Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Li ku derêye çareseriya pirsgirêka Kurda

Li ku derêye çareseriya pirsgirêka Kurda

Di dawiyê de îmha û înkara ser Kurda hati kirin, wekî me Kurda tev cîhan dizanî. Berdewamiya vê îmha û înkara ser Kurda tê kirin wekî mêjî dinava hêstiyê me û nava ganê me de cihekî herî girîng girti ye.

Yê pêş çav ku niha jî ev îmha û înkar di jîyana me de berdewem e. 

Sedsala bîstuyekê de, gelên cîhanê bi berxwedaniya xwe re digehin azadiya xwe.

Mixabin di vê sedsala bîstuyek de gor hiş û hizirên xwe ji bona demokrasiya Tirkiyeyê AKP pêngavên giring tavê.

Rasti aliyekê van pêngava tavê, rexdî jî dizanî heke pirsgirêka Kurda çareser nebe Tirkiye nagehî demokrasîyek azad.

Di van hişan de dibêjî ku divê pêşîyê Tirkiye, pirsgirêka Kurda çareser bike. Çimkî pirsgirêka demokrasîyek bi azadîyê re nexşandi, di çareseriya pirsgirêka Kurdan de diborî. Mifteya demokrasîya demokratîk a Tirkiyeyê dipirsgirêka Kurdan de ye.

Tirkiyeyê de ev pêngava girîng, me got ji wan re çareseriya pirsgirêka Kurdan e. Belê mixabin Partîya Spî di vê pêngava çareseriya pirsgirêka Kurdan de, kifş bû ku zikreş e. Di aliyê Kurda de jehr ji dilka wan dibarî.

Çimkî armanca wan neçareseriya pirsgirêka Kurdan e, armanca wan wekî berê Kurda bêxin nava xewnerojka û dengê xwe ewê nava Kurda de berzekiri carek dî hilde destê xwe û bêjî ez Kurda temsîl dikim.

Tev di van hiş û hiziran de Partîya Spî dinava xwe de dikevî xeleti û kêmasiya. Û evan xeleti û kêmasiya ker ê kur jî di bînî, belê ew nabînin.

Çimkî ji bona çareseriya pirsgirêka Kurda pêngava tavêje, ji çareseriyê zêde di aliyê îmha û înkarê de berdewam e.

Partîya spî di dîroka xwe de ji bona girtina ROJ TVyê nava welatên Avropayê û Amerîkayê de têkoşînê didomîn e. Kifşe ku ev têkoşîna wan hêdî hêdî ê fêqi dide.

Bi civîna kongreya Amerîkayê de fermana sala 1915’ê a li Ermeniya heti kirin naskirin.

Ev qirara kongreya Amerîkayê, rasti di aliyekê de cihekî girîng digire.

Belê bihildana vê qirara kongreya Amerîkayê, navbeyna Tirki û Amerîkayê xweşnekir û bi vê wateyê jî her du ali rasti yek xinzirîn. Wekî du ga bihevre şer bikin û ji bo şeri destkolê bikin, şaxên xwe kendalê axê bidin û rast yek xinzirin.

Ewan jî we kir.

Amerîka jî navbeyna vê xinzirînê de ku ca dilê Tirkiyeyê bikire û xwe rasti wan bide efûkirin zext dan ser dewletên avropa yê.

Û bi xortiya Amerîkayê re Belçîkayê jî wekî Îtalyê û Fransayê, êrîş birin ser ROJ TV û saziyên demokratîk ên Kurda.

Tev cîhan dibêjî demokrasîya Belçîkayê di cîhanê de demokrasîyek yekemîn e.

 Mixabin Belçîkayê bi vê êrîşên xwe ên ser ROJ TV û saziyên demokratîk ên Kurda de êrîşkiri, didemokrasîya xwe re çendî di cîhanê de yekemîn e û çendî demokrasîyek girîng e, kifş bû.  

A herî girîng di çapemeniya Tirkiyeyê û a cîhanê de qed nakeve, ku şareder, endamên Partiya Aştiya Demokratîk, endamên şarederî û bajara û welatiyê welatperez tên bin çav û dikevin girtigeha.

Di vê rêzê de zarokên Kurda seba tiştê herî erzan bi deh, bîst sala re dikevin girtigeha.

Di vê berdewamiyê de dialiyê Partîya Spî de çareseriya pirsgirêka Kurda dibêjî û zimanê Kurda niha jî qedexe ye.

Pirsgirêka kurda ji devê wan nekeve, ancax Kurd ji herêmekê biçin herêmadî, dikevin bin tengaviyên herî giring.

Niha jî Partîya Spî ji bona dengê Kurda pêngava kirîna haysiyet û şerefa Kurda ditavêje.

Biborîn in, carek dî dê bêjim, niha jî ji bo xwidankirina pêz û hêwana, çona zoma, wara û gunda tengavî henin û qeqdxe ye. Bihêle navê bajêr, gund û wara, niha jî Kurd neşên zarokên xwe bi zimanê xwe navbikin.

Partîya Spî aliyekê ji bona pirsgirêka Kurda pêngava tavê, di aliyê dî de jî di navbeyna dewletên netewî êrîjan dibe ser Kurda.

Ev tê pêş çav ku Partîya Spî aliyekê de pirsgirêka Kurda xemlînî, aliyê dî de jî çav lê qoqilînî.

Di aliyekê de ji bona pirsgirêka Kurda çareseriyê digere, aliyê dî de jî dikolana de rahêle jinên Kurd, bi pêna, mista û kopala lêdixe jin û zarokên Kurda.

Ji bona şikestina milê zaroka, bi lêdana dîpcîkêre şikestina serê zarok û bizêdehî înkar û îmhaya Kurda çi ji desti tê paşve nahêl e.

Ji zarokên heft sali heta hejdeh sali, ji xwere dikin armanç û wijdan nalerize û dikujin.

Ey Enqere, ey di aliyê yekemîn de Partîya Spî di aliyê duyemin de jî zêhna reş, di aliyek sêyemîn de jî hizirmendên qirêjû bû yî. Çareseriya pirsgirêka Kurda, a gor hişên we, a gor ramanên we, a gor bîr û baweriya we dê wahe çareser bibe.

Ey Enqere, ey Partiya Spî navbeyna gelên Kurd û Tirk, dê bi vê watayê xîmeyê mifriq danêyî, ji biratiya gelan re hûn wahe fahma dikin.

Di bêjin Kurd û Tirk xizm in.

Xîmeyê navbeyna xizmaniyê de, xîmeyê navbeyna zava û bîya de, xîmeyê navbeyna bapîr û nevîyan de, xîmeyê navbeyna zava û dişa dê wahe bi zirîcê (pûla) darêji.

Ey Enqere, ey Partîya Spî destê xwe danên ser wijdana xwe û bersifa vê pirsê bidin, li ku derêye çareseriya pirsgirêka Kurda?

Qatî Kurd û gelên cîhanê kur in, evî zikreşîya hewe, dilka bi rikê xemlandi a hewe nabînin. Ji wê çendê hûn neşên bersifka pirsên Kurda bidin.

Ez dizanim ev peyvên jori ji devê pir welatperesta de weryaye nava hiş û hiziran. Tenê hêvîya min ew bû ku ez van peyvane dubare bikim û bînim bîranî.

Nîşe: Hewce bû ku ev nivîsîn e dema Belçîkayê êrîş biri ser ROJ TV û saziyên demikratê Kurd de hatiba weşandin. Belê 8 adar roja karkerên jinên cîhanê, di hizirên min de girîng bû û ji wê çendê min nivîsîna 8 adar roja jinên cîhanê pêşîyê da weşandin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10