Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Leyla Zana çi dibêje?

Leyla Zana çi dibêje?

Satranca siyasetê li Tirkiye û Kurdistanê bi çep û rastkî di qoşxaneya Pirsa Kurd de li ser agirê “xwîna mirovan” bi hemû dijwariya xwe didome.

Rojên germ bi hemû sotiniya xwe xwe nîşanî me didin; Xizîran hat û xizîrî, Kurdistan –bi taybetî deverên deştî- kizirî/n.

Hê jî pêla girtin û derdestkirina siyasî û bijartiyên kurd berdewam e. Her roj bi pêl û şilqeke nû ya girtinan çavên me li roja nû vedibin.

Hikûmetê bi ser devê Serokwezîr Erdogan, “Kurdî weke derseke –heke dil bixwaze-“ qebûl kir û çav lê ye salan bê ji sinifa 5ê û pê de di nav dersên -heke dilê we bixwaze- de Kurdî jî hebe.

Hûn ê niha bibêjin, lê heke dilê me nexwest?

Ew ê bibêjine we, -Ma çi kesê benik nexistine g…ên we!

Vêca di hengameyeke weha de, Leyla Zana weke birûskê ji nişkê ve kir şingg û bi hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Hurriyetê re di nav behs û xeberan de pala xwe veda.      

Leylayê, vê carê ne ji Meclisê Enqereyê lê ji rojnameya Enqereyê deng kir û xwest “cuheke nû” ji benda zeviyê re bîne.

Ez welê têgihîştim ku Zanayê xwest bêje, heke mebesta me biratî be û pêkvejiyan be, diviya em “dilê hev xweş bikin” û li ser vê binemayê pesindayîna Muhteşem Teyyîp jî tê de, xwest çaviyekê li vê deravê bike…

Û dibêjin ku Leyla weke berdevka hin derdorên “xeta netewegir a Kurd” ji binve binve hatiye PÎJkirin.

Îdia weha ye;

Dewleta Tirk, di ber bayê konjonkturel ê cîhanî û kawdan û pêşveçûnên li deroberê û bi taybetî helkeftinên li der û cîranan, û dibetiya ku Herêma Kurdistanê serxwebûan xwe ragihîne, di çarçoveya perspektîfên Washingtonê de dixwaze û dil heye vê Pirsê bi awayekî “HEL” bike.

Malûm e, denge û hevsenga herêmê barê pişta Tirkiyeyê jî girantir dike û pêşveçûnên muhtemel dihêle ku herdu piyên wê cot bikevin pêlavekê, ji bo bikaribe ji vê girêkê bifilite, dest bi danîneke projeyeke berfireh kirin.

Li gorî vê, KURD dê hebin lê diviya dorhêla wan berteng û marjînal bin, di helkeftinan de zêde aktîf nebin da ku BAZARê neşidînin.

Ji ber hindê, Plana yekê: dê Baskê Çep ê PKKê yê legal dê bête îlegalîzekirin û di bin navê KCKê de dê Baskê nêzî Çepê Tirkan ê Sekuler dê bête bêbizavkirin. Ji bo vê bi lez û bez dest bi operasyonên binçavkirin û girtinê kirin.

Meydana xalî, divê bi yên "KEDÎTIR" bête dagirtin; bo vê berê xwe dane bazaar Ewropayê û li dora PSK û bermahiyên wê geriyan, Burkay anîn pêş, ew negirt, vê carê xwestin hinekî dîtir biçine ber derazingê û pirtir nêzî navmalê bibin.

Diviya yeke ji nava malê bihata dîtin: LEYLA ZANA.

Çima Zana?

Çi ko Zana di “xeta netewegir” de dikare heta deverekê pê re bi rê ve biçin.

Ji bo vê berê ceza danê, çavên wê tirsandin, piştre li Ewropayê hin civîn çêkirin û TEKSTEKE AXAFTINÊ dane destê wê.

ZANAYÊ jî tenê rola jê re hatiye destnîşankirin, leyst.    

Selehatin Demirtaş demildest bersiva wê da; Amaje bi “samimiyetê” kir, Birêz Demirtaş, jixwe di tebîetê siyasetê de “samimiyet” tune ye; Ma xune ev dergehê derwêşan nîne. Siyaset tiştekî weha ye ku divê çu carê HEMÛ DERÎ neyêne dadan.  

Çi ko dawiya dawî, Tu bi kê re şer dikî dê bi wî re aştiyê jî bikî. Tu bi kê re devjeniya siyasetê bikî dê bi wî re muzekereyan jî bikî. Ev surişta vî karî ye.

Ji ber hindê, di siyasetê de nabe ku mirov weke DERWÊŞan bi pirsa SAMÎMÎYET û tiştên weha bikeve. A girîng mesilhet e û lihevhatin û lihevanîn e.

A mihûm ew e, ev XWÎN bes birije.

Û dewletek jî tê de hemû mafên kurdan lê bêne vegerandin û Dewletên Dagirker demildest lêborînê ji xelkê Kurd bixwazin û ji ser axa wan biçin.

A girîng KURDISTAN E!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi