Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Li wê derê warek heye: CULEMÊRG

Li wê derê warek heye: CULEMÊRG

Sal 2010. Sedsala 21’ê, berî çend rojan Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê, serxwebûna Kosovayê erê kir.

Li Tirkiyeyê, bayê referandumê, devjeniya li ser Heronan, daxuyaniya Serkaniya Giştî ya derbarê “hejmara kuştîyên vê mehê” de wekî fîlmekî ku gelek caran me temaşe kiribe, di ber çavên me re dibore.

Ji bo xelkê ku li ser “xwîna zarokên xelkê” bazarê dikin, her der DEŞT e. Lê a rastîn, jiyan ne DEŞT e, KENDAL e, hem jî kendaleke wisa rijdeye, çu kes nikare xwe pê ve ragire...

Di nav çûçeyan re, derbas dibe, malbata leşkerekî ku ji “Wanê ye” hin feqîr e, ji bo merasîma rakirina cenazeyê kurê xwe, cil nebûne bikine ber xwe... (Ma ya ji we ve, kî di şerî de tê kuştin?)

Erê, lê li aliyê din...
Gelo malbatên ku zarokên wan li çiyê ne, çendan jê cil û berg hene bikine ber xwe?!

Be halê wan?!
Ve ew aliyê madalyomê?...

Gava me temaşe kir, tijî gewriya min girî bû...

Ma heta kengî dê “bîlançoya mehane ya kuştiyan” bête dayîn? Ma “kuştiyên” rexekî zêde, yekî kêmtir be, dê çi biguhere...?! A girîng ew e ku “kuştin” bi dawî bin...

... 

Di vê ba û bagerê de, li ser ajansekê nûçeyekê derbarê bajarekî de dixwînim. Bêyî ku ez şîroveyekê li ser bikim, ez ê li xwarê nûçeyê wekî heyî, bi kurdî bi we re parve bikim.
Lê berî wê, min dil heye, çend gotinan li vê derê bibêjim.

Gava min ev nûçe xwend, hişê min ez birim û hey birim...  Salên 1990 heta 2000’an, deh salên min ên li vî bajarî, ew dîmena bêtarîf a tirsê, hemû di gavekê de hatin ber çavên min...

Niha difikirim, gelo ma hêj em li cihê xwe ne? 

Xwezî me bikariya li ser tiştekî din binivîsiya...

Xasma dilê min ku min îro li ser Konferansa Zimanê Kurdî ku berî hefteyekê li Culemêrgê li dar ket, hin tişt bigotana...

An jî, min dixwest, vê hefteyê, li ser mijareke gelekî cudatir hin tişt binivîsandina lê...

Dirêj nekim, kerem kin, li nûçeya derbarê Culemêrgê de bixwînin:

“Di bin siya şîdetê de bajarek: Culemêrg

Li Tirkiyeyê, bi zêdebûna tund û tûjî û lêkdanan re li bajarê Culemêrgê, li ser her gir û keleyekê pergaleke radarê hatiye danîn li dora wan leşker nobetê digirin û bi şevê jî kemînan datînin.   

Li Culemêrgê bi zêdebûna bûyeran re hêzên ewlekarîyê tevdîr xurt kirine û niçtecihên bajêr jî bi tirsa ku dê tiştek biqewime li benda borandina roja xwe ne.

Li ser Keleya Culemêrgê û Keleya Bayê pergala radarê hatiye dabînandin û bi şev jî bi ronîkirina derdorê tu dibêjî qey mirov di nav atmosfera şerekî de ye. Li ser her du keleyan, leşkerên ku bi şev û roj nobetê digirin, her tiştê şikê jê dibin didin ber guleyan.  

Ji aliyê din ve, leşker, ji ber êrîşên qereqolan ên rojên dawîn, li Serê Silehiyan, li qontarên pişta Merzanê, li ser riya Berçelan û gundê Bayê, bi siwareyên bi zirx kemînan datînin. Leşker, bi tavdanê re dîsa vedigerin nava bajêr. 

Niştecihên bajêr ji ber vê rewşê dikevin stresê. Li bajarê Culemêrgê ku dişibe Rewşa Awarte (OHAL) xelk piştî saet 21.00'ê ji mala xwe dernakeve.

Ji aliyê din ve, fîrmayên navbajarî jî sergêjiyên zêdebarî dijîn. Otobûsên ku di navbera Wan-Culemêrgê de, li 3 noqteyan di ber lêgerîna leşkeran re derbas dibin, li bajêr jî dibin hedefa kevirên zarokan. Li Culemêrgê, keviravêjî hema bêje wekî pîşeya zarokan e û hemû otobûs li ber dibin hedef.

Welatiyê bi navê M.R. ku nexwest navê xwe bide ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku hefteya borî di navbera şofêrê Fîrmaya Van Gölü û zarokan de devjenî çêbûye û heke esnaf negihîştîbayê dê zarokan şofêr linc bikira. (Ma ev zarok bûne çi ku şofêran linc bikin. Bêhna derewê ji vê agahiyê tê.)

Şofêrê bi navê A.Z. ku di nava bajêr de karê guhêzbariyê dike, bi îdiaya ku di siwareya xwe de leşker birine, li her cihê çûyê bûye hedefa keviran û da zanîn gava ji siwareya xwe peya bûye, çûye gelek rica ji zarokan kiriye da ku zarok rûnin. (Ma ev çi ne qurban...)

Culemêrgiyê bi navê F.T. jî, destnîşan kir ku bi şev û roj ji ber gurmegurma helîkopter û karwanên leşkerî yên diçin ser sînor, qet rehetîyê nabînin û weha got, "Dibêjî qey li van deran şerê cîhanî heye. Cihên din rehetir in. Em vê stresê dijîn. Înşeleh, rojekê wekî Helebçeyê bi serê me neynin."

M.B.yê ji gundê Bayê ku 3 kîlometre dûrî Culemêrgê ye jî, da zanîn ku ji ber qewmînên dawîn, tu kes nikare biçe zozanên xwe û diyar kir ku wekî salên 1990'ê gelek kesî dest bi firotina pez û dewarên xwe kiriye. (21 Tîrmeha 2010’ê, Nûçeya AKnewsê, bi îmzeya nûçegihan ‘ah’ derketiye)”

Ez dibêjim, roja hindê ye ku em behsa jiyanê bikin...

Bi hêviya rojên xweşş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi