Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lewend û xweşmêrê min

Lewend û xweşmêrê min

Rasti dema mirov ji dayika xwe bûn, tev wek hev in. Belê dema mirov tên dinyayê bi têkiliyên xwe de, cudahi dikeve nava wan. Hindik başin, hindik xirabin, hindik xasmêr in hindik nexasmêr in, hindik fêhlmêr in hindik nefêhlmêr in, hindik dîn in, hindik jêhatine, hindik kirêtin û her dirêj dibe hebûna mirovan. Em di vê mijara xwe de bi peyva lewend û xweşmêr re ramanên xwe tevlihev bikîn. Ev her du peyv di hizirên me de wekî mirovê çeleng, ê bêtirs, ê çavnetirs, ê awa û hwd. tê zanîn. 

Di dawiyê de tê bîra min dayikan ji kurê xwe û keça xwe re “lewendê/a min, xweş(jin)mêr ê/a min” an jî “xweş(jin)mêrê/a ber mala min, lewendê/a ber mala min” digotin.  An ko peyva  lewend di argoyê de wekî mirovê xas(jin)mêr, xweş(jin)mêr, pilng, şêr diînan ziman. Bi kurtasi peyva levend nik dilê dayika, zilamê ji çu tişti netirs e û xwediyê qoweteke xwezayî dihizirên xwe de digirin. Di wi sedemê de dayika tim û tim “wekî lewendê/a nava gundi xwe dihejîn e, lewendê/a min, bejn ziravê/a min, kur(keç)ê/a min wekî lewendan e hwd.” di gotin.

Her çi be  em dişên bêjîn peyvên lewend û xweşmêrîyê di dilka dayika de mîtolojîk e, nedirewe. Lewre di dîroka herî gelan de bi qehremaniya mirovan re destan hene û  tên gotin.

Di rojeva me de diroka tirkan de destana “Koroglu û Ergenekon ê” di dîroka kurdan de jî destana “Rostemê Zal û a Hepsê Reş” wekî mînak mirov dişê bêje.

Herî dayik, zarokên xwe bi vê mînaka qehremanên destanan re mezin dikin û wekî wan qehremanan di înin ziman.

Belê tiştik heye ku dayik nabîn in. Ew jî makeqanuna xwezayê.

Tê zanîn ku qanûnên xwezayî hene. Rasti tev qanûnên xwezayê jî, mirovahi dimîne destgirêdayî. Mirovahi rasti hindik qanûnên xwezayê mehtil û bêçare dimîn in. Mînak dema di xwezayê de erd hejiya, aşûti ked, lêmişti rabû an jî daristan sot, çi ji destê mirovan tê. Bi çêbûna van afetan re mirov jîyana xwe winda dikin. Kar û pez û rezê mirovan winda dibe. Belê carek dî rasti afetên xwezayê tu ji destê tu kesê nahê. Wekî di vê nêzîyê de mînaka Japon ê.

Heke ev hizirên jinên kurdan bi taybet jinên dinyayê rast derketiban û zarokên wan gor dilê wan lewend hatiban dinê, divê zarok xwedî qowetek xwezayî ban. Wê demê heke neşiyaban hemberê afetên xwezayê sekinin jî, dê hemberê kirêtiyên navbeyna mirovan de çêdibin re sekinîban. Lewendên di dilka dayika de xwe xemlandi, bi hiş û nêrînên wan re, gor wan dibin şûjin dikevin çavê neyarê xwin xwar.

Ez dikevim nava hizirên dûr û kûr.

Di bêjim ecêba dayika R.T.Erdogan jî di dilê xwe de kurê xwe wekî ciwanek lewend dîtîye, ko îro kurê wê wekî lewenda xwe dinava welatê Tirkiyeyê de dihejîn e. Pêle di welat de xwe dihejîne, ev xwe hejandina wi ji sinorên welat jî derketiya  jiderve. Bawerim dayika wi jî wekî dayikên hemû kesê kurê xwe wekî lewendan di dilê xwe de mezin kirîye.

Lewre ê pêş çav R.T.Erdogan jî xwe wekî zilamê lewend tînî ziman û zordari û tehdariyê ser gelên Tirkiyeyê dike.

Êêê… jê tê.

Ew di dilka dayika xwe de lewend e. Xweşmêr e, piling e û şêhr e. Ew di dilka dayika xwe de bêrtirs e, çeleng e, çavnetirs e û awa ye. Lewendi ji tu kesê nahê belê ji wi tê.

Belê divê ev lewendê ber dilê dayikên xwe, dema şûjinê têke rahnê gelên xîzan, paşîyê derzîyê têke rahnê xwe. Lewre gelên xîzan jî heta dawiyê neşên bisebir xwe bigirin.

Nêzîk du mehan e Lewendê ber dilê dayika xwe R. T. Erdogan bajêr bi bajêr, navçe bi navçe xwe dihejîn e û navçavê gelên Tirkiyeyê fikure û înkara kurdan dike. Serdan jî “ez dê makeqanunek nû bidim derêxistin. Piştî hilbijartina danzdeh pûşberê hûn dengê xwe bidin min ku ca ez ji welat re demokrasiyê bînim” dibêje.

Ev lewende û xweşmêr e aliyekê înkara kurdan dike û di welat de pirsgirêka kurdan a qedîm nabîne û aliyê dî de jî “ez dê makeqanunek nû dêrêxim” dibêje.

Ev bêbaweriya wi çend dê baweriyê bide me.

Dê bimîn in û dê bibîn in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10