Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zarokan – 3 (Şeqanê)

Lîstikên Zarokan – 3 (Şeqanê)

Dem piştî nivêja êvari bû. An ku piştî nîvro. An ku dem nêzûk nivêja merxeb bû. Şivani pez ji dotina wê rojê a duyemînê xelaskiri bû û berê pezi debû binê girê dibêjinê betenê (berwar-pesar) zînê berçela. Girê zîni, navbeyna berçelan û zomên Colemêrgîya de wekî milekê navbir êxisti bû yê. Aliyek girê zînê berçela zozanên Colelemêrgîya, aliyê dî jî berçelana rengîn bû.  

Pezê zomê belave bû wi betenê girê berçela ê aliyê zoman re. Du şivana di wi kerî pezi re şivaniti dikir. Navê yekî Hacî bû yê duyemîn jî Misto. Her du jî navbeyna bistupênc û sî saliyê de dijîn. Her du jî gor jîna xwe pêtir pîr tatin çav û her du jî wekî pişka agir kişt (zîrek) bûn. Di kêmasiya wan de tinê çavê Misto ê çepê ewir kevti bû yê.

Hindî Hacî bû ew çavrê zarokê xwe Hişyar bû. Belê navê kurikê Hacî Hişyar bû mixabin hemû kesê digotinê Hişo. Zarokê wi Hişo çardeh sali bû û wê şevê bi bavê xwere dê çuba nav pezi, ku ca şevî bi bavê xwe re rebît şevîn ê. Şevê dema demjimêr bû yek-du pezi radikin çere û nêzî du demjimêra pez diçere û paşê carek dî pez dikeve mexelê, ji vê re dibêjin şevîn.

Hêj herêm tarî nebû û ji bo rexê tarîtiyê de nêzûk şêlûbûnê bû û girê ji wan jêrtir de serê Hişo ê kurikê Hacî dîyarkir.

Hacî dît ku serê kurê wi li pişt girê jêri dîyarkir “Misto rabe bira. Serê Hişo ji girê jêr dîyar kir, rabe here ber pezi zivire û berê pezi zivirînê rexê gêzero yê. Em pezi îşev biben wi rexi” gotê.

Zarokê Hacî dema giheşti nik bavê xwe herêm tarî bibû. Belê ji ber heyvê jî herêm carek dî bi ronahiya xwe re çav niqand mirovi.

Di wê navbeynê de berê pezi kevtibû rexê gêzeroyê û pez rexekê diçerî rexê dî jî ji bo wi rexi diçû.  

Hacî zivirî zarokê xwe Hişo “lawê min, jimin dûr nekeve ku ca tu bin çavê min mîni” gotê. Li pişt xwe zivirî û navçavê Hişyarê kurê xwe fikurî û axaftina xwe berdewam kir. “Li vê çolê tu berzebi, dê dahbeyek te parçe parçe bike vê bizane.” Bi kenîya bêdeng ve gote kurikê xwe.   

Hişyar piştî axaftinên bavê xwe bi peyva “bila bavo” re bersif da bavê xwe. Gotê bila belê bivê û nevê jî newêre ji bavê xwe dûr bikeve. Hêcanê Hişyar gêrti bû dê wê şevê bi bavê xwe re biçe şevînê û aliyê dî jî hêcana ciwana di dilê wi de bû. Roja pêşîya wi de jî, dê ciwanên bajêri hatiban û lîstika şeqanê leyîstiban.   

Hişyar di bin çavê xwe de bavê xwe temaşe dike, rexê dî temaşeyî wan beten, gir, newal, kevir û giyayê di bin tîrêjên heyvê xwe tejîne temaşe dike. Bi bagera hînik re tezingên tezîtiyê di laşê wi de borin, gizgizank dik evin laşê wi.

Ew û bavê xwe di nîveka beteni de, şivanê dî Misto jî di serê beteni de en ku serê giri de pêşîya pezide diçin. Seyên şivana beşo, gewlaz û kulap jî rexên pezi digerin ku ca pezi ji dahbeyan û diza mihafeze bikin. Heta wê demê pez jî dê bêji bi hevra sund xwarine yek serê xwe ranake û temaşeyî rexên xwe nakin. Hemi bi hevra dinava wi giyayê ji wanre wekî melhamê de diçerin.

Nevbeynekê pezê we beredayi di çere, kombûn nik hev û hemûya serê xwe rakir naçerin û temaşeyî rexên xwe dikin.

Hişyar xwe gehande nik bavê xwe û delingê şelê bavê xwe girt. “Bavo pezi xêra naçere û hemû kombû nik hev” gotê.

Bavê wi bi rehm destê xwe diserê kurikê xwede borand û “lawê min ne tirs e, pezi têr xwar, şev jî berve çû û êdî dema razana pezi ye” gotê.

Rexekê Hişyar mabû gomanê carê ji nahe paşve dê çi bikin, rexê dî jî tirsa de lîstika şeqanê ji bîrê çû bû, pêtir xwe digehan bavê xwe.

Belê demek şevê pez hemû kombû raketin (razan) erdi. Dema mirov di bin tîrojên heyvê temaşeyî pezi dikir mirovi hizirdikir ku şkêrê keviran (koma keviran) e. Lewre pez hemû mih bûn û mih jî spî bûn.

Dema pez raketi ser erdi Hacî jî rexekê destê xwe diserê Hişyar de dibir rexê dî jî “Mistoyê bira pez li vêrê kevte gihor ê. Kifşe ku îşev dê li vêrê razên. Em jî rakevîn nava kepenê xwe û serê xwe danên ser keviri û hindik jî be çavê xwe ji xewê germ bikin” gotê.

Piştî hindik nav çavê Misto û paşê jî nav çavê zarokê xwe Hişyar temaşe kiri, carek dî ew bêdengî ewi xerapkir.

“Hişyarê min îşev em destbênka berani bavêjîn pê te, tu dema pez hişyar bû û rabû şevînê, dê me jî hişyar bikî” gotê.

Misto dinav kepenê xwe de û bi dengekî bilind kenî.

“Hacî Xwedê ji te razî tu çawa baweriya xwe didey zaroki. Ew hêj zarok e wê îzayê ji wire çêneke, pêle bila destbênk bi min re be” gotê.

Hişyar wekî mirovê şaş nav çavê bavê xwe fikurî û “bavo destbênk çi ye, şevîn çi ye?”  

Bi vê pirsa Hişyari re her du jî bi wi re kenîn. Dema ew kenî Hişyari şerm ji xwe kir. Bavê wi zanî ku kurikê wi şerm ji xwe kir.

Bavê Hişyar:

“Kurikê min ê delal. Em şivan her şev demjimêr yek an jî du şevê pezi radikin şevîn ê. An ku wê dema şevê pezi di ben çolê nêzû du-sê demjimêra diçerînin û carek dî pez dikeve gihor ê. Beranekê jî hîn dikîn ku dema pez çû çerînê me hişyar bike. Bi wê hînbûnê re beran nik me dirakeve.

Ew jî wahe çêdibe. Serê benik an jî werîstekê tavêjîn stahê berani û serê dî jî tavêjin pê xwe û girêdidin. Dema pez rabû beran jî radibe û me dikêşe. Wê demê em jî hişyar dibin û bi pezire diçîn. Te fahm kir haa?”

Hişyari serê xwe hejand û “min fahm kir” got. Pêşiyê de jî hêvî ji bavê xwe kir ku serê werîsti bavêjî pê wi. Bi hêvî û nazdariya wi re wê şevê serê werîstê berani avêt pê Hişyar û girêda.  

Navbeyna demjimêr yek-du şevê pez hişyar bû û ji bo rexê mila têkûnis re çû. Êê… dema pez çû, beran jî rabû karê xwe. Beran Hişyari şiyardike belê Hişyar şîyarnabe. Pez hindik maye dê milê berze bibe. Beran temaşe dike ku Hişyar ranabe, beran jî bi xorti Hişyari di kêşe û dibe. Hindik dikêşî û dawiya kêşana berani Hişyar dikevî navbeyna du kevira belê carek dî ranabe. Beran hindî dikêşe Hişyar ranabe, beran zivire û di mîze serê Hişyar re. Hişyarê xerîp jî bi mîza berani re radibe û temaşe dike bavê wi û Misto ne li wire. Pez jî hindik maye dê pêş çava berze bibe. Hişyar aliyekê şerm dike, aliyekî pir tirse, aliyek dî jî pez çû dê şermê xwe de çawa bang li bavê xwe bike. Navbeyna demek kurt de tirs li serê wi dibe bela û digirî. Dawiya girîya wi de bavê wi û hevalê xwe radibin û temaşe dikin li wan jêri Hişyar digirî û pez jî dîyar nake.

Heta ew tên nik zaroki û werîstê pê wi vedikin, pez pêş çava berze dibe. Berê Hişyari tena dikin, pirsa pezi ji wi dikin û ew jî bersiva wan dide, pêz hêbetekê dûr diçe. Ew jî pê xwe sivik dikin û di aliyê pez têde çûyî de dibezin. Dema digehin pezi ku tu zirar nehatiyê kêfxweş dibin.

Şivan we dimînin gomana pezi de nizanin carê çi hate serê Hişyar. Şivan di pêşîya pezi de diçin serê werîstê avêti stûkura berani têlin destê Hişyar de. Hişyar jî biqoweta xwe re berani zevt dike ku hêdî biçe, belê neşêt ê. Qoweta berani ji ya wi zêdeye û beran jî Hişyari di pêşîya xwe de rakêşe. Hişyar fahm nake ku werîstê berani berde heta digehî wan, ser û çavên wi dixwînê de berzedibin. Dema şivan digehin Hişyar, Hişyar tirs de û êş ên lajê xwe de reng û rû lê nema ye.

Bavê wi û hevalê xwe temaşeyî birînên Hişyar dikin û dibînin serê wi jî ji avê şil bû ye. Mistoyê şivan dibêjîtê “lawo xêre serê te û cilên te şil in. Qatî berani tu rakêşayî û tu hişyar nebû û berani jî mîst serê te ve. Ev berane ji bo wê fêhlkên xwe re navudeng e. Bavê Hişyar “Misto duba xwe ji zarokê min re veke, pêle şerma wi neyîne” gotê.

Misto “na bila rastiyê bêje seba çi ser û cilên wi şil bûn e.”

Hişyarê reben bi xortiya Misto re hişên Misto rastkir in. Hişyar aliyekî digirî aliyê dî jî “herê berani ez rakêşam, ez hişyar nebûm û ewi jî mîst serê min ve. Ez dilkovaniyê êşûjanên xwe nînim, ez şemizarê vê mîzê me” gotê. Rasti bavê wi dili nebû bikurikê xwe re bikenî belê bi keniya Misto re ew jî kenî.  

Ev êqibala Hişyar bû. Dê wê şevê ji şevekî herî şevên xweş borandiba û roja paştir jî dê zomê bihevalên xwe re şeqanê leyîsti ba.

Şivana jî ku ca birînên Hişyar derman bikin gihora pezi a piştî şevînê înadin nêzû zomê. Şefeqê hêj zû dema pez rabû çere, şivana berê pezi da betena bin çelê berçela. Dema giheşti betenê bin çelê berçela herêm ronahî bû serê çîyayê berçela tîrojên tavê kevtibûn ê.

Hacî bi aliyekî xwîna ser û çavên Hişyar bi destmala xwe re paqijdike aliyê dî jî “lawê min êş û janên te pir in an na? (Hişyar aliyekê ji êş ên xwe aliyêdî jî ji şermên xwe bersifka bavê xwe nade. Dema tu deng ji kurikê wi nahê ew axaftina xwe re domdike.) Ronahiya çavên min ronahi kevte herêmê. Zoma jî ê pêş çavên me, em wekî nênûkê temaşeyî zomê dikin. Hêvîya min ewe ku tu biçî zomê, qemî dayika te birînên te derman dike. Hii, tu dê bişê biçî?” Gotê.

Hişyar bi dilek kul re rabû. Çend pirsên bavê xwe bêbersivk hêla û ji bo rexê zomê re bezî.  

Dema Hişyar giheşti zomê dizomê de tinê pîrejin hişyar bibûn û berheviya vêxistina kuçiki dikirin ku çayê çêkin. Dema dayika Hişyar kurikê xwe bi xwîn re dîti qêrîyek hêla û çend pîrejînên zomê li ser serê xwe komkirin. Herekê di aliyekê de pirs ji Hişyar kirin, mixabin Hişyar bersivka tu kesê neda. Bi zêdehî pirsên dayika wi mane hewa ve. Navbeyna bîst deqîqa de ser û rûyê Hişyar ji xwînê paqijkirin. Hişyar wê şevê nerazabû, bi gotinek dî raneketi bû ku ca razê. Dema xwe ji destê pîrejinan û dayika xwe xelaskiri xwe avêt konê xwe. Temaşe kir ku doşeka dayika wi ê li ber kolînê û xalî. Ewi jî xwe dirêjkir ser wê doşekê û xwe berda nava xewnerojka.

Demek rojê Hişyar çavên xwe jixewê vekirin, dengê ciwanên ji bajêr bên û şeqanê leyîzin hat guhê wi. Ji koni derket û bilezgîn çû nik hevalên xwe. Hevalên wi zû hatibûn, têşt xwari bûn û ji bona lîstika şeqanê bibûn du kom. Hişyar mabû jiderveyî llîstikê, belê ewi jî we hez dikir. Lewre hindî laşê wi têşa ewi neşiya wê rojê llîstika şeqanê leyîz e.

Rasti heta Hişyar ji xewê hişyar bû ewên çûyî bêrê û serhatiya Hişyar ewa şevêdî ji bêrîya bihîsti bû. Hêj Hişyar ranebû navudengê wi li zomê belav bû ye. Dema çûyî nik ciwanên Colemêrgê hati hemûya serhatiya wi a berani bihevra axiftin. Hişyar çûna xwe a nik hevalên xwe re pêşman bû lewre hemûya bi wire henekî kirin. Ewi seba hindê şermên xwe re ji nav koma wan derket.  

Ciwanên ji Colemêrgê hati pêşiyê lazmatîyên leyîzê an ku malzemeyên lîstikê dê kifş bikin. Berê ji xwe re darek rast, nêzû mitro an jî mitronîva dirêj û dinava destê wan de bê girtin peyda kirin.

Ji darê desti zêde ji xwe re divê topekê jî bînin. Topê jî ji mû, (pûrt) ji pûrtê ga, gamêşi dikêşin ber avê şil dikin û grovir çêdikin û dikin top. An jî ji kincên kevin re grovir wekî topê çêdikin. Belê topa bi kincan çêkin gor a mûyê hêwani çê dikin qahîm nîn e.

Paşê heft kevirên pan (sel) an ku webin ku dema danên ser yêk xwe ser yêk bigirin peyda kirin. Cihê ku ew kevirên komkiri û danên seryêk kifş kirin. Kevir dana ser yêk û ji keviri wê de sê pêngav hejmartin. Ji wê dûrahiya kevira xîçek grovir kêşan rexên kevirên danayi ser yek.

Me goti bû ew ciwan bibûn du kom. Her komekê ji xwe re leyîzsazek kifş kir. Ewan ji du leyîzsaza jî kîjan ji wan dê pêşîyê leyîzî divê kevirê şil û hişk bavêjin hewa.

Ewan leyîzsazan jî we kir. Her du hatin ba hev û kevirek aliyê wi bitifê şil, aliyê dî jî hişk havêtin hewa. Navbeya xwe de jî rexê şil an jî rexê hişk dê berê dest bavêjî lîstikê kifşdikin. Em dê bêjîn komekê ku ca berê dest bavêjî llîstikê şil xwesti ye. Heke biketina keviri re aliyê şil pêş çav be ew kom dest tavêjî lîstikê. Heke aliyê hişk pêş çav be wê demê ewê aliyê hişk ji xwe re goti ew dest tavêjî lîstikê.   

Leyîzsazên her du koman dê binê zevîyê an jî mêrgê xalekê kifşbikin û ew heft kevirên komkiri dê li wê çixêza grovir de belavbikin. Paşê jî nêzû du-sê pêngav a dûr kevirên danî seryêk çixêz (xîç) a grovir çixêz bikin. Piştî çixêz a grovir çixêz kiri, ji çixêz ê wêde ji bo kûritiya zevîyê/mêrgê dê sedupêncî an jî dused pêngava pejmêr in. (Evê durahiya xala ji xêza grovirê wêde gor çavên xwe jî şên kifşbikin.) Dawiya hejmartinê dê ji xwe re qormê darê, kevirek mezin û heke tû xalên girîng çûnebin dê ji xwe re bikevira xalekî çêkin.

Vê navbeynê lîstika şeqanê dê çawa leyîzin wê jî bikurtahi bêjim. En pêşîyê dest bavêjin lîstikê yêk ji wan dê darekê nêzû mitronîva dirêj û rast didesti de nik çixêza grovir bi yek hevrikê xwe re sekin e. Hevalên wi jî dê bihevrikên xwe re belavbibin pişt xala ji çixêza grovir re dûr. Ew Lîsikvanê pêşîyê dileyîzin ê dar desti de dê bi darê destê xwe re ew topa hevrikê wi avêti hewa, dê bi darê destê xwe ve lêxe. Dema ewi lêxist topê top dê bi aliyê hevalên wi û hevrikên wi re biçe. Bi lêxistina topê re ew dê darê destê xwe bavêje ber pê xwe û dê bo aliyê wê xala ji xwe re kifşkiri re bibeze. Di wê bezîna wi re ew dê biçî destê xwe bide xalê û zivirît nik çixêza grovir. Di wê bezînê de divê çû top li wi nekevin.

Hevalên wi ên pişt xala ji çixêza grovirê nik hevrikên xwe jî dê bi hatina topa rexê xwe re dê bibezin û ew heft kevirên belavbûyî nava çixêza grovir komkin ser yek.

Hevrikên wan ewên pişt xala ji çixêza grovir dûr jî dê pêşîya topê de bibezin. Top nêzîk kîjan ji wan re çûye hindî ji desti bê dê hewa ve bigire ku ca zû bavêj e. Heke nêzûk ewê dibezîte xala dûr be dê topê li wi bide. Heke zanî ku neşêt li yê dibezî xala dûr bide dê topê bavêje nik hevalê xwe ê nik çixêza grovir, an ko ê ji bo hevrikê xwe re top avêti hewa. Dema top giheş destê hevalê wan ê nik çixêza girovir ew jî dê wê topê kîjan hevrikê wan nizîk be dê lêxe.

Ew hevrikên wan ewên hati kevira kombikin ser yêk temaşe dikin ku dema top bo aliyê wan re hat kevira têlin û direvin cihê xwe ko ca top li wan nekeve û ew jî nesojin. 

Di vê lîstikê de ê top lêbikeve ew disoje û heta hemûya top lêdikeve lîstik jî xilas dibe. An jî ewê lêxisti topê bibeze xala ji çixêza grovir dûr destê xwe lêde û zivire nik kevirên bên komkiri ew qazanç dikin. Her we ewên kevirên nava grovirkê danîn ser yêk û hêj top negiheştiye nik wan carek dî ew qazanç dikin. Ji wê çendê divê hevrikên wan vê fersendeyê nedin wan. Di vê berdewamiyê de heke top geheşt nik çixêza grovir ê disojin ew disojin ên nesoti jî carek dî diserida dest tavêjin lîstikê. Heta ewên pêşîyê dest avêti lîstikê hemû disojin ev lîstika biranê berdewam dibe.  

Bawer bikin ev lîstike şeqanê herî kêfxweşî û şahiyane re tê lêyîstin. Tenê ên vê lîstikê dileyîz in divê ji bezînê re herî zîrek bin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10