Omer Dilsoz

Li welatên ereban çi dibe?

03 Şubat 2011 Perşembe 16:53

Ev çendek e, çav û guhê dinyayê li cîhana erebî ye. Rojhilata Navîn, li ser sêla sor dikelije û wekî “guloka rîsî” an jî wekî “berikên domînoyê” dor bi dor kolanên parzemîna “kesk” a erebî, jêk tête derê û kevir dûv kevirî ji rêzê dikevin.

Pêla destpêkê ji Tunisê dest pê kir, li Lubnanê deng veda, hilpekî Misirê û Yemen hejand û Sûriye di dorê de ye...

Cografyaya Rojhilata Navîn êdî desthilatên heyî yên dîktatorî ranagire û “dîzayneke nû” ji bo van welatên ku piraniya xelkê wê misliman e, li deriyê dixe.

Pirsa ku wekî kurmekê mejiyê her kesî dikeroje ev e ka vê dîzaynê kî dide Rojhilata Navîn?

Plana Rojhilata Navîn a Mezin di bin serkêşiya DYA (Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê) tê zanîn û analîst û şîrovekar pirtir li ser vê yekê digihêjin heman rayê ku DYA, bi destê “dijber”ên navxweyî yên van welatan, dixwaze vê modêla xwe a bo vê deverê binecî bike.

Helbet, rol û aktorên vê senaryoyê hatine lêkvekirin û di çarçoveya konseptekê de hatine parvekirin.

Li gorî wê,

Modêla Tirkiyeyê dê ji bo Rojhilata Navîn di bin navê “Îslama nerm” de hêdî hêdî, gav bi gav were bicihanîn.

Ji bo vê,

Di serî de dê popûlêrteya Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê bi xelkê vê navçeyê (alema îslamê) bête geşkirin, biriqandin û wekî modêl bête pêşkêşkirin, heta wisa, gava ku Erdogan diaxive û mesajan bide, xelkê kolanan ê li Meydana Tehrîra Qahîreyê (paytexta Misirê) jî guhê bidê û li gorî wê pêngavan bavêje.

Tê gotin, Erdogan, niha jî rûyê xwe li Beşar Esadê serokê Sûriyê tirş dike, (helbet rola ku DYAyê jê re diyarkirî ev e) û binve binve ava serê wî jî dikelînin.

Her ku Amerîka bixwaze tiştekî bi destê Erdogan, li Rojhilata Navîn bide kirin, di serî de wî kiş dike Israîlê û di nava xelkê misliman de popûlêrteya wî dibiriqîne, piştre, dijberên nava wî welatî radike ser piyan û bi dû re jî, wekî xilasker (Mesîh -Mehdî) mesaja xwe bi zar devê Erdogan dide gotin.

Li Misirê, Erdogan ê ku difikire rovanşa Îxwanî Mislimîn (Birayên Misliman) ji rejîma destpot a Misirê werdigire, a rastîn, li ser textê satrancê ji bo bicihanîna Plana Rojhilata Navîn a Mezin a DYAyê rê xweş dike û paletiyê dike.

Helbet, Tirkiye, di siyasetê de ew qas jî xeşîm û kavik nîne; gava xwe dide ber vê paletiyê, di heman demê de, hem hecma xwe ya ticarî-aborî ya li herêmê berfirehtir dike hem jî cihê piyê xwe li deverê çêdike da ku bikaribe tama devê xwe pê ‘xweş’ dike.

Di surişta eşyayî de, çi carê şerê îqtidar/desthilatê bi dûmahîk nayê; xewna Osmaniya Mezin a tirkan û turanîzekirina cografyaya Ereb, Fars, Kurd –îslamê tim li ber wan e.

Welê xuya ye, Rojhilata Navîn, bi palpişta DYA û rojava, bi destê Tirkiye û Israîlê ji nû ve tête diyaznkirin.

Textê Qralên neft û petrolê hêdî hêdî sernixwîn dibe; parsûyên cîhana erebî (Misir) tê şikandin, bi vê hemleyê plan ew e ku cîhana erebî, bi pêla donîmonayê, rêz bi rêz lê bi carekê de serê xwe bitewîne û stûyê xwe dirêjî Şûrê Guhartinê bike.

Ev guhartina sivîl a nermnerme, heke bi fînaleke demokratîk bi encam neyê û li şûna qral û despotên tên êxistin, alternatîfên nêzî gel û digel şûrê dad û edaletê neyêne bicihkirin, tirs ew e ku ev cografyaya îslamî ber bi kaos û aloziyeke xwînewî-xwîndarî ya mezin ve biçe.

Helbet, misliman çend hevdu bikujin dê hin kêfa neyar û dijminên wan bê. Ev cografyaya gewir çend bi xwîna bêguneh ên xelkê misliman ê kurd, bi destê birayên wan ên dîtir ve bête avdan, dê guneha wê jî hin mezintir be.

Li vê derê,

Riya aqil û tifaqê, edalet û pêkvejiyanê, azadî û temînata maf û heqên însanî dê vê cografyaya ku bi sedan salan e pawan û çerwarê rojava ye, nêzî rizgariyê bike û xelkê vê deverê dilxweş û serfiraz bike.

Ji bo vê jî,

Hêvî ew e ku Rojhilata Navîn, vê fersenda guhartinê (her çend destê derve di nav de be jî) bi hişyarî dagerîne şoreşa xelkê xwe û ji bo xelkên vê axê siberojeke ronak û azadane bîne pê.

Ji bo vê,

Di serî de Tirk û Tirkiye, bi dû re Ereb û Faris, ji ber gunehên wan li kurdan kirine, demildest lêborîna xwe ji xelkê Kurd, Filistînî û hemû bindestan bixwaze û pêla geşkirina demokrasiyê bi rakirina nîrê zilmê yê li ser wan bide destpêkirin.

Nexwe, kî dizane dibe ku kevir/berikê dûmahîkê yê vê domînoyê ENQERE be!...  

Bu yazı toplam 4245 defa okunmuştur
Em kurd...
 // Kurda Medya
me kurda gellek zulm didiye di bin deste ereban de..ez je debejim haya wi desti je wi desti re namine...
04 Şubat 2011 Cuma 01:09