xêza grovir de danî seryêk. Ji wan jî dawiyê de Silo û Eloyê Remezan li kevirên seryê lênexistin û ew jî sotin.

Dawiya vê keviravêtina wan re kîjan ji hevrika heta dawiyê kevirên neve xêza grovirkê de lêxist û ên dî jî sotin, wê demê ê dawiyê qazançdike.

LÎSTİKA ŞITANÊ

Lîstika wan de ê dawiyê de qazanç kiri bila bi peni be, belê dawiya lîstika wan de bi gazikirina malbata wan re Evrehman, Bilal, Şeban, Evdila, Simo û Eloyê Remezan çûn malên xwe.  Ên mayî cihê lîstikê jî ê navê wi Çavşîn jî bi keyf  “hevalno werin em jî ji xwe re lîstika şitanê bileyîzi in” got. Bi qîriya wi re Seît û Silo jî “em jî dê biçîn malên xwe, destûra me standi hindik e” gotin û çûn malên xwe.

Çavşîn “hevalno ew bila biçin. Em bi xwe leyîz in, lewre hêj ji bo tav avabûnê pir ma ye” gotê. Hevalên Çavşîn jî pêşniyaza (teklîfa) wi re kêfxweş bû û “bila leyîzin” gotin ê.

Çavşîn jî “heke hewe xweş e min bîstuşeş e” gotê û axaftina xwe berdewam kir. “Başe heke hûn dê leyîzin werin em biçîn bîşê gulireşi ji xwe re darên şitanê kom bikin.

Her çar heval lît bi lît xwe hilavêtin hewa û jorda çûne cihê digotinê bîşê gulireş i. Ev bîş bidarubar re dewlemend bû. Herê darên feqi û darên wekî benavê, spîndarê, bî û kenêrê hwd. dar hebûn.

Navbeyna nîv demjimêrê de herek ji wan panzdeh-bîst darên ne herî zirav û ne jî herî stûr henbêz (bersink) kirin û hatin nav mêrga kanîmîra. Hemû rûniştin bi kêrê an jî bi îmkanên heyê de rexek serê dari tûj (tîj) kirin. Divê serê darên xwe herî tûj bikin. Tenê divê serê darên wan zêde zirav nebin ku dema darê xwe bi xorti li erdi didin serê darê wan qahîm be û nehê şikestin.

Pêşîyê kevirê şil û hişk avêtin hewa. Bi avêtina keviri re Eloyê Evdila û Resûl dê bihevra, Hisên û Çavşîn jî dê bihevra leyîz in. Ji bo pêşîyê leyîzin jî her duya carek dî selik ê şil û hişk avêtin hewa. Bi vê avêtinê re dê ji Hisên û Çavşînre pêşîyê Çavşîn, ji yêdî de jî dê pêşîyê Eloyê evdila dest bavêje lîstikê.

Darlêdana erdi herî girîng e. Lewre dar çend zêde biçîte erdi de ji ewê dar li erdidayi çêtir e. Ew duyên bihevra leyîz in nav mêrgê cihekî hindik şil, rasti yek sekinin. Çavşîn û Eloyê Evdila pêşîyê dê leyîz in û ewan jî hindî ku qowet di milê wan de heye darê destê xwe lierdi dan.  

Ê rasti ewê leyîzî jî dê darê xwe li erdi kote. Divê miheqeq aliyekê darê wi biçe erdi de aliyê dî jî divê darê hevrikê xwe ji axê derêxe û wergêrîte erdi. Heke serê darê erdide hindik jî mîne axê de ew wi dari qazanç nake.

Mînak Hisên darê xwe têkir axê û darê Çavşîn ji axê derêxist û darê Çavşîn kete ser erdi Hisên darê Çavşîn ji xwe re hildide.

Heke Hisên darê xwe ne têkir erdi an jî darê wi kete ser erdi û darê Çavşîn jî ma erdi de wê demê Çavşîn darê xwe ji erdi dikêşe.

Çavşîn jî darê Hisên bi çi terzi be (ser axê an jî axê de) bi darê destê xwe ve aliyekê darê xwe têdike axê aliyê dî jî darê xwe darê Hisên dide.

Divê darê Hisên heke axê de be ji axê derkeve û bikeve ser erdi, heke darê Hisên ser axê be divê hindik jî be darê wi ji cih bilive.

Vê nabendê heke Çavşîn darê hisên ji erdi derêxist an jî darê wi ser erdi ji ci livand ew darê Hisên ji xwe re hildide.   

Tiştikdî jî herê girîng he ye. Heke yekê darê xwe li erdi de û darê wi neçû erdide û kevte ser erdi. Wê demê hevrikê wi jî dê darê xwe li ber darê wi bide, aliyekê dê darê xwe li darê wi bide û aliyê dî jî dê darê xwe têkete axê. Dema darên xwe li erdi didin dengek wekî dengê “şit” tê û ji wê çendê jî navê vê lîstikê kirîne şitanê.

Hindî ku zaroki dar nik wi mabin, ew dê vê şitana xwe dombike. Dema darên wi xelas bûn ê dî jî bi henbêza dara re diçe mala xwe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10