Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zaroka - 2 (Biranê)

Lîstikên Zaroka - 2 (Biranê)

(BIRANÊ)

Biharek zû bû. Çavşînî jî wekî hemû Colemêrgiyan wê salê dê çûban berbihar ê. Havînê jî dê çûban zomê û piştî zomê jî dê biçin payîzewar a.

Dawiyê de ev jîne ji Colemêrgiyan re dîrokî bû. Dê bêjîm, wekî Colemêrgîya çavşînî jî berbiharê ji zimhêrên zivistanê re penîri, dema diçin zomê nîvişki/rûni û dema dê biçin payîzewara jî dê teremasti bigirin.

Em dizanin ku ser destexankên Colemêrgîya ev sê tiam sê danên xwarinê henin. Ji wê çendê jî Colemêrgî ser destexankê têr zikê xwe dixwin û du nanê tenûrê jî tiji navê penîr/jaji dikin û dikin balole û xwe diden dîwari. Dawiya vê de jî “malxerab te destexank gêzikir û serda jî du nana dikî balole û paldidî dîwari, ka ya te ye, ma kadîn jî ya te ye” dibêjin?

Malbata çavşîniya Colemêrgê li taxê binqesê jîna xwe domdikirin û xizmaniya wan ji gundiyê têkûnis re hebû. Ji wê çendê çavşîni ji bona berbiharê diçûn gundê têkûnis.

Cihê çavşîni di çûn zoma berbiharê an ku cihê konên wan hindavi gundê têkûnûs bû. Gund ketibû nevalek teng û tarî. Gund navbeyna du girên mezin de li berwarê (beten) girê rojhilatê cih bibû. Serê girê rojavayê jî çiyayê hişk û ziwa bû. Ev çiya bi kevirê vereste re wekî elleha  hindav gund bû.

Zoma berbiharê li binê girê dibêjinê çûkari bû. Serê girê navê wi çûkar wekî tûzîyên gindorê girên biçûk kevtibûn ber hev. Binê wan gira hindav gundi digehiştin hev û serê gira jî wekî kivana disekin î.

Aha… cihê binê wan giran cihê geheşti yek jî cihê berbihara çavşînîya bû, me got. Ava wan newalên gira a bihara ber tenşita konên wan digehişt yek û têkil kaniya ji bin axê derdiket û her we wekî çemi jorda di ber gundi da diherikî û têkil çemê zê dibû.

Çavşînîya konên xwe binê wan pesara û sê newalên ew pesar girêdayî yek de cihkiri bûn û pezê wan jî li wan berwara (beten/pesar) diçerî.   

Malek ji çavşînîya, yekê dibêjinê malbata Sêvdîn di mala wi de piştî hevsera wi heft kurik, çar keçik, çar bûk û yanzdeh nevi hebûn.  Sê kecikên wi çûbûn ser avurisqê xwe. Malbata Sêvdîn de tenê zivistana hemû li malê komdibûn. Bihar, havîn û payîza zû de hemû belavdibûn ser karên xwe. Ji wê çendê zivistana ji bo şîvê dema destexanka zadi rayêxistin û lalîka girarê didanan nava destexankê nêzîk bîstupênç kevçik dirêjdibûn girara lalîkê de.

Ji sê zarokên wi ên nezewicî de ê domahîkê de duyemîn her dem bi dayika xwe re diçû berbiharê. Navê xwe bi navbûna malbata xwe standi bû, ji wê çendê navê wi Çavşîn bû û seba bêxîretiya xwe nediçû dibistanê. Di dibistana pêşîyê de tenê du sal perwerdehi dîti bû. Navbeyne yenzdeh-danzdeh saliyê de bû belê gor jîn a xwe wekî zarokê panzdeh sali tate çav.

Me got navê wi seba çavên wi ên şîn û bi navbûna malbata wi dabûnê. Belê ji sermaya berbiharê û avên keviyên berfê destên wi reş û parçe perçe bibûn, rûyê wi jî wekî destên wi reş û parçe parçe bû.

Navbeyna bêr a pezi û konan newalek biçûk hebû. Ava keviya a wekî ava cuya newalê de diherikî û aliyek newalê kone, aliyê dî ê newalê jî binê pesari cihê bêra pezi hebû.

Çavşîn ji dê a xwe re aliyekê keçik bû û aliyêdî jî kurik. Lewre şolê keçan û şolê kurikan ji dayika xwe re dikir. Sibê dema demjimêr nehê de nav cihên xwe dirabû, heta merxep qet rawestana wi çû ne bû. Şolên ji koni re ji bo hewceyiyan re bi zerik û tenîka ve av dikêşa. Ji bo sotina kuçiki darên hişk, gûniyên sala borî ên hişk, teviyên hişk û ên bên sotinê qirşugelêş/pûşupelaş komdikir. Dema pez hatiba bêr ê dê a xwe re diçû bêrê. Pezê bête dotinê ji nav pezi digêrt û tîna nik şivani ku ca bidoş e. Ji bona kêşana şîr harikariya dê a xwe û karê meşkê re harikariya dê a xwe dikir.

Şolê Çavşîn pir hebû, caran ji bona şoli jibîr dikir ku têşt ê bixwe. Belê rojên wi her berve diçû û ji bo şolê wi ê giran jî hindik roj diman. Lewre hindik mabû ku zoma berbiharê rakin û biçin zoma havînê. Ewan di vê zoma berbiharê de têra malbata xwe penîr gêrti bû. Vêca dê çûban zoma havînê ku ca rûni (nîvişki) bigirin.

Serê meha pûşperê (hezîranê) bû, xwedîyên kona ji Colemêrgê hatibûn ku ca ji zoma berbiharê koçbikin zoma havîn ê.

Ez serê we gêj nakim û dê bi kurtasi cihê konên havînê ji were bêjim. Di gotin cihê konên wan a havînê warê feqiyan. Cihê konan û singê kona deşt bû. Konên wan ber binê giri û du rêzî cih kiri bûn. An ku kon du rêzkî veda bûn. Navbeyna konan û cihê leyiza zarokan an ku zeviyê de newalek biçûk hebû.

Rexên zeviyê hemû bi tûsiya, kerenga, kîvarê, gûniya û bisedan giyayên dî re xemli bû. Nava zeviyê nêzû dused û pêncî, sêsed karemitroya jî axa toz û xîzê ji newalê kêşayi re girti bû.

Ciwanên roja şemiyê ji Colemêrgê hati hemû rexên Çavşîn kombibûn û herekê bi serê xwe diaxift. Qîrte qîrtek, wîrte wîrtek êxisti bûn nava zeviya rasti konan her bêlome. Yekê dengê yêdî fahm nekir. Seba bi laşê xwe re ê jihemûya mezintir re Çavşîn qîriyek hêla. Bi qîriya wi hevalên wi ên ji bajêri hati bêdeng man. Çistên ji çû kesê derneket.  

Çavşîn di kêfa wê bêdengîyê de “kanê guhdariya min bikin” gotê. Ez yê dibînim em sêzdeh heval in. Heke em bibin du kom her kom dê bibin şeş û hevalek me jî dê mîne zêde. Ji wê çendê ê nava me de en biçûk Şîno ye. Ez dibêjim bila Şîno dileyîzê de dari bigir e. (temaşeyî navçavê Şîno kir) Tu çi di bêji Şîno ê bira?” Gotê.

Bi pirsa wi re Şîno jî “ez biçûkim, ji wê çendê hûn min dikin pepokê dari, heke ez jî wekî we mezinbam hewe ez nedikirim pepokê dari” piştî vê hevoka xwe jî “belê ma ez çi bikim” gotê.  

Çavşîn “wê demê heke gazindeyên kesê çû ne bin em bibin du kom” gotê. Û navbeyna xwe de bûne du kom û her komekê ji xwe re leyîzsazek (oyun kurucu) bijart. Piştî leyîzsazan kevirê aliyek şil, aliyê dî jî hişk avêti hewa û kevtina keviri re kî dê pêşîyê dest bavêje lîstikê kifş bû. Bi vê kifşbûnê re koma Çavşîn bûye leyîzsaz dê pêşîyê leyîz in.

Çavşîn pênc hevalên xwe komkirin rexên xwe pêşîyê “heval no hûn dizanin kanê ev lîstike çawa tê leyîstin” gotê. Bi pirsa wi re tu kesê dengê xwe dernexist. Ewi jî serê xwe hejand  “min fahmkir” gotê û axaftina xwe dom kir.

“Hün dizanin an na, ez bersifka wê nadim. Tenê ji we re dê vê bêjim. Ev lîstika biranê wekî we dîti dinavbeyna du komên hevrik de tê leyîstin.

Hewe dît ku em jî bûne du kom. Nihe koma me dê berevanîya xwe bike û koma hevrikê me a Bilal ji wan re bûyî leyîzsaz jî dê bikeve êrişê.

Ew jî wiha ye.  

Hevrikên me dê bi bezînê re bêjin “bira min lê” û navbeyna yek, du an jî me hemûya de û pepokide derbaz be. A ji destê me bê jî em nahêlin ew navbeyna me û pepoki de bibor in û a ji destê me bê dê rahêlîn wan û destê xwe li wan bidin ku ca wan bisojîn.

Me çi got. Me got. Em nahêlin yek an ji du ji wan nevbeyna me û pepokê dar gêrti de bibor e.”

Bi hêcan re navçavên hemûya temaşekir û fahmkir ku kêmasiyek heye. Carek dî axiftina xwe domkir. 

“Hewe bivê ez evê gotina xwe jî hindik vekim. Heke yek ji wan nevbeyna yek, an jî du û an jî mehemûya de bêje bira min lê û bibore, navbeyna çenda de derbazbibe ew disoji(e)n. An ku navbeyna çenda de bibore û tû kes destê xwe nede ewê birdayî ew heval an jî hevalên me hemû disojin, heke me destê xwe liwi/wan da ew disoji(e)n.

Hewe fahmkir (got û bihêcan axaftina xwe dubarekir.)

Ez bi dubara ji we re carekdî bêjim. Yek ji wan navbeyna yek ji, me de bibore û yek ji me destê xwe li wi nede wê demê  ew hevalê me disoje. Yek ji wan navbeyne çendî ji me re bibore û em destê xwe li wi nedîn em hemî disojîn.

Bawerim ku hewe fahmkir” gotê.

Niha jî  “baş guhdariya min bikin. Em şeş in, çar ji me dê beredayî be, dê jidarê destê pepoki re dûr sekine. (Darê destê pepoki de ji cih ranabe. Cihê dari jî nava zevîyêye.) Du ji me jî dê navbeyna darê destê pepoki de û navbeyna hevalên xwe de sekin e. Divê em jixwe re hişyarbin ku destûrê nedinê yek ji wan bên bira me bikêşin û di aliyê dî de jî me gotibû em dê destê xwe liwan bidin ku ca wan bisojîn” gotê.

Û her hevalek xwe rêkir xalekî zeviyê.

Dema ewan cihê xwe li zeviyê gêrti, hevrikên wan jî ji wan dûr beredayî belavbûne rexên zeviyê.

Wekî ga a liber yêk xinzirin. Koma Bilal dê bên navbeyna koma Çavşîn de û darê destê pepoki de biborin ku ca bira wan bidin. Koma Çavşîn jî dema ji koma Bilal yek an jî hindik hatin ku ca birê bidin, rahêlinê ku ca destê xwe liwan bidin.

Lîstika biranê wahe berdewam dike. Dawiya lîstika biranê kîjan hevrikê xwe sot, heke dilê wan berdewamiya lîstikê hebe cih guherin. Koma berevaniti dikir dibe koma êrijkar û koma êrijkar jî dibe koma berevan.   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10