Omer Dilsoz

Li Xabûrî çi anîn serê me?

26 Kasım 2012 Pazartesi 14:12

Ev hefteyek bû em komek nivîskarên kurdî yên bakur ligel birrek nivîskarên kurdî yên parçeyên dî yên Kurdistanê ji bo “Dîdara Romana Kurdî” li Dihokê bûn.

Ez behsa naveroka dîdara ku ji aliyê melbenda Nivîskarên Kurd ên Hewlêrê ve hate lidarxistin û pirs û kêşeyên romana Kurdî tê de hatin gotûbêjkirin nakim.

Bi gotinekê hema dikarim bibêjim ku dîdareke têra xwe sûdewer û biserketî bû.

Her tişt xweş û bi dilê me derbas bû; Têkiliya di navbera nivîskarên ku bi heman zimanî lê bi şêwezar û elbafayan jêk cuda dinivîsin de li vir geş bû û qenebe me piçekî karî kula xwe bixin ser kovana bira û hevalên xwe yên ji heman tenûra peyvê nanî bi hevîrên cuda dipêjin.

Weke hemû dîdar û lidarxistinên wêjeyî nivîskaran email û telefonên xwe dane hev, fotograf pêkve kişandin û ji bo dîdarên hêj xweştir qewl hatin girêdan.

Berî dîdarê û piştî dîdarê hejmara nas û dostên min ên vê cîhana nivîsê çendeke dîtir lê zêde bûn; Hema heke tenê di vê pencereyê re jî berê xwe bidimê ez vê wek destleftinekê dibînim û her wiha nirxê bo dikêşim.

Her tişt ‘baş’ bû di vî biyavê ku min dêhna we bire ser de.

Lê pirs û aloziya ku ez ê behsê bikim ji vê cudatir e. Alozî dema vegerê li Deriyê Sînor ê Xabûrî di gumrika Tirkiyeyê de hate serê me.

Ez ligel çend dostan hatim Gumrika Xelîl Brahîm. Me xatira xwe ji hev xwest û ew vegeriyan. Ez û Zekî Ehmedê Berwarî ku ev salên dirêj e li Almanyayê dijî û xwedan pasaporta vî welatî ye, bi taksiyeke taybet siwar bûn da ku ew me bigihîne qonaxên me. Qonaxa min Amed, a wî Mêrdîn bû û roja paştir jî ewê biçûya welatê lê dijî.

Em zû di gumrika aliyê kurdan de derbas bûn.

Pira Xabûrî me li paş xwe hişt û em gihîştin rawestgeha leşkerên Tirk.

Ew ji siwareyê peyar kirin, seha serûberê me kirin û ji bo werc û kelûpelê me jî bête venihêrtin ew şandin cîhaza elektronîk a sehkariyê.

A min tenê çentikeke biçûk bû bê serêşî tê re derbas bû. Dor hate ser ya kekê Zekî ku ji welatê xwe bo nav zaro û zêcên xwe yên xerîbiyê vedigeriya.

Normal e, ku camêr li gel xwe çend diyarî û tiştan bibe.

Meger di bîrdanka telefona wî de wêneyên ala Kurdistanê hene. Erkdara gumrikê weke dêlegura bêhna xwînê diçê çavên wê sor dibin û demildest gazî ekîba polîsên gumrikê dike.,

Dîtina me dîtî li ser serê me bû qelebalix. Weke teyrên leşxur ên çav bi kelexî dikevin, wisa li min û kekê Zekî werhatin.

Pasaportên me dest danîn ser.

Nasnameyên me hilgirtin.

Çenteyên me dîsa anîn xwarê û lib bi lib vekirin, kûçikên xwe berdanê. Du kîs hêla (baharata tamxweşkirina çayê) ku min bo destebirakê xwe Amed Çeko Jiyan anîbû derxistin û avêtin. Pênûsa ku Yekitiya Nivîskaran diyarî dabû min derxistin û got, “Dibe ku çek be” û dane ber vekolînê.

Piştre du ciwanên di taksiyeke dîtir de jî ji ber ku formayên ala Kurdistanê li ser û li serê “Kurdistan” hatiye nivîsîn bi me re ragirtin û em ji lêpirsînê birin qereqola gumrikê.

Bi saetan em li wê derê hiştin. Çu tişt bi destê wan neket, çu delîl nedîtin ku me pê destgîr bikin.

Li mejî û bîrdankên telefonên me venihêrtin.

Bi awayekî psîkolojîk em deqisandin.

Wê demê ez wek romanivîsekî kurd ku vexwendiyê Yekitiya Nivîskarên Kurd bûm û ji dîdareke wêjeyî dihatim, li welatê xwe dîsa rûbirûyî rûyê kirêt ê bindestiya xwe hatim.

Kizînî kete dilê min. Agir berda cergê min. Min gelek dil bi xwe sot; Çawa du cendirmeyên dagirkeran wisa bi bêpaxav bêyî ku delîlekî sûc bête dîtin kiryareke weha deqşikên dikarin li gel me bikin.

Ev çi curet e!

Aha bindestî tiştekî weha lanetkirî ye. Qanûn tenê bo aliyê yên serdest qanûn in. Ma ne piştî ku zelal bû xeder li me bûye diviya lêborîna xwe ji me bixwestana…

Aha mejiyê genî yê dagirkeriyê hinde qure û hinde serxweveçûyî ye ku li gel xwe maf dibînin ku bêyî delîl û sûcek hemû kiryaran li gel te bikin.

Çi ko li ber hiş û raya wan tu tenê KURD Î; KURD potansiyel terorîst û xayîn in (!)

 Şivê dî (Şeva çûyî /25-11-2012) li ser Pira Xabûrê birîndar ez dîsa rastî têhna leşê sar ê bindestiya xwe hatim û dîsa min rûyê rastîn ê vê derewa ‘biratiyê’ nas kir.

Tenê spêdeya vê şeva ku ez destê sibê ancax karîm bigihêjim mala xwe, min bihîst ku dîsa operasyon û nêçîra di bin rûpêça KCKê de li çend bajaran dest pê kiriye.

Gelo ev çi bazar e!        

Bu yazı toplam 8303 defa okunmuştur
Rasterast
 // Çiyayê Bilind
Mamoste te tenê vê carê ew tahdî û bêmafî dît. Me zarokatiya xwe heta niha dîtiye û bi hêzeke xortir jî... Çavên tirsonek çi cara ronahiya aramiyê nabînin! Lê belê gelek berpirsiyariya kurdan jî tê de he ye ku ew hemû yekûpêk nîn in! Mixabin ku hêj jî ew rewş didome li ser gelê kurd... Ez xwe jî rexne bikim ku gotina ''mixabin'' tenê jî kêm e, têra nake û serê me jî aram nake... Dest xweş Mamoste!!! :).... Pêwîst e her kurdek wê rewşê baş fêl(fam) bibe... Xatrê te!!!!...
30 Kasım 2012 Cuma 22:50
10:54
 // aşti
Ne tiştek baş e ev lê belê tirsa va her roja di bore mezintir dibe dxwazim rojên xweş ji me ra bên...
28 Kasım 2012 Çarşamba 10:54
MAMOSTE
 // ÇOLEMÊRGÎ
Mamoste ew bazara biratîyêye !!!!! Biratîye me û tirkan... Bıratiya ew dixwazin ewe... Lê mixabın me Kurdan çi jivê biratîyê ne zani.. Hindî kû yekîtîya me tune be emê vê bindestiyê bukêşin... Ka ew roja Kurd şîyarbibin... lêburîn be......
27 Kasım 2012 Salı 11:21