Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Li ser romana Çidem Baranê

Li ser romana Çidem Baranê

Min berî du salan di nivîsareke xwe ya di Azadiya Welat de, pirsa “Gelo qet romannivîsên kurdan ên jin hene; an jî gelo çima jinên kurd heta niha romanek nenivîsandiye?” kiribû.

Pişî du salan va ye du romannivîsên kurd ên jin çêbûn; yek ji wan Çidem Baran a dîtir Gulgeş Deryaspî ye.

Min romana Çidem Baran “Li Peravên Torê, Torên Evînê” xwend.

Ev roman ji 120 rûpelan pêk tê û îsal (2010) ji nav Weşanxaneya Ronahî ji bo kurdî û xwendeyên wê diyarî hatiye kirin.

Roman, bi zimanekî qelew ê têrbiwêj, bi honakeke xurt û têrkelecan, çîrok û serhatiya Salih û Nemsayê û tevn û torên li dora vê evîna didildemayî û bi xwedaliqandina Namsayê bi dawî bûyî, vedibêje.

Gelek karekterên xurt ên wekî Pêrûza Dêwanî, Halîmaya dayika Salih, Emerê bêbext ku destebirayê zaroktiyê yê Salih e û tevnên bêbextiyê li dora wî radiçîne û qesta giyanê wî dike, di vê romanê de têne berçavkirin.

Xwenda, bi rehetî dê bi saya vê romanê bikaribin xwe li gundên Herêma Torê ya Mêrdînê bibînin û belkî carina bi tiriyê wê, carina jî bi hejîr û dimsa wê dilê wan bibije wê derê.

Ligel ku berhema destpêkê ya Baran xanê ye jî, xuya ye, bi dilzîzî serê xwe pê êşandiye û ta bi ta tevna vî torî raçandiye.

Lê mixabin mirov nikare bibêje edîtorya vê berhema hêja jî bi heman dilzîziyê hatiye kirin; Çimkî xeletiyên gramerî û rastnivîsê gelekî berbiçav dibin. Bo nimûme: Li gelek deveran nave mê wek Nemsa û Helîma û Pêrûza, nehatine tewandin, li gelek deran jî şûna “taseke avê” bê gotin, “tasek av bide min” hatiye gotin. Ev sersariya edîtoryaya berhemên kurdî ya rênivîsê, mixabin mirov di gelek berhemên edebî yên ji nav weşanên cuda cuda de derketine dibîne.

Ev xeletiyên basît, wekî striyekê dikevin cave wê berhemê û wê seqet dihêlin.

Edebiyat û wêjeya kurdî ku piranî bi çavekî nêr, bi ser tejê mêran tê hûnandin, bi vê berhema Çidem Baranê qewareke nû li ber xwe vedike. Ji bo vê cesaret û wêrekiyê pîrozî li Çidemê dikim û dibêjim, her xwendayê kurd, ji bo tameke xweş ji serhatiyên li Peravên Torê bigire û bibe mêvanê/a wê cîhana rengîn, dive miheqeq vê pirtûkê bixwîne.

Çimkî ev berhem di heman demê de jî neynikek li jiyana me ya civakî jî vedide û têkiliyên gundewariyê bi awayekî gelekî serkeftî radixe ber me.

Lê ligel vê ez dixwazim anektodekê vebirim û du-sê pirsên xwe li vê derê ji Çidem xanê re bidikm:

1-) Di gelek deverên pirtûkê de tê gotin ku dubendiya navbera ol û eşîrên deverê karê dewletê ye, xwezî te ev yek ne bi ser zimanê nivîskarê lê bi ser devê karekterekê bidaya gotin.

2-) Tu gava behsa Qoroyê etar û (ma)kera wî Stiyê dikî, dibêjî rojeke bi berf û bager ev ker di berfê re disekite lê piştre gava Salih vedigere gundê xwe Dêwanê, di rê de çawa çêdibe rastî wî û (ma)kera wî were?

3-) Doktor Brahîm ermen e, an suryanî ye? Bi qasî ez dizanim li herêma Mîdyadê ji ermenan pirtir suryanî dijîn û gundên wan hêj ava ne.

Hêvîdar in, ev berhem dê bibe destpêka gelek berhemên dîtir.

Niha bersiva pirsa min ya berî du salan hate dayîn. Ez bawer dikim ku heta çend salên dîtir dê ‘Sozana Tamara û Elif Şafak’ên me jî zêde bibin.

 Ev karê xwebaweriyê ye, nexwe potansiyel heye, tenê dimîne bikaranîna wê potansiyelê.

Çidem û Gulgeşê, ev rê vekir.

Ji bo ev rê firehtir bibe dive nivîskarên kurd ên mêr jî di vî warî de destgiriya wan bikin û bi xwendin û pênivîsandinê, hem riya xwe hem jî ya hevkarên xwe firehtir bikin.

Li Peravên Torê; Torên Evînê, romaneke serkeftî ye û hêja ye her kurd bixwîne.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi