Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zarokan – 4 (Tîteqanê / Çavmiçkanê)

17 Aralık 2010 Cuma 14:41

Rojek ji rojên meha gulanê bû. Wekî hemû bajar û navçeyên welat ew meh jibêhna mîskuembera re hişên mirovi liserê mirovi dibe. Ew meh bikulîlka, şînatiyê, geşbûna kulîlk û belgên dara re mirov xwe linava bihiştê de dibîne.

Wekî hemû herêma vê herêma Colemêrgê jî gel dimeşe geşt û seyranîya û xwe berde nava mêrg û çîmena, xwe berde ser kaniyên ava wê zelal, wekî evînîya du ciwana. Di nava mêrg û çîmena de qevdik bi qevdik binevş tên komkirin. Ji axê, ji kulîlka, ji giyayê şîn, dar û daristana bêhna azadiyê tê.

Wê meha Colemêrgê pez û hêwanê reşe, mêşa hingivi û mêşên dî, sîsirk, xalxalok, zarok û ciwan belavdibûn xwezayê. Wê mehê xweza jibêdengîya zivistanê xelasdibe û bizêdehî biruh (candar) dikeve.

Roja bîst wê mehê sê mamostayên dibistana destpêkê a komarê bêşa xwe kiribûn dê sibê zî zaroka bibin geşt û seyraniya. Di nava bêşa xwe de pêkhatibûn ku zaroka bibin taxê merzanê, hindavi Colemêrgê. Lewre merzanê tu rûbarên we mezin ku zarok bikevinê tû nebûn. Bi zêdehi tû çiyayên verezde, newalên kûr û ji wêrê pêtir cihê musaît tû nebû.

Hêj êvari dersa dawî mamosteya xwendekarên xwe agadar kiribûn ku dê biçin geşt û seyraniya.

Herê herekê wê dersa dawî de dipolên xwe de gotibûn zaroka. Zarok jî bi wê keyfê dersa dawî ji dibistanê derketin û herek çû mala xwe.

Xelîl jî bi wê pirça xwe a gembol, çavubirûyên reş û bejna kurt re bi yek bêhnê çû mala xwe. Çawa bi wê lezgînîyê re giheştiya malê, çawa lezdar derê malê ê jiderve vekirîye û bibêhn ser bêhnê çawa giheştiye nik dayika xwe, ew jî nizan e.

Hind lezubez hatiye nik dayika xwe di xwihê de reş bû ye. Dayika wi bi vê lezubeza wi û hêcana wi re “xêre kurê min xêre tu wahe lez i” gotê.

Xelîl pirtûkên destê xwe de avêtin ser doşkê qenterê “ana ana dê sibê em bi polre biçîn geşt û seyraniya” bimizgînî gota dayika xwe.

Dayika wi bi wê bejna zirav di nava kirasê zer û serda fîstanê sor û gulan re nexşendi de hêj ji gomana xwe derneketi bû. Bi şaş belê rexêdî ve jî nesîhet “lawê min eve deh care ez dibêjim te nebêje min ana, tu carek dî bêji min ana ezdê zimanê te bi îsota dijwar bisojim, te fahm kir” gotê

Xelîl xwe hilavê hewa “bila bila carekdî nabêjim ana, soz. Tenê tu guhdariya min bike bes e” gote dayika xwe.

Dayika Xelîl destê wi gêrt û bire mezela rûniştinê û “bêje te xêr e” gotê.

Xelîl rûnişt ber kêleka (tenişta) dayika xwe, temaşeyî nav çavê wê kir û axift.

“Dayika min a delal, min got te dê sibê biçîn geştê. Ji min re ratiba min a sibê bibem geştê re dê çi amade bikî, wê bêje.” Bi çavên xwe ên wekî babelîskê dizvirîn re temaşeyê dayika xwe dikir.

Dayika wi “lewendê dayika xwe sibê bo geştê te çi divê wê bêje ca ez jî amade bikim” re bersiva wi da.  

Xelîl “tu çi xwarin û vewarinê amade bikî ji min re ferq nake. Tenê tu sibê hewcetiyên min zû amade bike û sibê zû jî min hişyar bike bes e” gote dayika xwe.

Roja dî a paştir Xelîl dinava hêcanekî girîng de çavên xwe ji xewê vekirin, bangê dîkila hat guhê wi. Bi lezgîn nava nivînên xwe de rabû, cilên xwe çawa berkir û çawa çû destavê dest û çavên xwe şûştin ewi jî nezanî. Dema çûyî mitbexê dê a wi nû hatibû mitbexê ava çayê dê kelandiba.

Dayika wi bi dengê wi re veceniqî.

“Dayika min tu nû ji xewê hişyar bû?” Gotê?

Dayika wi bi rûkenî re “bêhn fireh lawê min, bêhn fireh” gotê. Bi wê hevoka xwe a kurt re jî bi lezgînî dixebitî. Navbeyna demjimêrekê de dayika Xelîl du hêk di avê de kelandin, hindik lalepêt çêkirin, du rahnên mirîşkê di rûni de sorkirin, tiji lalîkê jî birinc amade kir. Ev hemû cida cida rapêçan û hindik axafk, hindik xebîs û nanerûnk jî cida cida rapêçan. Bi wan re jî hindik penîr û hindik mast, tiji ser masti jî sertû ji kurikê xwe re rapêça. Xwarina amade kiri, bi ratibek nani re hemû dinava destexankê de pêçan û piştî girêdana destexankê destexank têkir candiki navmila.

Dayika wi dizanî ku ew xwarina ji kurikê xwe re amade kiri zêde ye. Belê ewê gor dilê xwe ku ca zarokê wê ji mamoste û hevalên xwe re şerm neke zêde amade kiribû. Dilê xwe de “bila ye zêde hevalên wi bixwin û bila tesediqa serê pilingê min be” diborand.

Dema Xelîl candikê xwarina wi linava milên wi û hati nav baxçê dibistanê ji wi zêde tu kes nava baxçi çûne bûn. Xelîl dinava baxçe de hat û çû. Piştî dema dibistanê a vebûnê nêzû bû baxçeyê dibistanê bi xwendevanên zarok re çilivilî. Bi dengê zengila dibistanê re zarok hemû çûn polên xwe û Xelîl jî wekî hemî zaroka çû pola xwe.

Mamoste hat polê temaşeyî zaroka kir dît ku hemûya berheviya geşt û seyraniya kiriye. “Zarokên xweştivî, rabin derkevin baxçeyê dibistanê û wekî du rêzkî rawestin” bi dengê rehm re gote wan.  

Xelîl dema bi hevalên xwe re derketi baxçeyê dibistanê zarokên pola dî jî derdiketin. Zarokên her du pola du rêzkî kevtin pişt hev û rêketin ku ca biçin taxê merzanê geşt û seyraniya. Dema geheşti merzanê Xelîl bi çar hevalên xwe ên polê de binê dara benavê cihbûn. Zaroka heta nanê nîvro aliyekê ji xwe re leyîstin, aliyekê kulîlk komkirin û aliyekê jî karê têşta xwe kirin.

Navbeyna demjimêr danzdeh û yekunîvê de zarokên belavbuyî binê wan daran û bengeh û zevîyan ji xwarina nanê nîvro re xelasbibûn.

Xelîl jî piştê têşt xwari heft (hejmara leyîsvana ne girîng e) heval li xwe komkirin û “ gelî hevalên hêja werin em ji xwe re tîteqanê (çavmiçkanê) leyîz in” gotê. Lê tê zanî ku bi lîstika tîteqanê re çavmiçkanê jî tê gotin. Bi vê gotina Xelîl re kêfa hevalên wi jî pir hat û herekê bi serê xwe “herê leyîz in, bila leyîz in, dê ca leyîz in” gotin ê.

Çavên Xelîl di seri de zivirî, temaşeyî rexê xwe kir ku ji ewê pepok re (ê çavê xwe miçî re) cihekê peyda bike. Dawiya vê temaşekirina wi re “gelî hevalîn cihê hevalê me ê çavê xwe miçî (lezgîn re çû destê xwe qormê dara gûzê) ev dara gûzêye.

Hevalek ji nava hevalên Xelîl de “cihê çavmiçki pir delal e, dê kî pêşîyê çavê xwe miçî, ewê bêje” got?

Xelîl dê çavmiçki kifş bikin, ji wê re hêj zû ye. Ez ji ewên vê leyîzê nezanin re çend peyva danim ber yek. Hêj tu ji hevalên wi ne axafti ewi dest avêt axiftinê.

Gelî hevalîn baş guhdariya min bikin. Hevalek ji me dê çavê xwe miçe û hevalên dî jî dê xwe veşêrin. Hevalê çavê xwe miçî dê heta bîstê pejmêr e. Dema got bîst, dê çavên xwe veke. Piştî çavên xwe vekirin kîşk ji ewên xwe veşarti bibîne dê bibezî qormê gûzê û dê bêjît siba filan kesê. Mînak siba Elî, siba Arjîn an jî siba Xelîl. An ku hevalê diti minak dê bêjîn Elî ye, dê bêjît siba Elî. Wê demê Elî disoje ew dê ber qormê gûzê çavên xwe miçe. Heke ewên xwe veşarti, kîjan ji wan xwe nîşa çevmiçki nede û bigehî qormê gûzê û tifbike qormê gûze bêje “siba min,” ew jî qazanç dike. Ew çavên xwe namiçe. Hewe hemûya fahm kir ku ev lîstike çawa tê leyîstin.

-Me dizanî.

-Hewce nebû tu lîstikê dubare bikî.

-Ew kîye nezanî vê lîstik ê.

Xelîl nehêla hevalên wi di navbeyna xwe de baxivin. Bi dengê bilin “min fahmkir birayên delal, min fahmkir” got. Axiftina xwe dom kir “carê sekinin em hevalê pêşîyê bibe çavmiçk ewi kifş bikin” gotê.

Bi bêdengîya leyîzvana re Xelîl tulîya xwe a şihadetê bira lêva xwe û çend cara re bideng tulîya xwe li lêva xwe de, paşê jî bi rêz re tulîya xwe dirêjkir e leyîzvana û bidengekî bilind “tî-te-qa-nê vî-ze vî-ze, kani-ya qo-bê tê hatim tê çûm û tu le-yîz e (an jî tu der-ke-ve)” bi lezgîn hevoka xwe xelaskir.

Hindik cara jî ji bo kifşbûna pepok i “tû-sê mû-sê, mam hi-lû-sê kanî-ya qo-bê tê hatim tê çûm vê çav-miç-ka-nê de do-ra te  ye” digotin. 

Ji bo kifşbûna pepoki kîjan hevok gotiban bila bêjin, ev hevok e bi kiteya re digotin û her gotina kiteyekê tûlîya xwe didanan ser xwe û hevalek ê.

En dawiya hevoka wi re tulîya xwe danabû ser singê xwe kîteya dawî ji devê wi derket. Ewi we hisap nekiri bû. Pêşîyê je xwe dest avêtiba ê, ewi çavên xwe nemiçîn. Belê ewi pêşîyê ji xwe dest avêtê ji wê çendê jî çavmiç bû ewbixwe, an ku Xelîl.

Xelîl jî du destên xwe dana ser yêk û destê xwe dana der qormê dara gûzê û eniya xwe jî dana ser destê xwe. Bi dengê bilind çavên xwe qahîm miçîn û dest avêt hejmarê.

Her we lîstika TÎTEQANÊ dest pêkir.  

Bu yazı toplam 6175 defa okunmuştur