Omer Dilsoz

Li ser Leylanoka Yildiz Çakarê

07 Haziran 2014 Cumartesi 11:45

Pirtûka Yildiz Çakar, Leylanok 80 rupel e û ji Weşanên Avesta gulana 2014ê li pirtûkxaneya kurdî zêde bûye. Wek çejn, li ser ‘ceribandin’ hatiye nivîsîn û sertapê me dike mêvanê vebêjiyeke navxweyî û di giyanekî bi hatûçûn de digerîne.

Yildiz, di vê vebêjiya xwe de, bara pirtir xwe li îmge û îmajan rakêşaye û di gerdûneke navxweyî de, bi ‘xwe’ û ‘xwe’ re diyalogeke dirêj kiriye.

Bêguman di vê diyaloga dirêj de, çavê nivîskarê li asoyeke gewez a nû ye di peyva kurdî de û li kert û parçeyên giyanê xwe yê winda digere.

Her ku xwe berdide kûrahiyên vê ger û geşta ‘lahutî’, li xwe, li kevirên giyanê, li nasnav û ‘nebûna welat –li vir war û welat wek stûn û xîm jî dikarin bêne dîtin- dialiqe.

Yildiz, bi lepodevkî li bendên giyanê xwe dialiqe û hawara xwe dibe birk û quleteyna hişê xwe yê civakî; Gelek caran hawara xwe dibe gahlteyên ‘Avesta Pîroz’ û tê de li pirsa ‘hebûnê’ û ‘xweavakirinê’ dialiqe.

Leylanok, bi sertapê aliqîn û pê re jî veciniqînek e ku nivîskara rêwinda, tê de giyanê xwe dabeşî du kertan kiriye; Yek ‘ew’ bi xwe ye û heçî ew e, pirsker e, ya din jî ‘tu’ya nivîskarê ye, ku muxatabê van pirsan e. Pê re jî em lê hay dibin ku di rastiyê de, ‘ez’ û ‘tu’ verêjek ji giyanê vebêj bi xwe ne.

Di tevahiya vê vebêjiyê de, Yildiz bala xwe daye ser çend hêmayan û ew hingaftine; wek cesed, kevir, xane, agir, evîn û êş…ê… helbet ev têgih wek metafûr dane ber dasa peyva xwe û weke peykertraşeke şareza neqş bi neqş nikirandiye û pê de çûye, dawiyê vêgotineke di tahma qehweyeke tal de li ser devê mirovî dimîne.

Ev vebêjî, xwendineke demên sergerdan e û mirov bi dûv xwe ve kaş dike. Bêguman, ez behsa ziman û şêwazê nakim, pir diyar e ku devoka Diyarbekirê, heta devoka Qerejdaxê gelekî siya xwe li ser berhemê hiştiye; ku ev jî bi ya min, heta radeyekê gelekî normal e. Lê xwezî mesela ‘tewangan’ de weşanxaneyê hinekî bêhtir bala xwe bidayê…

Bi kurt û kurmancî, mirov di leylanoka Yildiz Çakarê de, lixwegerîna giyanekî pirtî pirtî, qed qed dibîne û pê re jî li giyanê xwe dialiqe ku a rastîn, -pirsa nasnameyekê li welatekî bin mij û morana çewsandinê de, çi pirseke giran e û di her devê labîrenta hişê xwe de, bê hemdê xwe li pirsa ‘hebûna xwe’ dimînin hilawîstî…

Yildizê gotina xwe lê kiriye û ji xwendeyên kurd re dibêje, -“De kerem kin, bila gotineke min jî di vê barê de li ser gotinan be” ku jixwe kitêb bi xwe jî bi gotina “gotina min ev e:” dest pê dike û bi rastî jî gotina xwe dibêje.

Bu yazı toplam 4650 defa okunmuştur